Li Herêma Kurdistanê bi erzanbûna bihayê nan kî aciz in? Li pişt vê provakasyonê kî heye?

Li Herêma Kurdistanê bi erzanbûna bihayê nan kî aciz in? Li pişt vê provakasyonê kî heye?

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 5 ê Çile de biryarek dabû û ragihandibû ku dê nirxê nan were daxistin. Ev biryara hikûmetê ji aliyê gel ve baş hat pêşwazîkirin. Lê kesên ku ji vê biryarê aciz jî hebûn. Gelo kê ji kêmbûna bihayê nan aciz e?

Li gorî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê, berê 8 nan bi 1000 dînarê Iraqî dihatin firotin, lê niha 10 nan bi 1000 dînarê Iraqî dê bê firotin. Hikûmetê ji bo ku nanpêj mexdûr nebin, ev biryar tam wiha amade kir: wê sûtemenî, elektrîk û ar erzan bidin nanpêjxaneyan, nanpêj jî dê bihayê nan kêmbikin.

Bihayê nan çawa hatin daxistin?

Ji bo agahiyên giring Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw daxuyanî da û biryarên ku di berjewendîya nanpêjan de vegot. Li gorî vê yekê gunîkê arê yên ji 50 heta 45 dînarî dê bi erzanî bi 30-35 hezar dînarên Iraqî bidin nanpêjan. Piraniya firneyên li seranserê Kurdistanê bi xazê dixebitin. Di şert û mercên asayî de xaz bi buhayekî kêmtir ji bazarê ji bo wan dê were dabînkirin. Lîtra xazê ku bi gelemperî bi 600 dînarên iraqî (0,46 sentan) tê firotin, dê bi 300 dînaran werin firotin. Yanî dewlet, esnaf û kargehên ardê wê kêmbûna nirxê nan ji gel re parve bikin.

Aliyeke din a erênî ya vê biryarê jî ew e ku ji bo kirîna ardê erzan, nanpêj bi awayekî xwezayî ji kargehên li Herêma Kurdistanê ardê dikirin, ne ji Tirkiye tînin û ne jî ji Îranê. Herwiha Herêma Kurdistanê girîngî yek mezin dide berhemên xûmalî.

Li Rojhilata Navîn yekane cihê ku bihayê nan sabit kirî Herêma Kurdistanê ye.

Di van salên dawî de, nirxa xwarinê û krîza aborî li seranserê cîhanê dibe sedema pirsgirêkên berbiçav. sabîtkirina bihayê nan ji bo welatan armancek girîng e, bi taybetî li Rojhilata Navîn ku nan xwarinek bingehîn e. Yekane hikûmeta Rojhilata Navîn ku di deh salên dawî de nirxê nan diyar kiriye, hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Li Îranê di van du salên dawî de nirxê nan ji sedî 55 hatiye zêdekirin, kotaya ardê ku ji nanpêjxaneyan re tê dayîn hatiye kêmkirin û kirîna nan bi karta bankê hatiye qedexekirin. Ji ber vê sedemê gelek firin nikarin nan çêkin û gel jî nikare nan bikire.

Bihayê nan li Tirkiyeyê di du salan de ji sedî 154 zêde bû. Niha li Tirkiyeyê nanê kevin tê firotin. Nanê ku dema teze bi 7 TL ye, dema ku kevin bû jî bi 3,5 TLyî tê firotin.

Jixwe nan li Sûriyê pirsgirêkeke sereke ye. Her tim biha zêde dibin û nanê pir xerab û nahê xwarin tê belavkirin.

Herêma Kurdistanê ji sala 2005 ê ve karî nirxê nan sabit bihêle. Gramaja nan du caran hate kêmkirin û paşê hate vegerandin rewşa xwe ya berê. Niha jî bihayê nan hatîye daxistin. Bi giştî, ger ev biryar li welatekî din bûya, dê her kesê jê re çepikan bixista. Lê li Kurdistanê ev yek pêk nehat. Kesên ku bihaya erzan a nan ji bo dijminatiya hikûmetê bikar bînin derketin holê.

Gelo kîjan nanpêj aciz bûn?

Li Kurdistanê nan bi du awayan tê çêkirin: nanê samone û nanê tenûrê. Firinên ku nan çêdikin, li dijî biryara hikûmetê derneketin. Ji ber daxistina nirxê arî, ceyran û xaz zirarê nabînin. Lê firneyên ku nanê tenûrê çêdikin jî bi biryarê razî nebûn û diyar kirin masrefa hilberîna nanê wan buhatir bûye.

Bi taybetî li Hewlêrê hin firinên ku nanê tenûrê çêdikin hatin cem hev û nerazîbûn nîşan dan. Yek ji xwepêşanderan xeber ji xelkê re kir û gêt “Ez ê xwe û hinekan bikujim” ji ber van gefan hat binçavkirin. Piştî çend saetan hat berdan. Peyre vî xwepêşanderî bi vîdeoyekê lêborîna xwe ji gel xwest.  Parêzgarê Hewlêrê bi van nanpêjan re hevdîtin pêk anî û bi dayîna erzaniya zêde ya ceyranê ji bo kesên ku nanê tenûrê çêdikin pirsgirêk çareser kir. Lewma niha nanpêj jî dîlnîya bûne.

Bi vê biryarê gel memnûn e, nanpêj jî memnûn in, lê komek fesadan ne memnûn in. Ew komeke ku tu eleqeya wan bi nan û nanpêjî û gel re nîne.

Nerehetiya ragehandina PKK

Komeke din a ku mijara erzanbûna nan manîpule dike û daxwaza sûdmend be PKK û ragehandina wê ye. Ji roja ku dihat gotin dê nan erzan bibe heta niha hewl dide van nûçeyan derew belav bike.

Nûçeya herî dawî ya PKK’ê ev bû: “Ji bo ardê kargehekê bê firotin nan erzan bû.” Li gorî nûçeyê PKK, ji bo ardê şerîka Xoşnaw were firotin nan erzan bûye.

Lê li Herêma Kurdistanê bi giştî 365 kargehên arvan hene. ji vê hejmarê; li Hewlêrê 226, li Silêmaniyê 66 û li Duhokê 73 kargehên ardê hene. Herêma Kurdistanê êdî ardê ji Tirkiyê nakire, ev jî pêşketineke girînge û niha ardê difroşin Iraqê. Yanî di piyasê de ne tenê şirketek heye, bi dehan fîrma hene û her kes dikare ardê xwe bifiroşe.

Tişta ku PKK armanç dike ewe ku girseyên ku rastiyê nizanin û bi taybetî jî yên ku bi tirkî dixwînin manîpule dike.

Çeteyên xiyanetê bihabûna nan veguherand in provokasyonê

Di karê neyartîyê de hin derdorên sondxwarî hene ku bi manîpulekirina mijara daxistina nirxê nan êrîşî Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Yek ji wan pêşengan jî Newey Nû û serokê wê Şasiwar Ebdulvahîd e. yên serkêşiya vê xeta xîyanetê dikin PKK û duvelokên wê di hilbijartinên Kerkûkê de şikestineke mezin dît. Van şexsên xayîn komek xwêrî li derdora xwe civandine û di xiyanet û qeşmerîya xwe de ti sînoran nas nakin. Ger mirov wan weke çeteyên xiyanetê binav bike ne xelet e.

Herêma Kurdistanê nan erzan dike, kesek ji ber xeber û sivikatî kirinê tê binçavkirin, ev çeteya xiyanetê radibin nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Londonê di den ber hêkan. Binçavkirina xwepêşanderekî bo çeteyên xîyanetê bû hincet ku êrişî nûnertîya Herêma Kurdistanê bikin.

Baş e, gelo we qet dîtîye ku ev çeteyên xayîn li dijî saziyeke dewleta Iraqê ya ku dijminatiya Kurdan dike dekevin? mînak, mûçeyên kurdan nayên dayîn û hikûmeta Iraqê ya şîe dixwaze hemû destkeftiyên aborî yên kurdan desteser bike, gelo we dîtîye van çeteyan ev yek protesto kirî? Naa.

Yanî li Kurdistanê grûpeke xaînan a wisa bêrûmet heye, dema hûn nanê xelkê erzan dikin jî êrişî we dikin û dibêjin “biryareke şaş e”. ger hûn filsekê bihaya nan bilind bikin ew çete dibêjin “we  gel birçî hişt”.

Ew şebekekî çete ne. Van çeteyên kirêgirtî çend xwêrî û filîte li xwe komkirin e êrişî destkeft û nirxên Kurdan dikin. Hin ajandeyên sîyasî jî ji van çeteyan sûd werdigirin, ev çete Li dijî Herêma Kurdistanê li kêleka dagirker û nûkeran tevdigerin.

Pustên heman beş