Banga me ji bo Bakurê Kurdistanê; RANEBE

na-nerabe-info

Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê li ser dîwaran bi pîtên mezin RABE hatiye nivîsandin. Piştî ev peyva wiha nepenî, Partiya DEM ê lê xwedî derket. Di bangawazîya DEM ê de”Meşa ji bo azadiya Evdila Ocalan” derket.

 Em jî dibêjin: RANEBE

Çi ma em dibêjin ne RABE; ji ber ku em welatparêzên Kurd ên resen in, ji ber ku em Kurdistanî ne, em naxwazin ev gel di vê pevçûna bê wate de bêtir bê çewisandin. Niha tenê ji ber ku me ev gotin kir, hinek kes û layen dê bibêjin, wey hûn AKP ne, hûn MÎT in û gelek heqaretan dê li me bikin. Lê eger em du pirsan ji van layen û kesan bikin, ew nikare bersiva me bidin.

Ma çima ev gel rabe serpîya gelo ma kengî ev gel rûniştîye? Çi çax PKKê banga serhildan û xwepêşandanê li gel kiri be, gelê Kurd derbên mezin xwarine û derfetên mezin ji dest xwe revandine.

Di sala 1991 li Başûrê Kurdistanê raperîna gel çêbû û Kurdistan azad bû. Vê Raperînê bandora xwe li bakûr jî kir. PKKê xwest serkêşî li vê pêla serhildanê bike lê bê amadekarî û sitratejî gel ber bi komkujîyê ve kişand. Çek da destê xelkê û berê wan da kolana. Dijmin ev yek ji xwe re weke derfet dît û terorekî mezin li ser serhildêran meşand. Serhildan hê despênebûyî hat pelixandin. Gel derbeyek mezin xwar. Gund hatin valakirin, welatparêz hatin kuştin û Pirsgirêka Kurd hate terorîze kirin.

Di salên 1999 an de dema ku Ocalan hate girtin, tevgera gel a heyî dîsa hate bêwate kirin. PKKê serhildan veguherand çalekîyên xwe şewitandin û rîtuela îlahîkirina Apo. Piştî demekî kin ev pêla serhildanê jî, ji armanca netewî hat derxistin.

Piştî sala 2004 an bandora erênî ya ku Herêma Başûrê Kurdistanê, li ser Bakurê Kurdistanê çêbû. Di sala 2006 an de gelê Amedê li dijî êrîşa bombeyî ya provokatîf a li “Parka Koşu Yolu” bi awayekî nişkave daket qadan. PKKê ev yek jî bi dewleta Tirk re kir cihê bazara sîyasî. Raya giştî a Kurd jî hay jê nebû. Ew tevger jî bi dawî bû.

Piştî sala 2012 an li Bakur tevgera girseyî pêşket. Pêşî peykerê Agît (Mahsûm Korkmaz) li Licê hat danîn û gel lê xwedî derket. Paşê bi hinek zexta dewletê PKKê dîsa gav paşde avêt. Kesî fêm nekir ka çi dizivire.

Weke ku ev ne bes bû bang li gel hat kirin “Berxwedana Rêveberiya Xweser” bikin. li bin vê planê de jî Şerê Xendekan li ser gel hat sepandin. 11 bajar hatin kavilkirin û bi hezaran ciwanan jî jîyana xwe ji dest da. pişt re Bakur kete nava pêvajoyeke tarî û aloz de.

Ev kurte dîrok jî nîşan dide ku; Kengî ku PKKê û pêkhateyên wê ji vî gelî re digoti be “RABE” gel darbe xwerî ye û destkeftên heyî jî ji dest dane. Di warê sîyasî û tanzîmî de hîn zêdetir paş ve çûye.

Vê carê jî banga “RABE” ya bi navê Partiya DEM ê di Çileya 2024 an de hatî kirin, mehkûmî heman encamê ye. ji xwe ev banga “RABE” ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a azadî û xweserîya wî hatiye avêtin. Ev bangawaziya “RABE” tenê ji bo ajîtekirina girseya xwe ye. tenê ji bo dijmin çend welatparêzan şehit bike û çendan jî bigire tê kirin. pişt re jî dê dest bi hemasetê bikin.

Yên ku vê bangê dikin, her tim xwe ji girtin û kuştinê filitandi ne, lê yên ku jê bawer dikin, her tim berdêl dane. Ew parlemanê ku parêzbendiya wî heye û mehane bi hezaran dolar meaş distîne, vê meşê bi rê ve dibin. Tevlî bernameyên tv dibin û di xwazin ji bo rêveberên Qendîlê qeşmerî bikin. Dû re ew ê biçin malên xwe yên li Enqereyê paldin, neynûkên xwe çekin, pirça xwe şekin û biçin ser kursîkên “çermê xezalan” li meclîsê rûnin. Lêbelê, yên bi wan re meşî dê werin girtin îşkence kirin û kuştin.

Em di bejin vê nekin, ji bo armancên ne dîyar û bêwate RANEBIN. Ji xwe Rojhilata Navîn dişewite. Sîstema cîhanê ber bi rêyeke ne diyar ve diçe. Gel bi xetereya mirin û birçîbûnê re rû bi rû ye. Yên ku di rewşeke wiha ya kaosê de bi dirûşma “Azadiya Ocalan azadiya me ye” bang dikin an ehmeqin an jî xayîn in.

Ev deh sal in Hemas bi yek-du çalakiyan gele Felastînê weke xwerek di avje ber devê Israîlê. Bajar wêran dibin xelkê bê guneh tê kuştin û serokên Hemasê li bajarê Qetar Doha û Stenbolê di otêlên luks yên 7 stêrk de sewq û sefa dikin. Xelkê Sivîl bêparastin li qada şer bê xwedî û bê semyan hiştin. Niha jî PKKe heman tiştî li gele Kurd dike. Cemîl Bayik li Silêmaniyê, Remzî Qertal li Marsilya, Qerasû jî li Tehranê dijî. Telîmat dide xelkê feqîr û jar di bêje wan “RABE”. Êdî bibore, heke tu pêşengî divê tu li pêş bî. Hûn ev e 40 sal in li pişt xelkê xwe di veşêrin. Dê fermo bê zehmet hûn RABIN.

Edî gele Kurd qebûl nake ‘yên ku ji xwe re dibêjin rêber’ li pişt xwe veşêre. Ocalan dibêje ez pêşengiya Kurdan dikim. Ew ji sala 1979 heta 1999 yanî 20 salan li Şamê jiya. Wî bi hezaran ciwan ji bo bimirin şandin çîya. Ji girtîyan re di got heyanî mirinê ber xwe bidin. Lê wî şûna ku here çîya bawula xwe girt dest xwe û berê xwe da Enqerê. Hevalê wî dema di ketin astengîyê xwe întihar dikirin lê wî ew helwest nişan neda. gava rû bi rûyî dijmin hatî bê teredud got dayika min Tirke ez xizmetkarê dewletê me. Wî li ser pişta ciwanên Kurd ên ku ji bo “Kurdistana serbixwe” bê tirs diçûn mirinê xwe da jîyankirin. Ji sala 1999 an û vir ve ev 25 sal in ji vî gelî re dibêjin bila Ocalan li ser pişta xwe bijî.

Ev 25 sal in Kurd ji bo armanca Komara Demokratîk ya ku tu berjewendîyê Kurd-Kurdistanê tê de nîne tê şixulandin. Ji bo azadîya wî kesê ku dibêje “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim” dimeşe. Kurd di nava didanên vî çerxê kore de tê hêrandin. Di van 25 salên dawî de zêdeyî 10 hezar Kurd bi vî rengî hatin qetilkirin.

Êdî vê bêwateyê bibînin û RANEBIN. Ji bo çi tiştekî ku “qible û armanca wî ne “Kurdistan” be, tiliya xwe jî nelivînin. Lê ji bo doza Kurd û Kurdistanê em ê hemû hêza xwe seferber bikin lê ne ji bo dûvelokên dagirkeran. Loma jî em ji we re di bêjîn RANEBIN.

Pustên heman beş