Kî dê baca kuştina 9 leşkeran bide?

Li ser derbasbûna şerê çekdarî yê PKKê bo nav xaka Başûrê Kurdistanê gelek sal derbasbûn, PKKe bi derew û dirûşmên xapînok vê şerî di meşîne, ser encam berxwedaneke bê wate ku çi sûda wê ji boy Kurdan tune li holê ye. Bombebaran, veguhertina bi sedan gundan bo navçeyên şer û nêzîkbûna pevçûnan bo nava gund û sînorê bajarokan, her wiha ji destdayîna lûtkeyên sitratejîk jî bûn para Başûrê Kurdistanê, bi kurtasî herku diçe Başûrê Kurdistanê pêtir zirara vê pevçûnê dide.

Êdî geşkirina berxwedanê bi wateya radestkirina axê tê

Bi destpêka demsala zivistanê, PKKe bi rengekî sîstematîk hincetan dide dewleta Tirk ku êrişa Başûrê Kurdistanê bike, ji zivistana sala 2019ê ve artêşa dewleta dagîrker li dehan lûtke û herêmên sitratejîk yên Başûrê Kurdistanê bi sedema vê siyaseta PKKê cîh bûn, îsal 2024an jî PKKê soz daye dewletê ku hinek herêmên din jî radestî wê bike û ji boy vê hinek çalakî kirin, tişta pêkhatî bi kurtasî eve: “Dewletê hinek eskerên xwe feda kirin, ji bo ku piştire hincet hebe operasyonên berferh li Başûr pêkbîne” .

Roja înî 12\1\2024ê PKKê li Amêdiyê 9 leşkerên Tirk kuştin, rêxistin ji wê rojê ve wisa bangeşeya vê çalakiyê dike her weke Bakurê Kurdistanê rizgar kiriye, her sal ev senaryo dubare dibe, ango rêxweşkirin bo destpêkirina operasyonên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rîya hincet dayînê bi kuştina komeke leşkeran.

Bi dehan herêmên din dê bibin navçeyên eskerî

Ev yêk jî çêbû, direngiyên şeva şemî 12\1\2024ê Ardogan civîneke bilez ya ewlehiyê xwest ji bo ku mekanîzma guncaw ya bersivdayîna PKKê li Başûr û Rojava bên nîqaş kirin, hêjan civîn bi dawî nebûy balafirên şer bi sedan bomb li Metîna, Xakurkê û Qendîlî yên Başûrê Kurdistan û Dêrk û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê barandin, bi îhtîmaleke pir mezin dehan gundên din yên Başûr vê zivistanê wê bi sedema dijwarbûna êrîşan bibin herêmên şer û werin çol kirin.

Dewleta Tirk li rojên pêş me dê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê zêde bike, bi alîkarîya PKKê dê qûnaxeke din li vê derê hête pêş û hinek herêmên din dest bixe, PKKe jî dê pêtir mijara kuştina du sê leşkeran weke serkeftina li ser dagîrkeran bike destkeftî û gelê Kurd pê xapîne.

Li Rojava ji meha çirya êkê ya 2023an ve, herî kêm 90 saziyên jêrxaneyî, abûrî û xizmetguzarî ketine ber êrîşan û hatine wêran kirin, ango PKKe dixwaze bi vê soyaseta xwe kanê çawa Bakurê Kurdistanê di Şerê Xendekan de wêran û kavil kir, bi heman awayî Rojava û Başûr jî kavil û wêran bike.

Xebata çekdariya 40 salî çi destkeft bo Kurdan çêkir?

Di ser 15 tebaxa 1984ê re ku destpêka şerê çekdarî yê PKKê bûye li dijî artêşa Tirk, nêzî 40 salan derbas bûn, divê Kurd vê pirsê bikin, qey çi destkeft û sûd ji van 40 salên şer hatin dest xistin. Doza Kurdan li çi astekî hişt? Bakur, Başûr û Rojava û Rojihlat berî pêngava çekdarî çawa bûn û niha çawa ne? Bi kurtasî PKKê ev 40 sale çi pêşkêşî Kurdan kir? Bersiv gelekî zelale û berçave, Bakur kavil kir û bo Tirkan hişt, artêşa Tirk her salê pêtir kêşî kûrahîya Başûr dike, Rojava hinekî maye weke Bakur tam bibe wîlayetek Osmanî, li Rojihlata Kurdistanê jî PKKe pêş nîzamê ve partî û tevgerên azadîxwaz yên Kurdistanî tepeser dike.

PKKe ya ku qada rastîn ya xebata wê Bakurê Kurdistanê, bi salane wê Bakur hiştiye û hatiye ji boy lêdana statoya Başûr şerê xwe yê saxte derbasî vê derê kiriye, PKKe ku îro bûye beşekî Heşda Şebî û Îranê û amûrê destê MÎTê û Êtîlaatê, divê ji dervey qezya Kurdî lê were nêrîn, 40 salên xebata çekdarî îspat kir ku partiya jê re tê gotin “Partiya Karkerên Kurdistanê” li ser navê Kurdan li dijî Kurd û Kurdistanê bi xwe tev digere û çi destkeftiyek bo Kurdan çênekiriye.

Pustên heman beş