Di rêbazê de Şoreşa Gulanê

Di rêbazê de Şoreşa Gulanê

Bûbê Eser

Şoreşa Gulanê jî weke şoreşa Îlona berhemek ji berhema rêbazê ye. Lewra jî dema mirov xwest vê şoreşê fêr bibe, divê mirov bi awayekî berfireh li ser hêz û erka şoreşa Îlonê raweste da ku bikaribe şoreşa Gulanê şirove bike. Li ser hêjayî, qîmet û destketiyên wê rawest e.

Ez ê bixwazim di vê nivîsa xwe de bi kurtayî li ser van herdu şoreşên li gor destûr û bernameya rêbaza pîroz çi guherandinên mezin di jiyana gelê kurd de kirine rawest im. Rawestim da ku Kurd hêz û qawetê vê rêbazê nas bikin. Divê kurd baş fêr bibin ku bê rêbaz azadî û serxwebûna miletekî weke Kurdistanê zehmet e.

Ji ber vê girîngiyê ye ku divê em weke kurd berê rêbaza xwe nas bikin. Dûre jî bikaribin tiştên vê rêbazaê di jiyana gelê me de pêk aniye bibînin.  Rêbazê gelek şoreş di jiyana gelê kurd de kirî ye. Lê ji wan du şoreşên ku kurd ji mirinê xilas kirî ye. Şoreşa Îlonê û ya Gulanê ye. Loma min xwest hinekî vê vekim da ku em şoreşên bi serpereştiya Barzaniyan û rêbaza pêk hatine baş nas bikin.

Heta sala 1946an gelek şoreş û berxwedan li tevaya Kurdistanê pêk hatin, lê ji wan yek jî bi ser neketin. Faris, Ereb û Tirkan qatlîamên mezin kirin. Wan xwestin gelê me bi tevayî ji holê rakin û xelkê me bê deng bikin. Ji xwe ew şoreşên ku heta 1946an pêk hatibûn, têk çûbûn. Li seran serê cihanê Kurd bê xwedan û bê hêvî kiribû. Lê di sala 1945 û pêde xebata ji bona azadiya Kurdistanê, li rojhilat hêdî hêdî liviya, xweştir û baştir dibû. Haziriya şer û berxwedaneke fireh dihate kirin da ku li hember dagirkerên Faris şerê azadiyê bikin.

Bi girtina biryareke weha hate dîtin ku kurd hîn jî zîndî ne, li ser lingan in û ji bona bi desxistina mafê xwe ê rêwa berxwe didin. Vê kêfa Kurdan ji nû de anî. Lewra dema Barzaniyên ku di serîhildanên xwe yên li hember rejîma Irakê de wendekiribûn, berbi birayên xwe yên Rojhilatê de çûbûn. Ji ber zilma û zordariya dagirkerên Irakê li wir bi cih bû bûn. Lê daxwaza Barzaniyan her gav azadiya Kurdistanê bû. Lewra jî wan ji sala 1907an de ji bona vê armanca pîroz li hember dagirkeriyê serî hildabûn. Lê bi alîkariya hin eşîrên kurdan ku li ba dijmin cih girtibûn, bi ser neketin. Ji bona ku milet û mirovên wan bi tevayî nayên qetilkirin û wan biparêzin, berbi rojhilat de çûn, li wir bi cih bûn lê jiyana wan ya wir gelek zor û zehmet bû.

Dema ku li rojhilat biryara şerî azadiya kurdan ya li hemberî dagirkerên Iranê heta girtin, vê kêfa Barzaniyan û bi taybetî ya Barzaniyê nemir anîbû. Loma hemû Barzaniyan li ba brayên xwe yên rojhlat cihê xwe girtin da ku ji bona azadiya Kurdan şerê azadiyê bikin. Berhema wî şerî, du hêjayî ji bona me anî. Yek Komara Kurdistan li Mihabadê hate damezirandin. Ya din jî Barzaniyê nemir ji ber xebat û zîrekbûna xwe weke serokê gelê Kurd ê neteweyî, hate destnişankirin, ango piştre ev weha hate fêmkirin. Lê çi mixabin ev Komar ne li gor hesabên gelek dewletên mezin bûn. Loma piştî salekê hate ruxandin û serokê wê Qazî Muhamed hate bi dardekirin. Lê Barzaniyê Mezin serokê neteweyî ê Kurd ku li wir bi xebata xwe bû bû Generalê miletê xwe, xwe teslîmê dijmin nekir û ew li gel 518 çekdarên hevalên xwe berbi sovyeta berê de çûn. Li wir bi cih bûn.

Piştî ruxandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, êdî ji nû de û li seranserê cihanê Kurd bê deng man. Ji ber ku heta wê demê li her çar perçên Kurdistanê şerê azadiya Kurdan hate temirandin û bêdengkirin. Miletê Kurd hate qetilkirin, wêrankirin û surgunkirin (koçber). Bi vê bêdengiyê dijminên kurdan kêf kirin. Wan bawerî anîbûn ku Kurd dê êdî nikaribin serî li hemberî wan hildin. Lê serokê neteweyî Barzaniyê mezin vê kêfa dijmin di qirika wan de hişt û piştî ji sovyetê vegeriyan ji nû de dest bi şerê azadiya Kurdistanê kirin. Vî şerî ango vê serîhildanê, kurdên ku bi tevayî bê hêvî mabûn, bi hêvî kir. Kurdên ku li gor dijmin miribûn ji nû de zindî kir. Yanî şoreşa Îlonê ji nûde zîndîkirina gelê Kurd û berxwedana azadiya wî bû.

Şoreşa îlonê ji bona kurdan li Irakê otonomî bi dest xist. Lê ew jî nehat hesabê dijmin, loma jî li hev civîyan da ku wê têk bibin û bi ser jî ketin. Lê şerê Kurdan ya ji bona azadiya Kurdistanê û bi serokatiya serokê neteweyî Barzaniyê nemir û ligor xalên vê rêbaza pîroz her berdewam kir. Berdewamiya vî şerî û biryargitina ji nûde dayîna şer ji bona azadiyê di roja 26.05.1976an de hate girtin. Loma jî bi vê biryara hêja û delal û dîsa bi serperiştiya Barzaniyê nemir ku îro Kurd li başûr bûne xwedê destkevtiyekê û bi aweyekî federe li gel Irakê jiyana xwe berdwam dike, bû.

Lewra ez dibêjim û divê neyê ji berkirin: Di şoreşa Kurdistanê ya li Mihabadê de em Kurd bûne xwedî serokekî neteweyî ew jî Mistefa Barzaniyê nemir bû. Şoreşa îlonê, ji nû de zindîkirina gelê kurd û ya gulanê jî azadiya wî bû. Lewra jî pêwîstiya ku gelê Kurd bi berfirehî li ser van rawest in, şoreve bikin û bidin nasîn, heye. Bi taybetî divê ciwan van herdu şoreşan baş binasin da ku dîroka xwe bizanibin.

Aha vaye berhemên van şoreşana û rêbaza Barzaniyên nemir, me kurdan gav bi gav ber bi Kurdistaneke serbixwe dibe. Ev Kurdistana ser bi xwe wê bibe, ruh, can, çav û mejiyê kurdan loma divê herkes her kurd îro ji bona armanca Kurdistana serbixwe kar û xebatê bikin. Rêbaza pîroz nas bikin da ku bizanibin bê çima rêbaz ewqasî girîng e.

Pustên heman beş