Li Efrînê 3 welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Li Efrînê 3 welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Li Efrîna rojavayê Kurdistanê revandin û girtina welatiyên kurd ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam in, herî dawî çekdaran bi tometa têkiliyên wan yên berê bi reveberiya PYDê re 3 welatî girtin.

Çekdarên Polîsa Leşkerî roja 3ê Sibata 2024an 3ê welatiyên kurd ji gund û navçeyên bi ser Efrînê ve girtin.

Li gorî zanyariyan nave kesên ji aliyê polîsa leşkerî ve hatine girtin ev in:

1- Hesen Şêxo Şêxo ji gundê Dodo yê bi sernavçeya Raco ve ye, û nişteciyê bajarê Efrînê ye.

2- Ehmed Muhemed Kehrebçî yê temen 45 salî ji gundê Şîtana yê bi ser navçeya Mabata ye, û nişteciyê bajarê Efrînê ye.

3- Mustefa Ehmed Kehrebçî ji gundê Şîtana ye.

Her wiha çekdarên sîxuriya ewlehiya siyasî yên li Efrînê dimînin roja 27 Çilaya 2024an ciwanê bi navê Xalid Muhemed Weqas ji gundê Birîmce yê bi ser navçeya Mabate ve girtin, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Her wiha Polîsa Leşkerî jî li bajarê Efrînê roja 7 Sibata 2024an welatiyê kurd yê bi navê Zuhêr Henan ji gundê Kefirzêtê girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Pustên heman beş