Rêbaz, Barzanî û Şoreşên wan li Bakurê Kurdistanê!!!

Rêbaz, Barzanî û Şoreşên wan li Bakurê Kurdistanê!!!

Bûbê Eser

Min berê behsa du şoreşên vê rêbaza pîroz kiribû. Niha em ê bi hevre yek bi yek wan şoreş û guherandinên vê rêbaza pîroz di jiyana kurdan de û li her çar perçan çi kirî ye rawestin.

Şoreş ew tişte ku dema hewcedariya guherandinekê hebe pêk tê. Şoreş ew tişte ku dema miletê bindest bixwazî xwe ji bindestiyê azad bike wê dike.

Bi kurtasî şoreş, nûjeniye, azadî û serbestî û serxwebûn e. Ji ber vê ye ku piştî dagirkirina kurdistanê û bindestiya kurdan, kurd jî qet vala nesekînîne. Ji bona kurd welatê xwe azad û gelê xwe bi serbestî bide jiyandin, her şoreş kirine.

Weke em dizanên, şoreşa îlonê ji nûde de zîndîkarina kurdan û xwedî li xwe û welatê xwe derketandin bû.

Şoreşa Gulanê jî hîmên deweletbûna kurdî bi asasekî saxlem ku kurd kir xwediyê perçakî azad, bû. Lê gelo piştî van şoreşana vê rêbaza ku Kurd tim behsa wê dikin. Ji bona herçar perçeyan çi şoreş û guherandin pêk anîye. Ez êdî li ser wê rawestim.

Di piraniya şoreşên li her çar perçên Kurdistanê hatibûn kirin. Ji bilî damezrandina Komara Kurdistan li Mahabadê yek jî bi ser neketibûn. Bi wendakirineke mezin têk çûbûn. Dûre dewletên mezin piştî salekê Komara Kurdistanê jî wêran kirin.

Lê kurd û bi taybetî Barzanî bê altarnatîf neman. Li gor destûr û bernameya vê rêbaza pîroz bi du şoreşan kurd ji tunebûnê xelas kir. Heger hûn ya rastî bixwazin min û gelek canik û camêrên din me gelek caran behsa şoreşe îlon û Gulanê kirine.

Piştî şoreşa îlonê û destpkirina şoreşa gulanê kurd fêrbûn ku dikarin bi serpereştiya Barzaniyan û li gor xalên rêbazê dewleta xwe damezirînin û bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku şoreşa gulanê bû sedema danîna hîmên dewletbûnê.

Bi saya wan herdu şoreşan îro em li başûrê kurdistanê xwedî dewleta xwe ne. Dîsa bi saya van şoreşana em ê di nêzde bibin dewleteke serbixwe.

Heta vir temam e û em kurd qerzdarê van şoreşana û rêbaza pîroz in. Di nava vê tekoşîn û şoreşande, Barzaniyê mezin kurd kirin xwedê rêbazekê ango xwedî felsefeyeke ku rêya azadî û serxwebûnê bi xwe re dianî û asasê dewletbûnê ji nûde datanî.

Lê min xwest piştî azadiya başûrê kurditanê û heta niha li perçeyên din gelo çi şoreş pêk hatin. Çawa pêk hatin û li ser destê kê ev hatin kirinê, ji bona we vebêjim…

Me dît û em hemî bi hevre bûne şahidê wê yekê ku piştî azadiya başûr kurdistanê û heta niha hemî Barzanî têdikoşin bo me kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurdî li ser asasê vê rêbaza pîroz ragihînin.

Ev kar jî hêdî hêdî lê bi gavên asasî hatin û têna avêtin. Lewra bi destên serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî jî çend şoreş pêk hatine. Min xwest vê ji bona we vekim da ku em kurd hêjayî, qîmet û rûmeta Barzaniyan û vê rêbaza pîroz, bizanibin. Bibînin ku hemî Barzanî li gor rêbaza pîroz û li ser xeta neteweyî karê xwe kirine û dikin.

Bala xwe bidinê. Piştî damezrandina komara tirk. Li tirkiyê û i bakurê kurdistanê navê kurdistanê qedexe bû. Bi gotina vî navê pîroz kes dikarîbûn bi salan hefs razana. Ji bona ev keraseta xerab rabe, rêzdar Mesûd Barzanî bi çûyina xwe ya bakurê kurdistanê du şoreşên girîng pêk anî.

Dema serokkomarê kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî di sala 2017an de li gel Şivan Perwer çûbû bakurê kurdistanê, bi wê çûyina xwe wî şoreşek li bakurê kurdistan û li tirkiyê pêk anî bû. Ji wê rojê û pêde navê kurdistanê êdî li tirkî yê ne qedexebû ango qedexebûna li ser navê kurdistanê hate hilanîn. Ji wê rojê pê de êdî di hemî televizyonên tirkan û tirkan bi xwe jî digotin: ”Kurdistan”.Li gor min ev şoreşeke mezin bû ku hatibû kirin. Lê xuya ye herkesan ev weha fêm nekiribûn. Fêm nekiribûn ku navê kurdistanê çawa weha li bakurê kurdistanê û li tirkiyê bi azad dihat gotin.

Ha hin dikarin bêjin niha dîsa navê kurdistanê qedexe kirine. Rast e heger tu xwedê li şoreşa xwe dernekeve û destketiyên xwe neparêze wê weha bibe.

Dîsa dema careke din serokkomarê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî seredana Tirkiyê kir. Wê demê jî li balafirgeha Ataturk ya li Stenbolê bi awayekî fermî ala kurdistanê hatibû hilkişandin û li gel ala tirkan li ba diket. Vê, ji me re da zanîn ku êdî tirkan  nav û ala kurdistanê qebûl kirine. Xuya ye ev jî zêde nehat fêm kirin. Bê ev şoreş çawa pêk hatibû û çawa kete jiyanê.

Helbet van şoreşên li bakurê Kurdistan pêk hatibûn, hemî berhemên vê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir e. Gelo hûn dizanin çima van şoreşên bi destê serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî pêk hatin, girîng in. Navê Kurdistanê êdî bi azadî li tirkiyê û bakurê Kurdistan dihat gotin. Vê jî hizra neteweyî bi kes û kesayetan re geş dikir.

Bilindkirina ala kurdî bi qasî navê kurdistanê girîng e. Ji ber ku al remz û sembola welatekî ye. Her weletek bi ala xwe têne nasîn. Aha dema kurdên bakurê Kurdistanê jî ala xwe bi azadî bilind kirin, (her çiqasî bê destûr jî dihat bilindkirin) mejî û ruhuyeta kurdewarî bi wan re geştir dibû. Îro li bakurê Kurdistanê di hemî civîn û xwe pêşandanên welatparêzan de, bi ala kurdî têne xemilandin. Her kurdên wê alê dibînin, xwe kurd û yên wê alê jî di destê hinan de bibînin wan weke kurd dizanin.

Weke em tev dizanin ku rêzdar Mesûd Barzanî jî yek ji hîmên giran yê vê rêbazê ye. Loma bi serpereştiya wî û li gor destûr û bernameya vê rêbazê, du şoreşên girîng piştî sala 2000î li bakurê Kurdistanê pêk hatin.

Berhemên van şoreşana, rehetî û aramiyek nû da bakurê Kurdistanê. Yanî kesên ew al hildigirtin nedihatin cezakirin. Loma kurdan bêtir ji ala xwe hez kirin. Êdî bi serbestî li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê dihate bilindkirin. Navê Kurdistanê êdî li medya tirkan de hate bi karanîn. Ya agirîng jî ew e ku divê kurdên bakurê Kurdistanê vê fêm bikin ku tu tiştek jixweber pêk nayê.

Di virde me kurdan dît ev rêbaza em behsa wê dikin, bê çiqasî bi hêz û qawete ku dikare guherandinên di lehên kurdan de li bakurê Kurdistanê bike. Heger kurdên bakurê Kurdistanê jî xwedî li vê rêbaza pîroz derkevin ew ên jî rojekê weke başûrê kurdistan azadî û serbixwebûnê bibîne…

Pustên heman beş