Komkujiya hevpar a PKKê û dewleta Tirk: jêrzemînên Cizîrê

Mehmet-Tûnç--xendek-pkk-turkey-cizire-info

Di ser îlana Rêveberiya cewherî a PKKê, ango Şerê Xendeka 8 sal derbas bûn. Şerê Xendeka di Tebaxa 2015 an de dest pê kir û di Gulana 2016 an de bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de ji aliyê rêxistina ciwanan a PKKê YDG-H ê ve li Varto, Farqîn, Sûr, Cizîr, Silopî, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Dêrik û Geverê li 12 navçeyên Kurdan xendek hatin kolandin. Li bajarên ku xendek lê hatin kolandin wêraniyeke mezin rû da. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, nêzî 2000 kesan jiyana xwe ji dest dane, 12 bajar wêran bûne, 400.000 kes koçber bûn û 100.000 xanî jî hilweşiyan.

Wêrankarîya herî dijwar li Cizîrê pêk hat. Pevçûnên ku di 14 ê Kanûna 2015 an de dest pê kiribûn di 11 ê Sibata 2016 de bi dawî bûn. Di 3 û 7 ê Sibatê de li jêrzemînên Cizîrê mirov bi saxî hatin şewitandin. Di jêrzemîn de 200 cenaze hatin dîtin. Gelek ji cenazeyan nehatine naskirin.

Tişta ku li jêrzemînên Cizîrê qewimîn raste rast wehşiyeteke mezin bû. Navê Mehmet Tûnç di vê demê de yek ji navên ku herî zêde dihat bihîstin bû. Mehmet Tûnç Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê ya ji aliyê PKKê ve hatibû îlankirin bû. Di 7 ê Sibatê de di jêrzemîna dawî de jiyana xwe ji dest da û piştre ji aliyê PKKê û HDPê ve weke sembola Pêvajoya Xendeka hate nîşandan. Malbat, zarok û dayika wî ji aliyê çapemeniya PKKê ve wek amûrekî propagandayê ektîf hatin bikaranîn. Ji ber ku îro salvegera bûyerê ye, em li ser hesabên medyaya civakî yên propagandeyî yên PKKê navê Mehmet Tûnç pir dibihîzin.

Lê belê Mehmet Tûnç di nava pevçûnan de tevlî weşana zindî ya Stêrk TV bû û gazindên mezin kirin. lê mixabin Îro ragehandina PKKê tevayî axiftinên Mehmet Tûnç belav nake.  Gelek beşan ên axiftinê qut dike û tenê beşên ku dibêje “em li ber xwe didin” radigehîne. Lê Mehmet Tûnç di axaftina xwe ya dawî de ev tişt got: “Ji kerema xwe re, ji we rica dikim hê Cizîr neketî hûn dikarin çi bikin nûke bikin. Ji bo rizgarkirina birîndara bi hewara me werin ger hûn nehên û bibêjin mirovahî mirî ye wê jî hûn dizanin”.

Dema Mehmet Tûnç ev hewar dikir, ambulansên hewar hatinê tenê 400 metran dûrî wî li benda biryarê sekinî bûn. Ger ew ji jêrzemînan derbiketan da wan bi ambulansan rizgarkin da bihatana girtin, lê dê sax bimana. Lê belê PKKê ji birîndarên li jêrzemînên Cizîrê fermana “heta dimirin li berxwe bidin” da.

Biryara kolandina xendekan biryara hevpar a PKKê, baskên nava dewletê û hêzên derve bû

Xendek ne bi armanca îlana rêveberiya cewherî ya PKKê, hatin kolandin. Li pişt Şerê Xendekan peyman û rêkeftinên veşartî hebûn. Kolandina xendeka ne piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, lê dema ku hevdîtinên pêvajoya çareseriyê dewam dikirin di hatin kolandin. Di vê xalê de tişta ku divê were dîtin ev e: AKPe û PKKe bi hev re maseya pêvajoya çareseriyê hilweşandin. Dema ku ev biryara hilweşandinê hat girtin, xendekan dest pê kiri bû. Ji xwe di havîna 2015 an de amadekariyên Şerê Xendekan dihatin kirin.

Di ber çavê polîs û leşkerên dewletê û di nava xalên kontrola asayîşa dewletê re wesayîtên şixulî yên şaredarîyan ji bo kolana xendekan di hatin rewanekirin. Ciwanan hesin, beton û amûrên kolana xendekan di bin cavdêrîya polîsên Tirk de derbasî Cizîrê û Sûr dikir. Li ber çavê polîsên dewleta Tirk de amadekariyên xendekan dihatin kirin. çekdarên PKKê bi pasaport di navbera Heftanîn û Cizîrê hatin û çûn dikir.

Dewleta Tirk çavên xwe li kolandina xendekan girt

Dema ku xendekan dest pê kir, li Tirkiyeyê hilbijartinên 7 ê Hezîranê çêbûn û HDPê 80 kûrsîkên parlemanî bi dest xistibû. Cara yekem e ku Kurd li ser bingehên hiqûqî bûn xwedî binyatekî tekoşîna medenî. Ev cara yekem bû Kurdan bi dewleta Tirk re platformeke wiha ya nîqaş bi dest xist. Lê mixabin çareseriya pirsgirêka Kurd ne di berjewendiya kesî de bû.

Hêzên sereke yên ku ne di xwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe; cemaeta Fethulla Gûlen û Kemalîts bûn. Van her du baskên di nava dewletê de ji bo hilweşandina AKPê peymanek pêşkêşî PKKê kirin. Di Emerîka de baskek sîyasî û dewletên Ewropayê piştgirî da vê rêkeftinê. Di rastiyê de Duran Kalkan di Cotmeha 2021 an de di televîzyona xwe de wiha gotibû: “Dewletên Ewropayê ji me xwest ku em agirbestê îlan nekîn û şer bidomînin”.

Her çend Duran Kalkan tenê navê Ewropayê gotibe jî, yek ji hêzên bingehîn yê vê rêkeftinê Îran bû. Îran ji hevdîtinên di navbera Tirkiye û PKKê de nerehet bû û nexwest ku Tirkiye li ser pirsgirêka bikeve ser xeta çareserî yê. Serokê baskê Îranê yê PKKê Cemîl Bayik bû. Îranê piştgiriya herî mezin a derve da Şerê Xendekan. Dewletên Ewropa durûtî kir. Emerîka bi bêdengî piştgirî da pêvajoyê. Rûsya jî alîkariya çekan da PKKê. ev ne hewldanên hilweşandina desthilata  AKPê bûn. Ev hewldanek bû ji bo berdewamkirina pirsgirêka Kurd ku her kes jê sûdmend dibû. Ne di xwestin ji vî parîyê mezin bêpar bimînin.

Ev wehşiyet di bin navê şerê xendekan û îlana xweserîya cewherî we qetlîamek hevpar li ser Kurdan hat meşandin.

Dewleta Tirk û PKKê “plana Islahata şerq” ya sedsala 21 bi hev re pêk anîn

Ger tewanbarekî vê pêvajoyê bi gerin, em ê bibinin ku berpirsyarê herî mezin PKKe ye. PKKê jîyana ciwanên Kurd kir mijara bazarên sîyasî. Ji ber ku dijmin ji xwe dijmin e. Dewleta Tirk di sala 1925 an de bi plana Islahata Şerqê ango Kurdistanê li ser Kurdan komkujî, koçberî, talan û nefî sepan di bû. Şerê Xendekan di sedsala 21. de berdewamiya vê palan Islahata Kurdistanê (Şerq) bû. Vê carê bi piştgirîya PKKê ev plan hate cîbecî kirin.  

Di sedsala 21 an de tektîka kolandina xendekan di nava bajaran de ti îzaheke leşkerî û siyasî nîne. ciwanên di nava tax û bajaran de hatîn dorpêçkirin wê çawa bi keleşe dewleta Tirk têk bibin. Ev Xiyanetek mezin bû ku PKKê li gelê Bakurê Kurdistanê kirî. Û xîyaneta herî mezin jî li ciwanên Kurd hate kirin. jîyan û pêşeroja wan ciwanan ji wan hate standin û ew mehkûmî mirinê kirin.  Nifşê Kurd ê salên 2000 î bi destên PKKê li bajar di xendekan de û li çîyan jî di tunelan de hatin tune kirin.

PKKê derfetên rizgarbûnê ji ciwanan re nehişt

Piştî Çileya 2016 an derket holê ku Şerê Xendekan şikestineke mezin xwariye. Şerê Xendekan a li Farqînê di destpêkê de derbeyek xwar û zû bi dawî bû. Paşê fermanda Silopî bi biryara xwe xendek çol kirin û hêzên xwe şûn ve kişandin. Lihevkirin bi hêzên dewletê re çêbû ku ciwan ji xendekan derkevin. PKKê biryara fermandeya Silopî weke xîyanet bi nav kir.

Paşê hêzên Geverê xwest bi dewletê re hevkirinekî bikin. Di wê sirûsermaya Geverê de êdî Şerê Xendekan şikestin xwari bû. Fermandarîya şerê Geverê yên YPSê xwestin bi rêya Esat Canan bi dewletê re li hev bikin. Bi rastî, bi qaymeqam re peyman hate çêkirin. Lê rêveberiya PKKê derket televîzyonê û got, “Lihevkirin xiyanet e.” Lihevkirin qebûl nekir.  Gef li Esat Canan hatin kirin û ew jî neçar ma xwe paşve bikşîne. Lê fermandarîya YPSê guhdarî PKKê nekir û hêzê sax mayî ango 14 çekdar şûn ve kişandin. Lê yên xwe gihandî biryargeha HPGê bi tometa xîyanetê hatin darizandin. Êdî dora Cizîrê bû. Cizîr jî dikaribû mîna Silopîya bikira. Ambulans li benda birîndran bûn. Mehmet Tûnç bi israr di xwest birînîndar bên rizgarkirin. Têkiliyên rêveberîya PKKê bi cîhazê hêzên YPSê yên li Cizîrê re hebûn. Lê di roja dawî de ji YPSê re hat gotin: “Heta dawiyê berxwedanê esas bigirin.” Ango Qebûl nekirin ku bi dewletê re peyman çêkin. Di encamê de dewleta hov ew ciwanên di jêrzemînan de bê çare ma bûn hemû şewitandin.

Besê Hozat fermana mirina ciwanên jêrzemînên Cizîre da  

Besê Hozat berpisyara Şerê Xendekan û pêkhateya YPSê bû.  Besê Hozat li Cizîrê peymana bi dewletê re qebûl nekir. Hinceta wê jî ev bû: “Em li Silopîya paşve kişiyan loma jî îtîbara me hejîya, ger em li Cizîrê vekişin ev yek ji me re çênabe” Yanî PKKê ew ciwan radestî wê hovîtiya dewletê kirin. Hozat xwest hêza rêxistinê ya li ser jîyana ciwanan nîşa raya giştî bide û bêje: “Binêrin, ciwanên bi mirinê bi fermanên min ve girêdayî ne”.

Ji ber vê em dibêjin li Cizîrê wehşiyetek çêbû. Beriya her tiştî ev wehşiyet bi biryara hevpar a PKKê û dewleta Tirk de hat meşandin. Payre jî hinek hêzên navdewletî û bi taybet biryara Îranê li ser vî şerî dîyarker bû.

Heya gelê Bakurê Kurdistanê hesabê ji berpirsên Şerê Xendekan nepirse nikare kêşeyên xwe çareser bike. Heya ku gelê Bakur ji PKKê re nebêjê “Me Kobanî rizgar kir, me 80 parlementer hilbijart, we çima Komkujîya Xendekan li ser me sepand? Û hesap ji PKKê ne pirse wê her tim tûşî van wêrankarîyan bibe. Dê bibe qûrbanê planên veşartî yên PKKê. ji ber ku dewletên dagirker ên herêmî PKKê weke hêzakî paramîlîter bi kar tînin.

Pustên heman beş