Êrîşa Îranê ne tenê li ser Hewlêrê bû, li ser pêşeroja azad a hemû Kurdan bû

Êrîşa Îranê ne tenê li ser Hewlêrê bû, li ser pêşeroja azad a hemû Kurdan bû

Em li ser navê malperê  xwe yê weşanê êrîşa Îranê ya şeva 15 ê Çile ya bi fuzeyên balîstîk ên li dijî Hewlêra paytexta Kurdistanê û qetilkirina 5 welatiyên ku di nav wan de pitik jî hebûn şermezar dikin û bi tûndî lanet dikin.

Serok Barzanî bi kurtî ev êrişe wiha bi nav kir: Armanc teslîmkirina îradeya gelê Kurd e

Îranê bi vê êrîşê çi armanc kir? ev pirs dê demdirêj were nîqaş kirin. Peyama cenabê Serok Barzanî ya piştî êrîşê, “Dikarin me bikujin, lê nikarin îradeya me teslîm bigirin” ev êriş di warê siyasî-leşkerî û jeopolîtîk kurt û cewherî pênasekir û tiştên ku divê bên kirin jî eşkere kir.

Ev êrişa terorîstî ya Îranê sansasyonel e û ji bo peyaman dayînê bû. Nexwe, li hemberî hêzeke ku gef lê dixwar, nehatîye kirin. Wext û armanca bûyerê jî diyar dike ku Îran bi şêwazê xwe peyaman dide. Yên ku hewl dan mala karsazê Kurd weke navenda MOSSAD ê nîşan bidin, bi cenazeyê Jîna ya 11 mehî ya şewitî û Qur’anên di malê de şawitî şermezar û rûreş bûn. Îraq jî neçar ma û dîyar kir ku malbatek sivîl hatîye armançkirin. Îranê di dîroka xwe de ti carî tu baregehên MOSSAD ê nekiriye armanç.

Ger em bibêjin Îranê ji ber hebûna Amerîkayê êrîş kir, em rastîyê bînin pêşberî we: Amerîka li gelek cihan baregehên xwe hene. Qeter jî di nav de, di bin difna Îranê da baregehên mezin hene û heta niha Îranê yek êrîş jî li ser wan nekiriye. Herwiha li navenda bajarê Silêmaniyê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya gelekî girîng heye. Di navbera vî baregehî û baregeha Îranê de tenê 3 km heye. Her wiha Emerîka balafirxaneya Silêmaniyê pir ektîv bi kat tîne. Lê Îran rojekê jî ev bingehan bi gotin jî nekirîye rojeva xwe.

Ji sedsala 20 an ve li ser Kurdan qirkirin û hewldanên teslîmgirtinê heye. Li aliyê din Hewlêr di vê sedsalê de sembola têkoşîn û destkeftên Kurdan e. Kurd di warê sîyasî,aborî,leşkeri û nirxên neteweyî li Hewlêrê tên temsîlkirin.

Dema ku serokwezîr li Davosê bû êrîş kirin, peyam gefa “aborî” ye

Ne tesadufe ku roja ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çûyî Lûtkeya Aborî ya Cîhanê a Davosê karsazekî girîng bû hedefa êrîşên Îranê. Ev êriş gefe li ser pêşketina Kurdistanê di warê aborî,sîyasî û diplomatîk de. Îran dixwaze vê peyamê bide Kurdan “Divê Hûn teslîmî me bibin”

Herêma Kurdistanê bûye bazareke aborî ya navnetewî ev yek netewebûna Kurdan jî bi xwe re pêşdixe. Ji ber vê yekê aboriya Kurdan di bin êrîşên piralî de ye. Gendelî, nakokiyên sermaye, spekulasyonên li ser dahata petrolê, nûçeyên spekulatîf û hwd, ev hemû hewldanên jinavbirina aboriya Kurdan in.

Serxwebûna aborî ya Kurdan hemû hêzên herêmê ditirsîne. Ji ber ku aboriyek bihêz hêza siyasetek serbixwe û şiyanek girîng a çalakiya navneteweyî peyda dike. Paşverûyên herêmê û hin neyarên kurdan yên rojavayî bi hev ra tevdigerin da ku Kurdistan nefta xwe nefiroşe. Siyaseta dorpêçkirina aborî û siyasî ya Kurdistanê heta îro berdewam e.

Îran teslîmiyetê li ser Herêma Kurdistanê ferz dike

Îran li herêma Rojhilata Navîn kariye bandorê li ser Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê bike û desthilatên nêzîkî xwe damezrîne. Û karî xwe bigihîne gelek xalên Iraqê, di nav wan de Sunne jî hene. Lê nikare xeta serxwebûnê ya ku navenda wê Hewlêrê kontrol bike. Îran Ji aliyê siyasî, îtîbar û erdnîgarî ve neketina Hewlêrê di bin kontrola xwe de bi pirsgirêkeke mezin dibîne. Ji ber ku hikûmeta Hewlêrê li gorî diyalektîka têkilî-nakokiya bi her kesî re, her ku dibe bila bibe siyaseta serbixwe dimeşîne. Ji bo ku Hewlêr neba cihê şer û pevçûnên hêzên herêmî ji sala 2012an ve hewlên mezin dide.

Xwepêşandanên mamostayan, nakokîyên ku Silêmanî gûr dike û pêşdixe, destdirêjiya cehşên PKK’ê hemû li ser vê ajandeyê dimeşe. Îran wisa difikire ku Kurd wê weke serdema peymana 1974 dê hên perçiqandin. Îran bi êrişên terorîstî dixwaze Îradeya Hewlêrê a sîyasî bitirsîne û pay re teslîm bigire. Yanî dewleta Iraqê 90 sala bi komkujî û Enfala hewl da ku Kurdan teslîm bigire, lê serneket vêca Îran ma dikare bi çend mûşeka Îradeya Kurdan teslîm bigire?

Yekane navenda ku hîç teslîm nebûyî: Rêbaza Barzanî ye

Sedema bingehîn ya kemalîst, Tirkên îslamî û siyaseta Îran-Faris ewe ku Rêbaza Barzanî ya Serbixwe têk bibin. Siyaseta Barzanî dem bi dem disekinî be jî, lê ti çarî teslîm nebû ye. Dijminê Kurdan vê rastîyê baş dizanin.

Jixwe YNK’ê xwe radestkirîye. YNK’eya di bin serokatiya Bafil Talebanî, weke baskê Heşda Şeibî ye. her wiha ew gilêşê sîyasî yê weke Şasiwar Ebdulwahîd û PKK jî bi heman awayî wek pêkhateyên herêmî yên Îranê ne. Ji bo vê jî dibêjin ”eger em Barzanî bi paş ve bikşînin, Kurdistan dê bikeve nava destê me de” Ev rastî pir zelal e. Yanî tekane hêza ku li hember siyaseta dorpeçkirin û girtina Kurdistanê ji aliyê  Îran û Tirkiyê ve li ber xwe dide, kevneşopiya siyasî ya Rêbaza Barzanî ye. Sedema bingehîn a ku li hundir û derve ewqas êrîş li ser xeta Barzanî tê kirin eve. Rêbaza Barzanî ji bo Kurdan sîwaneke keramet û azadîyê ye divê Kurd di bin vê sîwanê de bicivin. Da ku azad û aram bijîn.

Kurd ji her çar alî ve di bin dorpêçê de ne

Rastî û encamên siyasî yên êrîşa li ser Hewlêrê wê demeke dirêj di rojeva me de were nîqaşkirin. Îhtimal heye ku bi taybetî di meha biharê de pêvajoyeke bi nakoktir dest pê bike. Bi giştî sala 2024an ji bo Kurdan wê bibe saleke dijwar. Dixwazin dîsa Kurdistanê parve bikin û dîsa dagir bikin. Gefên ku me rêz kirine ne tenê ji bo Hewlêrê ne. Ev xeterî di serî de li ser Rojava û hemû Kurdan e. Îro hinek derdor ji êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê kêfxweş in, ew we dizanin ku Rêbaza Barzanî dê lawaz bibe. Bila kes xwe nexapîne û dilxweş nebe ji ber ku Hewlêr bi qasî dijmina xwedî dost û hêze jî. Rewa dîtina êrîşên li ser Hewlêra paytext, dê pêşîya dagirkirina Qamişloka rengîn û ji nav birina Silêmanîyê jî bi xwe re bîne. Divê Kurd bi êşên hevdû xemgîn bin ne keyfxweş bin.

 Statuya Başûrê Kurdistanê weke hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan destkeftiyeke girîng e û garantiya paşeroja azad e. Her Kurdê ku êrîşa li ser Kurdistanê weke êrîşeke li dijî jiyana xwe ya takekesî û malbatî nebîne û ji bo parastina wê hewl nede, bi zanebûnan be yan jî bê zanebûn dibe şirîkê dagirkeran.

Belê me ewqas behsa dijminan kir, divê em çend gotinan me jî ji cehşan jî hebe. Dibêjin “Gur zivistanê derbasdike, lê sermaya wê ji bîr nake.” Belê, em ê li hember dijminan li ser lingan bimînin, lê medyaya PKK ê ku di televizyona xwe de hewl dide Îranê bêguneh nîşan dide ji bîr nakin. Yên ku keyfa wan bi vê êrişê hatî û sersaxî li mexdûran nedayî em jî bîr nakin. Çawa ku em dijminê xwe yê har û xedar ji bîr nakin, em ê dijminkarîya cehşên wan jî bîr nekin.

Pustên heman beş