Duran Kalkan pesnê Îranê dide: Êrîşa li Kirmanê êrîşa li dijî Qasim Suleymanî ye

Rêveberê PKKê Duran Kalkan diyar kir ku êrîşa li Kirmanê êrîşa li dijî Qasim Suleymanî ye, dewleta Tirkiyê li pişt wê êrişê ye û Tirkiye dixwaze Îranê bixe nava şerê Rojhilata Navîn de.

Rêveberê PKKê Duran Kalkan di rojnameya rêxistina xwe ya bi navê Yenî Ozgur Polîtîka ku li Ewropayê weşanê dike de bi kod navê Selahattîn Erdem nivîsek bi manşeta “Çima DAIŞê êrîşî bîranîna Suleymanî kir?” weşand. Kalkan di nivîsa ku bi vê manşetê hat weşandin de pêşbînîyên balkêş kirin. Û di wateyekê de, rastîya heyî eşkere kir; PKKê xwest Îranê di herêmê de weke dewletekî mehsûm-bêguneh pênase bike.

Tirkiye dixwaze Îranê tevlî şerê li Xezzeyê bike

Duran Kalkan di gelek beşên nivîsa xwe de îdia kir ku Îran li derveyî şerên Rojhilata Navîn maye û lihevhêner û aştîxwaz e. Kalkan di meqaleya xwe de der barê mijarê de got, “Hewldana herî mezin a rêveberiya Tayyîp Erdogan a di vî warî de ew e ku Îranê bi awayekî aktîf bikişîne nava şerê Xazzeyê…” ev êriş “ji bo ku ji Îranê re bêjin dest ji lihevhênerî ya heyî berde û li seranserê Rojhilata Navîn şer bike” hat kirin.

Duran Kalkan hewl da wêneyekî wisa nîşan bide ku Îran ji şerê Xazzeyê dûre û bêguneh e. Lê Îran ji destpêkê ve di şerê Xazzeyê de çalak bû û heta tê zanîn hêza plangêr a operasyona Tofana Eqsayê ye. Îran bi xwe jî vê rastîya xwe venaşêre.

Gelo rola Îranê li Rojhilata Navîn aştî û lihevhênan e?

Bi giştî Duran Kalkan di dirêjahiya nivîsa xwe de hewl da Îranê weke hêzeke lihevker a herêmê ku tevlî şer nebûyî nîşan bide. Lê belê, bi Bihara Erebî ya ku di sala 2011 an de li Rojhilata Navîn dest pê kir, Îranê bi hêzên mîlîsên paramîlîter ên ku ji Iraqê heta Sûriyê, ji Lubnanê heta Yemen û Afganîstanê li her derê ava kiribû, xwîn rijand, bi dehan bajar wêran kir, destwerdan li rêveberîya van dewletan kir û bi hezaran kes kuştin.  Îran lîstikvanek e ku di şerê Rojhilata Navîn de rolek pêşeng û dîyerker dilîze.

Duran Kalkan di nivîsa xwe de ji bo êrîşa Kirmanê îşaret bi Tirkiyê kir, îdia kir ku Tirkiyê fermana vê êrişê daye DAIŞê û rasterast îşaret bi wezîrê karûbarê derve Hakan Fîdan kir.

KCKê piştî êrîşa Kirmanê jî peyamek weşand û bi heman awayî diyar kir ku tewanbarê êrîşa Kirmanê Tirkiye ye û DAIŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin.

Lê belê DAIŞ pêkhatekî pirneteweyî ye ku şaxên wê yên cuda ji aliyê pêkhateyên cuda ve dihên birêvebirin. Welatên Ereb, Rûsya û Îran jî hinek baskên DAIŞê birêvedibin. Êrîşên DAIŞê yên li ser herêmê herî zêde Îranê sudmend kir. Îranê şer li derveyî xaka xwe meşand û hemû erdnîgarîya herêmê bi xwînê gevizand. Di vî şerî de kesê herî zêde xwîn rijî kirî Qasim Suleymanî bû.

Kalkan: Dixwazin Îranê jî têxin nava eniya li dijî Kurdan

Duran Kalkan di meqaleya xwe de diyar kir ku Tirkiye dixwaze Îranê bixe nava eniya dijminatiya Kurdan de û wiha dewam kir: “Sedema ku çapemeniya AKPê bi yekdengî êrîşa çeteyên DAIŞê ya li Kirmanê girêdana bi Îsraîlê ve, bingeh de zîhniyet û siyaseta dijminatiya Kurdan e. Bi vî şêwazî “armanc ew e ku bi Îranê li hemberî Îsraîlê texe nava şer de û li gel Îranê PKKê tifaqên nû bi Îranê re çêbike”.

Di dawiya nivîsê de Kalkan wiha got: “Em nizanin dê rêveberiya Îranê ji van peyaman re çi bêje, ji rêbertiya AKP-MHPê re di cephe dijî Kurdan re bêje erê an naa.” Em ê vê bersivê di demek nêzîk de bihîsîn.

Dema mirov li daxuyaniyên PKKê Kalkan dinêre, dixuye ku qey tu siyaseta Îranê ya li dijî Kurd û Kurdistanê nîne. Lê Îran bi ti awayî nahêle kurd li Rojhilata Navîn xwe birêve bibin, bibin hêz û mafên xwe yên çandî û siyasî bi dest bixin. Îran jî bi qasî Tirkîyê xwedî ajandekî dij-Kurd e. Îran li dijî statuya Herêma Kurdistanê xwedî bernameyeke cidî ye, dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Îranê ve hatiye plankirin, êrîşên mûşekî yên li ser Hewlêrê jî bernameyeke Îranê ye. Îran her roj li dijî tevgerên azadîxwaz ên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê suîqastan pêk tîne, Pêşmergeyên Rojhilat şehîd dike, ciwanên Kurd sêdare dike. Tenê di serhildana Jîna Emînî ya sala borî de, nêzîkî sed Kurd bi guleyan rasterast hatin qetilkirin.

Dewelta Îranê “hişê kûr yê siyaseta dij-Kurd a Rojhilata Navîn e”. Duran Kalkan û PKKe bi taybetî ji sala 2014 an û vir ve hewl didin vê rastiyê binixumînin û dixwazin nasnameya dagirkerî ya Îranê veşêrin û weke dewleteke bêguneh-aştîxwaz nîşan bidin.

Nivîsa Kalkan îlana rastîyê wan e, PKKe amûrekî ajandeya Îranê de ye

Nivîsa Duran Kalkan bi serê xwe propagandaya Îranê kirin e. PKKe hewl dide rastiyên dîrokî û rojane veşêre û hewla rewakirina statûya xwe ya li gel Îranê ye. Em dikarin bibêjin ku nivîsa Kalkan îlana rastîya wan e. Di nava PKKê yên siyaseta rojane dîyardikin û dimeşîne piştgirên Îranê e.” PKKe ji sala 2012 an û vir ve hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê li gorî berjewendî û ajandeya Îranê tevdigere.

Bi taybetî li Herêma Kurdistanê siyasetek li dijî Herêma Kurdistanê dimeşîne û kadroyên xwe û ciwanên Kurd ên Êzidî di nava refên Heşda Şeibî de bi cih dike û li dijî herêmê bikartîne. Tevî ku Îran hemû rêxistinên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dike armanç, lê pêkhateyên PKKê; PJAK, KODAR û YRK ê nake armanç. Ji hebûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê weke PDK-Î,PAK,KOMALE li nava axa başûr de jî acize lê belê pêkhateyên PKKê li ser sînorê Asos, Qendîl û Pencewînê li kêleka paygahên Pasdarên Îranê xalên kontrola gûmrika datîne û ji kolberan bacê digirin.

Ji encamên naveroka nivîsa Kalkan ya derdikeve ev e: Berpirsiyarên PKKê yên weke Cemîl Bayik, Mistafa Qarasu û Duran Kalkan bi derfetên Îranê rewaneyî wan kirî dijîn û tên parastin. PKKe di bin parastina Îranê de ye, bi taybetî piştî têkçûna Şerê Xendekan yê di sala 2015 an de. PKKe ji aliyê Îranê ve bi hemû awayî hatiye kontrolkirin. Ne mimkûn e ku PKKe li derveyî berjewendiyên Îranê bikare tevbigere. Ji ber vê yekê ne gengaz e ku ji xeta Silêmanî-Almanya-Şengal û Kerkûkê derbikeve.  

Her wiha danûstandinên di navbera PKKê û dewleta Tirk de û destpêkirina pêvajoyeke çareserîyê a mîna sala 2012 an ji aliyê Îranê ve tu carî nayê qebûlkirin. Di rastiyê de helwesta KCKê û Kalkan, di daxuyaniyên xwe de pesnê Îranê didin û êrîşî dewleta Tirk dikin, di wateyekê ji Îranê dibêjin “Tu têkiliya me bi dewleta Tirk re nemaye û nîne”.

Pêşeroj wê zelaltir bibe ku PKKe hêzeke paramîlîter a ser bi Îranê ye. Gelo PKKe ya ku ew qas bi Îranê ve girêdayî çawa çêdibe ku nûnertîya Kurdan li Rojhilat bike?

Pustên heman beş