Tirkiyê kuştina berpirsekî din ê PKK’ê li Silêmaniyê eşkere kir

Tirkiyê kuştina berpirsekî din ê PKK’ê li Silêmaniyê eşkere kir

Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (Mît) eşkere kir, wan yek ji endamên Îstixbarata PKK’ê yê bi navê Hesen Seburiyê ku nasnavê wî “Rêdûr Baz”e li bajarê Silêmaniyê kuştiye.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadoluyê ragihand, Mîtê “Rêdûr Baz” ku hatiye tesbîtkirin li dijî Tirkiyeyê îstixbaratê berhev dike, xebatên kifş û çavdêriyê bi rê ve dibe li Silêmaniyê kuştiye.

Li gor agahiyên Ajansa Anadoluyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtîn, Sebûrî par ji Îranê tevlî refên PKK’ê bûye û ji bo ku ji rêxistinê re xebatên komkirina îstixbaratê, kifş û çavdêriyê bike perwerde dîtiye.

Her weha hat eşkere kirin ku Sebûrî li bajarê Silêmaniyê mijûlî kar û xebatên girêdayî PKK’ê bûye, û her li Silêmaniyê Mîtê bi operasyoneke taybet ew kuştiye.

Pustên heman beş