Ji her 3 kadroyên PKKê yêk jê MÎTe

pkk-mit

MÎTa Tirk di salên rabûrî de pir bi başî ketiye di refên PKKê de, tenzîma wê di astên jêr û jûr yên rêxistinê de ewqas zehif bûye ku gihîştiye wê astê heger kadroyên PKKê xwe rêz bikin û werin hesab kirin, êncam dê wisa derkeve, yêk dû yê sêyemîn jê MÎTe, yêk dû dîsan yê sêyem MÎT e û wisa.

Cîh girtina îstixbarata Tirkiyê ya ku jê re dibêjin “MÎT” di PKKê de ne tiştekî nû ye, MÎTê ji qedîm cîhê xwe di nav vê partiyê de qayîm kiriye, bi sedan delîl û vîdyo vê gotina me îspat dikin, ji bûyera 7 nîsana 1972yan wexta Ocalan di xwepêşandanên çepên Tirkan de hatiye girtin û di zû de hatiye berdan, heya zewaca wî ya bi Kesîre Yildirim ku keça berpirsekî MÎTê bû, dîsan itirafên wî yên ji boy MÎTê û dadgehê û amadehîya wî ji boy xizmeta Tirkiyê, bi kurtasî piştî vegera Ocalan bo Tirkiyê li sala 1999ê, vegera ku PKKe navê komplo lê dike, xebata vê hereketê tam kete di xizmeta dewletê de, taybet piştî sala 2004ê ku Ocalan bi fermî bû hêzek ji bo cêbecêkirina poletîkaya dewleta Tirk, mixabin ev yêk heya roja me ya îro wisa maye.

Ew ji malbatê ye

Her wiha gotina Ebdulrehman Dilpak zilamê dewleta kûr ya Tirkiyê jî mînakeke zelal û ber bi çave ku Ocalan ji MÎTê ye, wexta gotî: Kesîre a hevjîna Ocalan MÎT bû, xezûrê wî jî, wate ew ji malbatê ye!.

Di vê nivîsê de emê zêde behsa dîroka PKKê û çawaniya ketina MÎTê di refên rêxistinê de nekin, emê behsa 4 salên dawîn bikin ku di van salan de MÎT zehif di PKKê de li astên jêr û jûr cîh girt.

Wezîrê karên hundir yê berê yê Tirkiyê Silêman Soylu, di daxuyaniyeke xwe da gotbû: “Çavkaniyên me yên li Qendîlê zehif hene, bi sedane, ne wele bi hezarane”. Ev gotin dihête wateya ku tu civîneke PKKê bê hazirbûna çavkaniyên dewletê yên di PKKê de nayê li darxistin, MÎT ew qas di rêxistinê de kûr çûye ku bi endamên wê yên li xeta jûr tawlê û domînê dilîze û çayê vedxwe, eynî tişt li xeta jêr jî bi hevre birinca bi maş dixwen.

PKKê di çar salên dawîn de îxaneteke mezin li dehan kadroyên xwe yên payebilind kir, hemû pêşkêşî MÎTê kirin û her yêk bi rîyekê hat tasifye kirin, taybetî li Silêmaniyê û Rojava Kurdistanê. Di meha yek ya 2024ê de jî tenê bi operasyonên taybet MÎTê 6 kadroyên PKKê kuştine piranî jê bi çeka bêdeng.

Li 18 kanûna duyemîn 2024ê MÎTê kadroya PKKê “Firyal Silêman Xalid” li Kerkûkê bi çeka bêdeng kuşt, li 4 kanûnê jî kadroyê PKKê “Sadiq Şêx Ehmed” li Silêmaniyê û her bi çeka bêdeng, li 12 kanûnê polîsan cesedê kurdekî bakur kuştî di apartmena wî de li Dihokê dîtin, MÎTê du kadroyên din jî bi balafrên keşfê li sînorê Amêdiyê û Silêmaniyê kuştin yêk jê bi “Aso Hewramanî” tê naskirin.

Di heyama dawîn de, PKKê hejmareke zêde ya kadro û fermandarên xwe yên asta yekem û duyem bi destê MÎTê tasfiye kirin, ji wan “Şukrî Serhed, Zîlan Konya, Emîn Bextarî, Elî Qendîlî” û yên din. Ew ji baskê leşkeriyê PKKê dihatin hesbandin, li gel dehan kesên din ku ji nîvê sala 2021ê ve bûne armanca bombebarana asmanî.

Li 2023an jî bi tevahî 63 kadro, fermandar bûne hedefa operasyonên taybet yên MÎTê, gelek jê endamên komîteya navendî ya partiyê bûn.

Operasyonên sûîqestê yên ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve li Başûrê Kurdistanê tên kirin, ne nû tên hesbandin, lê di mehên borî de dû qat zêde bûne, ev jî bi wê wateyê tê ku “MÎT” ewqas di PKKê de çalak bûye ku cîh, navend û tevgerên endamên çalak yên PKKê gav bi gav di zane û teqîb dike, piştî ku fermana tasfiyekirina wan ji rêbertiya PKKê tê pejirandin.

Pustên heman beş