Partiya Însan û Azadî piştî 7 salan hat damezrandin

Hereketa-Insan-u-Azadi-info

Partiya Însan û Azadî ya ku ev 7 sal in mazbataya damezirandina xwe nedikarî ji Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê bistîne bi rêbazek balkêş damezirandina xwe temam kir û pergala hevserokatiyê bi kar tîne.

Partiya Însan û Azadî ya ku 7 sal berê daxwaznameya damezarinadinê dabû Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ji ber ku mazbataya damezirandinê nestandibû nedikarî damezirandina xwe temam bike.

Li ser vê yekê jî partiyek bi navê Partiya Hêviya Gel hat damezirandin û mazbataya dameizrandina Partiya Hêviya Gel ji Wezareta Karên Navxweyî hat wergirtin.

Piştî vê yekê jî Partiya Hêviya Gel bi kongreyekê navê xwe guhert û navê xwe kir Partiya Însan û Azadî û biryara pergala hevserokatiyê hat dayîn.

Hat zanîn ku hevserokên Partiya Însan û Azadî jî Davût Guler û Ahmet Kaya ne ku Ahmet Kaya di hilbijartinên sala 2019ê de wek Şaredarê Erxeniya Diyarbekirê hatibû hilbijartin û paşê jî şuna wî qeyum hatibû danîn.

Hevserokê berê yê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç jî di çarçoveya tifaqê de bûbû Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Diyarbekirê û Partiya Çepên Kesk jî navê xwe guherîbû û kiribû DemPartî.

Pustên heman beş