22  endamên damezrîner ên Kongreya yekem a PKK’ê li ku ne?

22  endamên damezrîner ên Kongreya yekem a PKK’ê li ku ne?

Beşa pênc: Wekî ku dest pê kirî bi dawî dibe

Piştî kongreya yekemîn a PKK’ê ev 45 sal in Bakurê Kurdistanê weke qada siyasî ye. PKK li ser diyalektîkeke wisa ecêb hatiye damezrandin ku hemû mekanîzmayên wê, ji çareserkirina pirsgirêkên jiyana rojane ya Kurdan zêdetir girêkê aloz dike û weke xefikekê pirsgirêkên Kurdan digre nava xwe de, bê çareserî dihêle û ji nav dibe.

Her gava ku hûn dixwazin ka li pişt vê diyalektîka tarî ya PKK’ê çi heye fêhim bikin, divê hûn çend gavan paşve pavêjin, li rabirdû binêrin, lê dê pêwîstîya dîsa bi hîn bêtir paşve nêrînê çêbe. Hûnê hê wêdetir vegerin û werin yekemîn Kongreya PKK’ê. Ev ne bes e, hûn biçin çalakiyên grûpa propaganda a PKK’ê û ev jî têrê nake, divê vegerin li ciwantî û kesayetiya Evdila Ocelan binêrin!

Heqîqet di destpêkê de veşartî ye

Armanca vê nivîsê fêhmkirin û ravekirina aqûbeta endamên damezrîner ên kongreya yekem ji bo fêhmkirina vê rastiya PKK’ê ya nepenî ye. Hin kes dibêjin, “45 sal li ser damezrandinê re derbas bû, ew dem borî, destlêgerîn bê fêde ye” Lêbelê, “rastî di destpêkê de veşartî ye.” Tevî ku bi deh hezaran sal derbas bûne jî, lê bersivên bi dehan pirsên wekî “Destpêkirina yekem zindî li ser rûyê erdê çi bû, sedema tunebûna dînozoran, nanê ewilî li kî derê hatî çêkirin, kê pez ewilî kedî kir, Keştîya Nûh li ku ye” wê hebûna hemû destkeftên roja me ronî bike. Her wiha bi naskirina nepenîyên hêzên pêşengên PKK’ê, heqîqet û çarenûsa wan kesan zanîn wê bibe bersiva pirsên me yên îro jî.

 Weke mînak “Çi hat serê Elî Heyder Qaytan? Pirsa “gelo PKK’ê ew kuşt yan jî wî xwe întîhar kir?” mejîyê mirovî tevlîhev dike.  Dibe ku hûn wiha bipirsin: Ma Çima PKK’ê endamê grûpa yekem û damezrînerê kongreyê Elî Heyder Qaytan ê temen 71 salî dikuje yan jî terkî mirinê dike” Lê eger hûn bizanin ku lehengê rojiya mirinê yê zindî Mehmet Şener ê ku li zindana Amedê li ber xwe dabû çima PKK’ê ew kuşt, hûnê tê bigehin ku PKK bêy dudilî wê Elî Heyder Qaytan jî bikuje. 

Hejmar rastiyê vedibêjin

Me gotineke girîng a Îbnî Xaldûn anî bû bîra we: “li cihê ku rewşên ku dikarin bên pîvan, bên kêşan û bên hesabkirinê de ji rîwayetan(Çîrok) bawer nekin; “Matematîk reftara mirovan diguherîne û hetta mirovan dike rastgo-durist” Belê, ji çîrokên PKK’ê bawer nekin.

Di dîroka cîhanê de kêm tevger hene ku bi qasî PKK’ê dîroka xwe vedibêjin. PKK bi hezaran rûpel gotar, axaftin û daxuyaniya derbarê dîrok û îro de vedibêje. Ew nivîs û gotin hemî di bingeh de ji bo veşartina rastiyê ne. Lêbelê, em dikarin rewşa PKK’ê bi çend hejmaran îzah bikin.

Ji sedî 60 ê damezrînerên PKK’ê xayîn hatin îlankirin

Ji 22 damezrînerên PKK’ê 13 kes ji aliyê PKK ê ve xayîn hatin îlankirin. Ev 13 kese jî ji “Kesîre Yildirim, Huseyîn Topgîder, Mehmet Cahît Şener, Bakî Qaraer, Resûl Altinok, Elî Çetîner, Ferzende Tagaç, Sûphî Qarakuş, Şahîn Donmez, Mehmet Tûran, Elî Gunduz, Farûq Ozdemîr, Ebbas Goktaş” pêk tên. Hin nav hene ku lîsta wan li gorî pêdvîyên PKK’ê hatiye eşkerekirin. Ev hejmar teqabilî rêjeya ji sedî 59,9 dike. Hinek bi temamî wenda ne loma jî nahên serziman. Lê ger bihatana behskirin jî da wek xayîn bihatana destnîşan kirin.

Damezrînerên PKK’ê ji sedî 36 bi fîşeka PKK’ê û ji sedî 5 jî bi fîşeka dewleta Tirk ve hatine kuştin

Di dîroka PKK’ê de çerxa herî balkêş ku heta roja me ya îro jî didome eve ku hejmara kadroyên ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin hema bêje bi qasî yên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin e. Evdila Ocelan bixwe berê gotibû ku hejmara înfazên navxweyî ji hezarî derbas bûye. Heta niha 8 ji damezrînerên PKK’ê ango ji sedî 36,36 ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin. Navên wan evin: “Evdila Qumral, Mehmet Cahît Şener, Resul Altinok, Sûphi qaraqûş, Şahîn Donmez, Mehmet Turan, Abbas Goktaş, Elî Heyder Qaytan”. PKK ji van kesan Resûl Altinok (Davut) bi îşkence kuşt. Lê ya girîng ewe ku ji 22 endamên damezrîner tenê Seyfettîn Zoğurlu bi fîşeka dijmin hatiye kuştin. Yanî ji sedî 5, yên ku PKK kuştî 7 qat ji yên ku dewletê kuştî zêdetir in.

Her wiha Xeyrî Durmuş jî di dema berxwedana Girtîgeha Amedê de di greva birçîbûnê de şehîd bû. Mazlûm Dogan ji bo protestokirina zilmê di zîndanê xwe xeniqand, PKK’ê li gorî berjewendîya xwe şêwazê şehadeta Mazlûm manîpule kir û got ku wî xwe şewitandiye.

Hejmara damezrînerên PKK’ê yên ku hêj di nava PKK’ê de dijîn ji sedî 9,09 ango 2 kes in. Cemîl Bayik û Duran Kalkan.

Cihê Evdila Ocelan li ku ye?

Cihê 22 endamên damezrîner ên PKK’ê kêm û zêde diyar in. Lê cihê Evdila Ocalan ne dîyar e. Ocalan ê ku hemû endamên damezrîner yek bi yek tasfiye kirî, li ser ked û xebata wan rûnişt û serokatîya xwe li ser ava kir, di kîjan kategoriyê de cih digire? Ev pirs bi serê xwe pêdvî nivîsandina biyografiya Ocalan ne. Lê em vê encamê bibêjin: Evdila Ocelan di nav endamên damezrîner ên PKK’ê de layiqê pênaseya îxaneta herî xeternak û herî mezin e.

Jiyana Ocalan ku beriya damezrandina PKK’ê di saziyên MÎTê de dixebitî, endamê komeleyên faşîst bû, zavayê endamekî MÎTê bû û kesên weke Pîlot, Yalçîn Kûçik li dora xwe komkirîbûn. Şahîn Donmezê ku dema hat girtin bibû îtîrafkar, bi rojan li ber xwe da û paşê qels bû û bû îtîrafkar. Lê belê Evdila Ocelan bêyî ku yek zilleh jî li wî bikeve bû îtîrafkar. Xisar û zirara Şahîn Donmez gehandî PKK’ê herêmî û demkî bû. Lê Kurd hêj berdêla îxaneta Ocalan a Îmraliyê ku berdewame didin.

Herî zêde pêwîstîya xebatkarên PKK’ê bi zanîna aqûbeta damezrînerên wê heye

Di rastiyê de, zanîna aqûbeta damezrînerên PKK’ê ji bo xebatkarên PKK’ê, rêveberên qadên legal-sîyasî û kesên ku bi awayekî bi wan re di nava têkiliyê de ne, heye. Ji ber ku çarenûsek mîna ya ku wan damezrîneran ku nikarîbûn jê birevin li benda van jî heye. Çerxê ku endamên despêkê keftînê çibe wê ya van jî ew be. Xebatkarên PKK’ê yên niha jî mîna damezrînerên xwe yên despêkê mehkûmî çerxa îxanet û kuştinê ne.

Di encamê de hûnê yan birevin û wek xayîn bên binavkirin û belkî jî bên kuştin. An hûnê wekî xayîn werin îlankirin û berî ku hûn ji PKK’ê veqetin hûnê li wir werin kuştin. An jî hûnê ji aliyê dijmin ve werin kuştin. Yanî di nava PKK’ê de jiyana îradî û hûr nîne, bi îradeya xwe bijî, bi îradeya xwe tevlîbî û bi îradeya xwe dewam bikî an jî veqetî tune ye. Tevlîbûna PKK’ê tê wateya xwe mehkûmkirina mirina fîzîkî an jî sîyasî. ji vê rêkê pêva çi rê nîne. 

PKK wek terîqatekêye tu dikevîyê, lê nikarî jê derkevî. Kesayet di hûndirê PKK’ê de tên perçiqandin û hêrandin. Mirov dibin xizmetkarê wê sîstema tarî. Sîstem jî ewe ku tu Ocalan weke Rêber, Serok ,Serokê gerdûnî bibînî û jê re îtaat bikî.

Kesayet çi qas were perçiqandin, bêîradekirin û hêran rêbertî ango Ocalan jî ew qas gewre û mezin dibe. Heke ji alîyê dijminî ve were kuştin dibe cangorîyê serok, ger ji aliyê PKK’ê ve were kuştin dibe serkeftina xeta serok. Yanî di her şert û merci de formula “her mirin = mezinbûna serokatiyê” derbasdar e.

Sîstema ku endamên xwe yên damezrîner bi îşkence dikuje, nikare ji bo Kurdan civakeke adil ava bike. PKK ya ku Resûl Altinok bi îşkenceyê kuştî, nikare rehmê li kadroyên xwe yên din bike. PKK’eya ku şehadeta Mazlûm Dogan bi derew got xwe şewitand, dikare her mijarê de derewan bike. PKK’eya ku Elî Heyder Qaytan terkî mirinê kirî, nikare pêşerojeke wijdanî ava bike. Ji ber vê yekê tişta ku hatî serê endamên damezrîner ên PKK’ê Qarakter û rastîya PKK ê radixe ber çavên me.

Pustên heman beş