Pirsgirêka Evdila Ocalan û Serokatî ya wî

Beşa Yekem: Çima Evdila Ocalan ne rêberê gelê kurd e?

Pirsgirêka Evdila Ocalan pirsgirêkeke ku bi rastî jî divê Kurd rast fêm bikin, rast pênase bikin û rast çareser bikin. Ji ber ku li dora vê meselê xefikek hatiye vedan ku dixwaze kurdan daqurtîne. Bi taybetî qedera Bakurê Kurdistanê di vê xefikê de fetisîye.

Bi giştî pirsgirêka Evdila Ocalan mijareke ku gelek derdor bi taybetî jî Kurd rast pênase nakin. Di 15 ê Sibata 1999 an de vegera Ocalan a Tirkiyeyê û jiyana wî ya li girava Îmraliyê, rast fêhmkirina kesayeta Ocalan pir zehmet xistîye. Li Îmraliyê bûyîna wî weke ku ew mexdûre û weke “rêberekî kurd ê êsîr” tê dest girtin. Ango, girtina wî (mijarên girtin û kesekî zîndanî kirî gelek tevlihev in) rê li ber Ocalan vekir û kesên ku dixwestin wî rexne bikin jî bêdeng bûn.

Kurdan weke hestên Kurdistanî nexwest kurdek were girtin. Ya rast, ger bête bibîranîn, di sala 2013 an de li bajarên Başûrê Kurdistanê Duhok, Silêmanî û Hewlêrê standên fermî hatin vekirin û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin. Rêveberên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev yek îmze kirin. Sedema vê yekê jî tenê helwesteke hestyarî û polîtîk a weke “Di zindana dewleta Tirk de Kurdek nemîne” xwe da pêş. Ev helwesta nepolîtîk bû sedem ku ji bo kurdan xefikek mezin wek pirsgirêka Evdila Ocalan were çêkirin.

Ger hûn bala xwe bidinê, beriya Îmraliyê Ocalan tenê wek serokê PKK ê, dihat qebûlkirin. Lê piştî Îmraliyê rengdêrên li ser Ocalan zêde bûn. Ocalan yekem car li Îmraliyê bi talîmata xwe xwe weke “Rêber Ocalan” pênasekir. Piştre ji Ocalan re gotin “Rêberê Gelê Kurd, Rêberê Azadiyê, Rêberê Gelan, Rêbertiya Cîhanê, Rêbertiya Gerdûnî”. Ocalan weke mahdî, pêxember, kesayetekî xwedayî û hêzeke îlahî pêşkêşî Kurdan hat kirin. Ocalan xwe weke xweda îlan kir. Çawa ku di olên yekxwedayî de “pirs an jî gumana Xwedê” gûnehe, gumana ji Ocalan re jî weke gûneh û sûç hat dîtin. Çawa ku bawerî ji Xwedayekî din re „ ji Xwedê re dibe şîrk“, baweriya bi kesekî siyasî yan jî fikrek cûda ji bilî Ocalan, bi heman awayî sûç û guneh dihat dîtin. Yên ku şik ji Ocalan kirî ji civakê hatin dûrxistin. Ocalan di xwe wekî Xweda afirandinê de ji hemûyan derbas bû, di sala 2000 an de roja girtina xwe di 15 ê Sibatê de ji gel û partîya xwe re xwest ku rojiyê bigirin. kadroyên PKK ê û layengirên wan li çiya û bajaran di 15 ê Sibatê de rojiyê digirin. PKK li dijî têkiliyên eşîrî, pêkhateyên mezhebî, şêx, malbatî û hwd ku hezar salin di nav civaka kurd de hene, dibêje her tişt paşverûtî ye, lê belê paşê serokê xwe wek xweda nîşan dide û bangî Kurdan dike ku rojiyê bigirin û ji Apo re îbadetê bikin.

Pêwîste em bersiveke zelal bidin bang û zextên PKK ê yên ku me neçar dike ku îbadetî ji Ocalan bikin. Lê Em Evdila Ocalan wekî serokê xwe nabînin, em Ocalan wekî serokê kurdan jî nabînin, û heta em Ocalan weke Kurd jî nabînin.

Di bin çend sernavên bingehîn de em dikarin zelal bikin ka çima em Ocalan wek rêberê Kurd nabînîn

1- Ger em hemû guman û şikên derbarê Ocalan ên beriya sala 1999 an de li aliyekî bihêlin û wan wek ku tûne bihesibînin jî, ya rast ev e ku Evdila Ocalan ji roja ku xwe radesetî dewleta Tirk kirî û heta yek deqîqe jî li ber xwe nedaye û teslîm bûye. Di kêliya ewil de teslîm bû. Kes nikare ji me re vebêje ku ev gotinên Ocalan ê ku hê di balefirê de got “dayika min Tirk e, ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim” van peyvan rewa bibine. Di dadgehê de lêborîn ji tirkan xwest, li Îmraliyê jî ji dewleta Tirk lava kir ku wî sêdare nedin ew ê wek taşeron ji dewletê re kar bike. Ji ber vê yekê jî Apo kêlîya pêşî bû xayin. Ocalan Îtirafkar e.

Di derbarê PKK ê de her tişt eşkere kir. Hemû taybetmendîyên rêveberên PKK ê ji dewletê re gotin. Yanî Ocalan bîyografîya hemû hevalên xwe ji dijminî re bi zelalî vegot. Raste, di dîroka PKK ê ya 40 salî de xayinê herî mezin Evdila Ocalan e. Îtirafkarîya Şahîn Donmez û Şemdîn Sakık ên ku ji aliyê PKK ê ve weke xayîn tên pêşkêşkirin, lê rastî jî ji dewleta Tirk re li beramberî îtîrafên Ocalan ne tiştekî din e. Ger em bi vê perspektîfê li Ocalan binerin, hemû rengdêrên ku PKK ê li ser Ocalan rêz kirine şaş in. Tenê yek taybetmendiyek heye ew jî Ocalan xayin e.

2- Ocalan ne rêberê gelê kurd û ne jî rêberê azadîya kurdan e. Di paradîgmaya Ocalan a ku piştî sala 1999 an bi dehan nav hatine guhertin wek dewletbûn, konfederalîzm, komun, azadîxwaziya zayendî û hwd. Yanî Ocalan bi van hewlên xwe xwest nasnameya netewî a Kurd ji holê rake û Kurdan weke kêmnetewe pênase bike. Ocalan di hemû nivîs û pirtûkên teorîk ên xwe de, tenê dixwaze bibêje Kurd ne neteweyek in, divê Kurd nebin dewlet û hindî dunya ava ye divê Kurd di bin destê dagirkeran de bijîn. Teoriya Ocalan Kurd ji netewebûnê daxistiye asta kêmnetewe. Ango Ocalan xwest DNA kurdan biguhere. Ocalan Kurdan wek kêmnetewe ji neteweyên din kêmtir pênase dike.

3- Ji bo Ocalan xwe sotin, Ocalan nake serokê kurdan. Piştî Ocalan hate girtin, di zindanan de hinekan xwe şewitand û hinekan jî întîhar kirin. PKK vê yekê wekî belgeya ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e pêşkêşî me dikin. Ev pirr xelet e. Bînin bîra xwe, serokê terîqatê yê Kenyayî Paul Mackenzie şagirtên xwe qanih kir ku ew ê bi birçîna biçin bihuştê, û herî hindik 400 di birçîbûnê de mirin û 600 kes hîn jî winda ne. Şagirtên herî mezin ên Paul Mackenzie jî jin bûn. Niha emê çi bikin? Tenê ji ber ku di salekê de 1000 kes ji rojiya mirine û bawerî bi Paul Mackenzile anîne, gelo divê em jî beşdarî vê terîqetê bibin û Paul Mackenzie re îbadetê bikin. Ma ev şêwaz kesekî dikare bike îlah.

Eger em tenê çalakîyên întiharî  ji xwe re weke pîvanekî îlahkirinê bibînin, DAIŞ ê di mawê du salan de ji dîroka PKK ê ya 40 sala bêhtir çalakîyên xwekujî kirin. Heke ev pîvan be divê em bibin DAIŞ ji ber ku bi întiharî tevdigerin.

Mirovên ji bo Ocalan xwe dikujin nîşan nade ku Ocalan rêber e, tenê nîşan dide ku Ocalan çiqas psîkopat e. gelo Psîkopat çi ye? ew kesê bêrehm e ku bandorê li mirovan dike û wan manîpule dike. Ji ber ku Ocalan tam psîkopatek e, mirovên nexweş li dora xwe kom dike, wan manîpule dike û bi awayekî bê rehm ber bi mirinê ve dikişîne. Kesek xwedî tendurustiya ruhî û derûnî ya baş çênabe ji bo kesek din xwe bişewitîne. Em nikarin van kesên pîskopat wek rêberên xwe qebûl bikin. Berevajî vê, divê em derxin holê ku ev rewş nexweşiyek e û mirov Apoperstî û tarîqata wî rizgar bikin.

4- Jiyana Ocalan a bi jinan re wî nake rêberê jinan. Ocalan bi fikrên xwe hêmanên bingehîn ên civakê yên weke malbat, têkiliyên jin-zilam û exlaqê ji holê radike. Zewaca jinê weke koletiyê bi nav dike, ciwanên 15-20 salî ku bi hestîyarî li hev dinêrîn di kuştin. lê wî kom bi kom jinan re di jiya. Ocalan ew kes e yê ku keçên temen 13-14 salî tîne mala xwe û digot ez wan perwerde dike, taciz û tecawizê li wan dikir. Ocalan psîkopatek e ku ji jinên li kêleka xwe re dibêje, ez ê we fêrî evînê bikim, lê hûn têra xwe ne jêhatî ne. Jinên ku bi Ocalan re di man, ji bo desthilatdariyê dikarîn hev du bi xeniqînin. Ocalan ew kes e yê ku di nava PKK ê jin  li hember zilaman weke gopal bikar tîne. Ocalan şoreşa jinê neafirand, wî jin wek çeka xwe bi kar anî.  Ocalan çi şoreşa jinê pêk aniye û kes nikare QApo weke serok li ser me bisepîne. Ji ber em baş dizanin ku ger em jiyana Ocalan a bi jinê re li gorî vê civakê biguncînin, wê civak bêexlaq bibe.

Beşa Dûyem: Ocalan tenê dikare bibe serokê xiyanetê

Pustên heman beş