Mîtê berpirseka din ya PKKê li Silêmaniyê kuşt

Zeyneb-Êwerî-penciwin-pkk-hpg-hpj-info

Îstixbarata dewleta Tirkiyê berpirseke din ya Partîya Karkeran bi navê Zeyneb Êwerî, di operasyoneke taybet de li Silêmaniyê kuşt.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadoluyê îro roja çarşemî 27/12/2023ê ragihand ku di operasyoneke îstixbarata Tirkiyê MÎTê de, berpirsa PKKê ya bi navê Zeyneb Êwerî bi navê kod Aryen Arê ku yêk ji berpirsên baskên jinan HPJê ya PKKê ye, li Silêmaniyê hatiye kuştin.

Destnîşa kir, Zeyneb di êrîşekekê de li herêma Pênciwîn ya Silêmaniyê hatiye armanc kirin.

Medyaya PKKê aşkere kirbû ku Zeyneb fermandara Hêzên Parastina Jinê HPJê li 3 vê mehê di êrîşekê de hatibû kuştin.

Tê zanîn Zeyneb Êwerî dibe berpirsa sêyemîn ya PKKê ku di dema 3 rojên rabûrî de kuştina wan li sînorê Silêmaniyê ji hêla dewleta Tirk ve tê ragihandin, li rojên 25 û 26/12/2023an MÎTê kuştina her yêk ji berpirsên PKKê Erdinç Bolcal û Mehmet Şefa ragihandibû.

Pustên heman beş