Di êrîşên Tirkiyê de 19 çekdarên YPGê hatine kuştin

YPG-Turkey-Rojava

Di êrîşên dewleta Tirkiyê yên ku ji 7 vê mehê ve li Rojava Kurdistanê hatine encam dayîn, 19 çekdarên YPGê hatine kuştin.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê îdîa kir ku ji roja 7\1\2024 heya îro roja çarşemî 10\1\2024ê 19 çekdarên YPGê li herêmên operasyonên Mertala Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kanya Aştiyê di êrîşên wan de, hatine kuştin.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê destnîşan nekir kanê ev operasyon li çi herêmeke Rojava hatine encam dayîn, û tenê navên herêmên operasyonan destnîşan kirine û got ku ewê êrîşên xwe berdewam bikin.

Dewleta Tirk ji meha kanûna 2023ê êrîşên xwe yên hewayî li Rojava Kurdistanê zêde kirbûn û bi wê sedemê nêzî 10 kadro û fermandarên PKKê kuştin.

Pustên heman beş