Ma PKK bi guhdarîkirina Evdilla Ocalan, divê çekan berde û xwe fesih bike?

Rêberê PKKê Evdilla Ocalan di daxuyaniya xwe ya 27 ê Sibatê de got ku “PKK divê xwe fesih bike, çekan deyne û hemû berpirsiyariya vê pêvajoyê jî li ser min.”

PKK, ku di sala 1974 an de bi civîna Tuzlu Çayirê bû grûp, di 27 ê Çiriya Paşîn a 1978 an de bi civîna gundê Fîsê (Licê) bû partî, di 27 ê Sibata 2025 an de bi civîna Îmralî-Taksîmê jî xwe fesih kir.

Belê, Ocalan ne pêşniyarek kir û ne jî ne alternatîfek pêşkêş kir. Bi gotina “hemû berpirsiyarî a min e”, di rastiyê de PKK ya ku wî rêberiya wê dikir fesix kir.

Niha top li ba PKK yê ye. Her kes li benda daxuyaniya PKK yê ye. Di rastiyê de, daxuyaniya PKK ê dê ji daxuyaniya Ocalan bêtir diyarker be.

Li pêşiya PKK ê sê rê hene

Li pêşiya PKK ê sê vebijêrk hene:

  1. An dê bêjin “Evdilla Ocalan rêberê me ye, em biryara wî qebûl dikin” û bi lidarxistina Kongreyê xwe fesix bikin.

  2. An dê bêjin “Evdilla Ocalan rêberê me ye, lê em dixwazin peyama wî ya bi vîdeo bibînin, divê rêberê me azad bibe, ew jî divê beşdarî Kongreya Biryarê ya PKK ê bibe, divê şert û mercên huqûqî-demokratîk pêk werin”, bi vî awayî dê karê xwe dem bi dem dereng bixin û dê hewl bidin demê qezenc bikin. li heman demê de dê alternatîfên xwe yên cûda binirxînin.

  3. An jî dê bêjin “Em wekî PKK ji xwe re armanceke nû ya siyasî di pejirînin, li Rojhilata Navîn nexşeyeke nû tê çêkirin, em mafê Kurdan yê diyarkirina çarenûsa xwe dixwazin” û bi vî awayî dê kart asor nîşanî Ocalan bidin. Û diyar e ku dema ku vê dikin, dê ji Ocalan bi temamî qut bibin.

Ji van her sê bijarkan, ya herî birûmet di rastiyê de rêya sêyem e. Lê mixabin PKK ne xwedî wê zihniyet, formasyon û ciretî ye ku vê bike. Ji bo vê yekê, tiştê herî baş ew e ku PKK bi biryareke zû xwe fesix bike.

PKK=APOcîtî

Ji 1970 an heya rojame ya îro, di her qonaxeke krîtîk de navê Evdilla Ocalan bi derdorên tarî re têkildar û navekî bi guman e ku di gelek bûyerên tarî de derbas dibe. Lê digel vê yekê jî bi alîkariya dewleta Tirk û heta dewleta Sûriyê hat misogerkirin ku ew PKK ê kontrol bike û bibe yekane serokê PKK ê.

Dema ku Mezlûm Dogan di salên 1980 an de li girtîgeha Diyarbekirê de bû ku navenda îşkenceyê bû, di dadgehê de got: “Em ne APO cî ne. Ev nav ji bo bêqiymet bikin bi zanebûn tê gotin.” Kemal Pir got, “Em ne APO cî ne, Apo jî wekî me kesek e.” Yanî di destpêka PKK ê de Ocalan ne kesekî taybet bû. Lê bi demê re, gav bi gav, Ocalan bû kesekî payebilind li ser PKK ê.

Di sala 1999 an de, dema ku Ocalan çû Tirkiyê, rêveberiya PKK ê xwest riyên xwe ji Ocalan veqetînin. Nûnera PKK ê ya Ewropayê Mizgîn Şen di roja ku Ocalan çû Tirkiyê  bi BBC yê re axivî û got, “Heke ew bê girtin jî, doza Kurd berdewam e, em ê biryarên xwe bigirin.” Piştî wê, Konseya Serokatiya PKK ê axivî û got, “Biryarên ku Serokê me di bin şertên esaretê de bistîne, ne girîng ûem pabend nabîn.”

Tê gotin ku dema Cemil Bayik dîmenên dadgeha Ocalan li TV yê temaşe dikir, berê xwe da Eli Heyder Qeytan û got, “Mirovê te(Ocalan) dîsa em firotin.” Di heman demê de, Kongreya PKK ê amade bû ku Ocalan wek “Rêberê manewî” îlan bike.

Lê Ocalan wê demê bi nivîsandina nameyan ji berpirsê PKK ê yê Ewropayê Mazlum Ebdi, MED TV û Qendîlê re helwesteke hişk nîşan da. Heta nûnerên dewleta Tirk bi helîkopterekê hatin Qendîlê û gef li rêveberiya PKK ê xwarin û xwestin ku ew Ocalan weke serok nas bikin û biryarê wî cibecî bikin. Rêveberiya PKK ê radestî vê zexta dewleta tirk hat. Û di pêvajoya 26 salên borî de, Ocalan li derveyî sînorên ku dewleta Tirk jê re diyar kirî  peyvek tenê jî nekirî ye, Apo ji alîyêdewletêve weke Qayûm hatîye erkdarkirin li ser Kurdan. Û wan ji vê pozîsyona Ocalan îstîfade kir, yanî êdî rêveberiya PKK ê jî wek Ocalan bi guman û qirêj e. Ji ber vê yekê, hêza PKKê nîne ku fermanên Ocalan binpê bikin.

Ji xwe PKK li Kurdistana Bakur êdî têk çûye

PKK ji aliyê leşkerî ve di sala 1993 an de li hemberî dewleta Tirk şikestin xwar. Tevî vê yekê, bi dewamkirina heman xetê, rê vekir ji bo mirina bi deh hezaran kesan. PKK di sala 2015 an de di şerên xendekê de cara duyemîn rastî têkçûna leşkerî hat. PKK niha li çiyayên Kurdistana Bakur xwedî çi sengeran nîne. Çalakiyên yek-du kesî ku carinan ji Rojava diçin, an jî çalakiyên xwekujî yên yek-du ciwanan, ne çalakî ne ku dewleta Tirk di mijara Kurd de neçar bibi. PKK ji aliyê leşkerî ve li bakûr qediyaye.

Ji aliyê siyasî ve jî, çend kesên gendel li Kurdistana Bakur serêkanîya aborî-sîyasî rûniştine û li gor berjewendîyên xwe tevdigerin.

Gelê Bakur rastî xizaniyeke mezin û asîmîlasyoneke dijwar tê. Di encama têkoşîna 51 salî ya PKK ê de, li Bakur tenê 30% Kurd, ew jî piranî li gund û deverên çîyayî, di jiyana rojane de bi Kurdî diaxivin.

Li Kurdistana Bakur şaşiyeke hişmendiyê heye. Hemû girseya ku li meydanan dicivin ne endamên bingehîn ên PKK ê ne. Yanî heke PKK guh nede Ocalan jî, zede tiştekî ku ew bike nemaye.

PKK wekî binyatê rêxistinî jî qediyaye

PKK bûye mahkûmê avahiyeke rêxistinî ye ku li Rojava,Şengalê û silêmanîyê bi Îranê li ser lingan dimîne. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, lê herwiha ji aliyê rêxistinî ve jî rastî qedandinê tê.

Berî her tiştî, rêveberiya sereke ya PKK ê êdî ji aliyê temen, tenduristî û derûnî ve nikare rêxistinê birêve bibe. Cemil Bayik 72 salî ye, Qarayilan 70, Mistafa Qarasu 75, Duran Kalkan jî 71 salî ye.

Layenên nêzîkî PKK ê diyar dikin ku ev mirov êdî bê alîkariya derdorê nikarin rûnin û rabin, û destpêka nexweşîya dêmansê li ba Qarasu heye. Li lûtkeya rêxistinê rewş ev e. Kadroyên salên 1990 î tene çend kes mane. Tê gotin ku ew ji aliyê derûnî ve têk çûne û piraniya wan dixwazin biçin deverên derveyî şer. Herwiha şervanên nû jî nakevin nava disiplîna rêxistinê.

Pêkhateyên ser bi PKK ê wekî KCK, PAJK û KJK di dawiyê de di sala 2016  an de kongre lidardixistine. Kongreyên ku di rewşekasayî de divê her 2 an 3 salan carekê bên lidarxistin, ev 9 sal in nehatine lidarxistin.

Ango PKK di rastiyê de ji aliyê rêxistinî ve di nav tengasiyeke mezin de ye. Ne di rewşeke çalak û biryarder da ye.

Pêkanîna bangawaziya Ocalan ji aliyê PKK ê ve di berjewendiya Kurdan de ye

PKK xwedî xeteke neteweyî nîne, daxwazeke wê ya şênber tune. Tenê hêzeke ku enerjiya Kurdan dadiqurtîne û tevgereke dijî-Kurd e. Lê dîsa jî, wekî kirasekî şêta li Kurdan hatiye kirin. Ne tenê li Bakur, lê herwiha li parçeyên din jî êrîşî Kurdan dike û wekî hêzeke paramilîter tê bikaranîn. Hebûna çekan di destê tevgereke wisa de ne li berjewendiya Kurdan da ye.

Heke ew guh nede bangawaziya Ocalan, dê vê carê hêza xwe ya leşkerî û alîgirên xwe ji bifirojin hêzên din. PKK bi vî awayî bûye hêzeke paramilîter a ku her kes dikare wê ji xwe re bikar bîne. PKK ya Îranê heye, PKK ya Tirkiyê heye, PKK ya Iraqê heye, PKK ya Heşdî Şebî heye, PKK ya lobiyên a dewletên Rojavayî jî heye. Lê PKK ya Kurdan tune ye. PKK ne tevgereke Kurdistanî ye. Çiqas temenê wê dirêj bibe, ji bo rant û tavîzên zêdetir, wê xwe zêdetir bifiroşe û êrîşî Kurdan bike. Ajandayên tarî li ser Kurdan ferz dike. Û ji bo Kurdan ti daxwazeke şênber pêşkêş nake. Ji ber vê yekê, fesixkirina PKK ê wê bandoreke neyînî li ser Kurdan çêneke. Ya herî girîng ew e ku ciwanên Kurd dê di şerekî bêwate,bêarmanç de canê xwe nedin.  bedena ciwanên Kurd dê wekî amûrekî danûstandinên PKK ê neyê bikaranîn. Em piştgiriya Ocalan nakin. Lê em piştgiriya daxuyaniya Ocalan dikin. PKK divê xwe fesix bike, divê nuqteyekê deyne dawiya dîroka xwe ya 51 salî ya biserneketî û tarî, da ku qadên têkoşînê yên ku wê dagir kirine, bigihîjin xwediyên xwe yên rastîn.

Pustên heman beş