Li Dîlokê kesekî xwe û 3 kes ji malbata xezûrê xwe kuştin

Li Dîlokê kesekî xwe û 3 kes ji malbata xezûrê xwe kuştin

 Li Dîlokê kesê bi navê Xelîl Çaglar ku bi hevjîna xwe re di pêvajoya telaqberdanê de bû, gule bi ser mala xezûrê xwe ve reşandin. Hat zanîn ku di vê êrîşê de mirî û birîndar hene û kujerê malbatê xwe jî kuştiye.

Hat ragihandin, Xelîl Çaglar ê ku li navçeya Nîzîpê ya Dîlokê di pêvajoya telaqberdanê de bû çû mala xezûrê xwe ya li Taxa Belqisê û bi ser malê re gule reşandin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 4 kes mirin û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hat zanîn, Xelîl Çaglar, beriya ku vê êrîşê bike; bi hevjîna xwe re ketiye nav nîqaşê û piştre çekê xwe derxistiye û bi ser hemû takêdên malbatê ve gule reşandine.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, 3 kesan li cihê bûyerê can dane û 3 kes jî bi giranî birîndar bûne. Her wiha hat zanîn kujerê ku ji cihê bûyerê reviyaye û fêm kiriye ku nikare ji polîsan bireve; bi heman çekê gule berda serê xwe û xwe jî kuştiye.

Pustên heman beş