Kolberê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hat birîndar kirin, çavê xwe ji dest da

Kolberê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hat birîndar kirin, çavê xwe ji dest da

Kolberekî xelkê bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê, ku roja borî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê bi giranî birîndar bû, bi armanca derxistina çavê wî ji bo nexwaşxaneyekî bajarê Tehranê hate veguhestin.

Duh 03.02.2024ê kolberê xelkê gundê Şimşêr a ser bi bajarê Pawe yê bi navê Kosar Rostem Nejad, piştî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê di dest û çavên xwe de birîndar bû, bi armanca çareserî û derxistina çavê wî ji Kirmaşanê ve ji bo nexwaşxaneyekî bajarê Tehranê hate veguhestin.

Vê derbarê de Rêxistina Hengaw a Mafê Mirovan ragehand, çavê wî kolberî guleya hêzên ewlehiya Îranê pêketiye û bijîşkên nexwaşxaneya Taleqanî ya bajarê Kirmaşanê ji wan re ragehandibûn, êdî şiyana çareserkirina çavê Kosar Rostem Nejad nîne û piştre jî ji bo çareseriya zêdetir ew ji nexwaşxaneya bajarê Tehranê re hate şandin.

Kolberê ku roja Înê birîndarbû û ji bo çareseriya bijîşkî ji nexwaşxaneya Taleqanî ya bajarê Kirmaşanê re hatibû veguhestin, rewşa tenduristiya wî naha di cîh de nîne.

Hat zanîn Koser Rostem Nejad bavê du zarokane, bihara sala 2021ê careke din ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve li sînorê bajarê Newsûdê di dema kolberiyê de dîsa birîndar bibû, herwaha birayekî wî yê bi navê Ferşad jî sala borî dîsa bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê di dema kolberiyê de ji pişta xwe bi giranî birîndar bibû û naha bûye xwedî pêwîstiyê taybet.

Pustên heman beş