PKKe kitika çavniqe

PKK-kitik-info
  • Simko Ebdulezizi

Partiya Karkeran bi giştî û kesatiya Evdilla Ocalan bi taybetî mîna kitikê ne, kitik bi yek ji wan candaran tê naskirin ku çiqas nan bidî wê, çiqas zikê wê têr bikî, xizmet û alîkariyê jê re bikî, ew piştî têrê di xwe çavên xwe di niqîne, qenciyê jibîr dike, eynî kitikê çiqas alîkarîya Partîya Karkeran bikî, ew çavê xwe diniqîne, dewam nerazî û dev bi gazin e.

Piştî derbeya 12 îlona sala 1980an, leşkerê Tirkiyê givaşek mezin xist ser partiyên dijber yên di nava Tirkiyê de, PKKe jî yek ji wan partiyan bû, piştî vê derbeyê PKKê konferansek saz kir di vê konferansê de PKKe gihîşt wê biryarê ku bi tenê bi rêya çekdarî dikare desthlata Tirkiyê biguhere, PKKê li destpêkê hejmarek Gerîla ji boy şerê çekdarî şandin Bakurê Kurdistanê, lê piraniya wan Gerîlayan canê xwe ji dest dan, hinek ji wan ji partiyê veqetiyan, paş vê yekê PKKe rastî tevlîheviyek mezin tê, ev tevlîhevî jî ji boy van sedeman vedgere:

1- Leşkerê Tirkiyê karîbû Bakur bi awayekî baş kontrol bike.

2- Dewleta Sûryê sînorên xwe li ser PKKê daxistin û rê neda PKKe ji boy şer sînorê wan bikar bîne.

 3- Di sala 1982 Îsraîlê şerek dijwar li Libnanê encam da û Sûrye jî ket xeteriyek mezin de.

 4- Şerê Îsraîlê li dijî Felsetînê û alîkariya PKKê bi Felsetînê re li dijî Îsraîlê PKKe û Evdilla xistin rewşeke pir xerab de.

5- Hikûmeta Sûryê alîkariyên locistîk ji PKKê û hêzên Felistînî qut kirin.

Vê yekê wiha kir ku Evdilla û partiya wî bikevin rewşeke pir xerab de û bi tenê bibe partiya derkirina daxuyaniyan, di van daxuyaniyan de PKKê her tim digo, emê di havîna îsal de şerê çekdarî pêş bixin û bikin sala serketinê, lê gelek havîn derbas bûn, ev yek bi awayekî dubare dibû ku gel henekên xwe bi PKKê dikirin û ji PKKê re digo “Partiya Şerê Havînê”.

Akîwl dibêje: “PKKê her tim digo havîna bê emê dest bi şerê çekdarî bikin, lê havîna sala 1982 jî hat û hêjan şerê çekdarî nehatibû kirin, PKKê ji neçarî got me şerê çekdarî ji boy havîna sala 1983 paşixstiye, lê ew sal jî hat û ti şerek nehat kirin, ji ber vê yekê biryara şerê çekdarî yê PKKê di nava gel de bibû cîhê henekan”.

Di sala 1982an de Evdilla Ocalan hewara xwe dighîne Mesûd Barzanî, Seorkê PDKê û daxwaza alîkariyên lojistîk ji wî dike, Barzanî razî dibe ku alîkariya PKKê bike û wisa lihevhatinek di nêvbera Ocalan û Barzanî de tê îmze kirin, hin ji xalên vê rêkeftinê wisa ne:

1- Partiya Demokrata Kurdistanê wê rê bide Gêrîlayên PKKê ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û wê alîkariya lojistîk pêşkêşî wan bike û her wiha wê Gerîlayan fêrî şerê partîzanî bike.

 2- Nabe PKKe li Başûrê Kurdistanê rêxistinê bike û nabe sînoran bikarbîne ji boy şerê çekdarî.

Derbarê vê lihevhatinê, Evdilla Ocalan dibîje, “lihevhatina PKKê bi PDKê re dibe werçerxaneke dîrokî ji PKKê re, ev lihevhatin dibe derfeteke pir baş ji boy destpêka xebata çekdarî ya me, ev lihevhatin bûye alîkarek pir baş ji boy destpêka şerê partîzanî li dijî leşkirê Tirkiyê di hundirê Tirkiyê de, giringiya vê lihevhatinê ne kêmtire ji lihevhatina di nêvbera partiya karkeran û hikûmeta Sûryê de”.

Di derbarê vê lihevhatina di nêvbera PDKê û PKKê de, Barzanî di hevdîtineke çapemeniyê de bi rojnamevan RAFET BALLI re ku di pirtûka doseya Kurd, rûpel 446 de jî hatiye nivîsandin, dibêje, “ev yek cîhê şanaziyê ye ku bi xwîna şehîdan em bikarin perçeyek ji Kurdistanê azad û rizgar bikin, ev perçe ji me re mîna kelhek bihêze, ne ji boy me bi tenê, belku ji boy her Kurdekî, loma jî ji ber vê yekê û van egeran me lihevhatin bi PKKê re îmze kir”.

PDKe karî PKKê ji partiya ku gel henekên xwe pê dikirin, bike partiyek şerker!

Piştî vê lihevhatinê PDKê tev erkên li ser milên xwe encam dan, PDKê bi awayekî alîkariya PKKê kir ku heta rêixstina xwe ya li Bakurê Kurdistanê xiste di xizmeta PKKê de, bi taybetî ew endamên PDKê yên ku li ser sînor jiyan dikirin.

Lê belê PKKe bi temamî berevajî xalên vê lihevhatinê tevgeriya û pabend nebû, PKKê xwe li sêgoşeya Bakur û Başûr û Rojhilat cî kir û şer anî ser sînoran, di çapemeniya xwe de jî bi awayekî herî tund êrîşî ser PDKê û Barzaniyan kir.

Bi kurtasî, PDKe karî PKKê ji partiya ku gel henekên xwe pê dikirin, bike partiyek şerker! Lê belê PKKê hewl da ku PDKê bi partiyeke feodalî bi gel re bide naskirin.

Ji ber van sedeman ne şaşe ku mirov ji PKKê re bibêje, “kitka çavniq”.

Pustên heman beş