Baroya Diyarbekirê li ser nêzîkahiyên keyfî yên darazê li dijî neviya Şêx Seîd doz vekir

Baroya Diyarbekirê li ser nêzîkahiyên keyfî yên darazê li dijî neviya Şêx Seîd doz vekir

Baroya Diyarbekirê ragihand, parêzerên wan di derbarê nêzîkahiya keyfî ya li dijî neviya Şêx Seîd de ku jê hatiye xwastin her roj ê di ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ala Tirkiyeyê parve bike, gilî kir.

Parêzerê Malbata Şêx Seîd Ensar Firat pêştir ji K24ê re ragihandibû, Neviya Şêx Seîd, Noşîn Firat li parêzgeha Erziromê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û bi mercê ku rojane li ser tora civakî ya “X” ala Tirkiyeyê biweşîne, hat azadkirin.

Parêzerên Baroya Diyarbekirê derbarê nêzîkahiya dadwerî ya li dijî xizma Şêx Seîd hatiye kirin de ragihand, wan li dijî nêzîkahiya keyfî ya dadî ku li dijî xizma Şêx Seîd hatiye kirin, li Lijneya Dadger û Dozgeran gilî li Dadgerê Cezayê Sulhê yê Hînîsê kir.

Di daxuyaniyê de sedema nêzîkahiya kefyî ya Dadgerê Hînîsê jî hat diyarkirin û gotinên dozger jî bi vî awayî hatin parvekirin:

“Di pêvajoya şert û mercên kontrola dadî de divê ev kes her roj li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ala Tirkiyeyê parve bike. Heger parve neke, dê ev yek were wateya ku şert û mercên kontrola dadî binpê kiriye û dê rewşa girtina wê car din di ber çavan re were derbaskirin.”

Pustên heman beş