Li Bidlîsê her cure çalakî hatin qedexekirin

Li Bidlîsê her cure çalakî hatin qedexekirin

Li parêzgeha Bidlîsê her cure çalakiyên wek xwepêşandan, konser û meşan ji bo 3 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Bedlîsê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, ji demjimêr 00.01ê roja 30î Berçileya 2023an heta demjimêr 23.59 roja 1ê Çileta 2024an, 3 rojan xwepêşandan, konser, şano, meş, grev, vedana kon û standan û hemû çalakiyên wiha yên li wê parêzgehê qedexe ne û dê bi destûra parêzgarî, qeymeqamtî, yan jî aliyên pêwendîdar ên parêzgehê bên sazkirin, nayên kirin.

Li gorî biryarê, eger sazî yan kesek bixwaze çalakiyekê li Bedlîsê saz bike, divê ji berî 48 demjimêran agahiyê bide aliyên pêwendîdar.

Pustên heman beş