Di rêbazê de yekitiya gelê Kurd

Di rêbazê de yekitiya gelê Kurd

Bûbê Eser

Dema Barzaniyan xwe dane ser hev û xwestin ew xwe bi xwe welatê xwe bi rêve bibin. Biryareke gelekî girîng û neteweyî girtin. Got in: “Em li ser erda xwe tu desthilatiyên biyanî ji bona xwe qebûl nakin”.

Ev him xalek ji xalê rêbazê ya herî girîng û him jî xaleke neteweyî bû. Loma divê Kurd li gor wê tekoşîna xwe ya li hember dagirkeran bidin. Ji xwe rêbazê ji wir de destpê kir. Wê destpêkê kurd kirin xwedî rêbazakê da ku ew jî weke her miletekî bibin xwedî dewleta xwe.

Piştî li cihanê êdî milet dibûn dewlet. Dibûn xwedî destûr, bername û rêbaza xwe. Barzaniyan jî êdî ev fêm kirin ku bê dewlet û rêbaz nabe. Loma ji bona bibin dewlet, divê wan berê yekitiya gelê xwe pêk anîbana.

Di afirandina rêbazê de Barzanî têgihiştibûn ku êdî dema eşîr û axatiyan hêdî hêdî radibin û li şûna wê dewlet têne avakirin. Ji bona ragihandina dewleteke kurdî. Divê berê rêbazek ango felsefeyeke neteweyî hebe. Dûre jî li gor xalên wê rêbazê yekitiyeke neteweyî pêk bihata da ku Kurd jî bibana xwedî dewleta xwe.

Li gor vê têhiştin û zanînê Serok û rêberên Barzaniyan ketin nava hevdîtin û diyalogên bi eşîr û axayên kurdistanê re. Ji bona ew bibin yek û bi hevre dewleteke kurdî ragihînin, dest bi xebatê kirin.

Bi kar û xebatên hevbeş. Bi hewldan û berxwedana Barzaniyan. Cara ewil di nava kurdan û li başûrê Kurdistanê yekitiyeke neteweyî ku ji heşt eşîretan pêk dihat, bi navê konferderasyona Barzaniyan pêk anîn.

Ji ber ku civîna wan ya yekitiyê li gundê Barzan bû. Ew yekitî êdî bi navê Barzaniyan hate nasîn. Ew roj heta niha hemî berxwedanên wan bi navê tekoşîn û berxwedana Barzaniyan hat û tê kirin. Weke min berê jî anîbû zimên, Barzanî ne eşîretek e. Ew ji konfederasyona heyş eşîratan pêk tê û nav jî Barzanî ye.

Di virde em dibînin ji serdema şêx Evdilselamê yekem hizra xeta neteweyî hêdî hêdî di nava Barzaniyan û kurdan de belav dibe. Ew belav bûn li ser destê şêx Abdulselamê dudan şekil digire. Temal û asasê rêbazê hate danîn. Ji bona pêkanîna dewleteke kurdî bi fikir û ramanên şêx Ehmed rengê xwe girt. Ji bona damezrandina dewleteke kurdî, Barzaniyê nemir hemî jiyana xwe ji bona wê da. Taliya talî rêbazê berhema xwe ya ewil bi azadiya başûr Kurdistanê û bi damezrandina dewleteke federe, da.

Temel û asasê rêbazekê jî bi yekiteke neteweyî ku piraniya gel hembêz bike pêk tê. Loma di destpêka damezrandin û xuliqandina vê rêbazê de û piştî gotina; ” Em li ser erda xwe tu desthilatiyên biyanî ji bona xwe qebûl nakin”. Barzaniyan destavêtin yekitiye gelê kurd.

Ji ber ku rêber û serokatiya Konfederasyona Barzaniyan fêm kiribûn ku divê berî destpêka şer û li hember dagirkeran derketandinê, divê yekitiya gelê kurd pêk bînin. ,

Ji ber vê girîngiyê bû ku yekem car Barzaniyan ev jî pêk anîn. Heşt eşîretên Kurdan li başûrê kurdistanê bi navê konfederasyona Barzaniya hate damezrandin. Di nava kar û xebatê de jî wê konferderasyonê bi serokatiya Barzaniyan hatibû xuliqandinê, hêdî hêdî dibûn xwedî rêbazekê.

Sedema mirov behsa Barzaniyan û tekoşîna wan dike ev e ku wan ji bona kurdan ji bindestiyê û koletiyê rizgar bikin. Berê rêbaza xwe danîn. Dûre jî li gor wê yekîtiya gelê xwe pêk anîn. Piştre jî ji bona dewleteke kurdî heta sala 1991 tekoşîna xwe ya bi çek domandin. Piştî wê jî şerê wan ya dîplomasiyê destpê kir û hê jî berdewam e.

Di virde tê dîtin ku rêbaz çiqasî girîng û pêwîst e. Ji ber ku tu miletên dagirkirî û ne azad nikarin bê rêbaz rêya çareseriya gelê xwe ya ji bona azadî û serbestiya wî bibîne.

Divê kurd vê baş bizanibin, heger ev rêbaza ku em ewqasî behsa wê dikin tuneba. Dibû ku îro kurd ne xwediyê xwe û tu destkeftiyan bana. Ya miletan dike dewlet rêbaz e ango felsefeye.

Heger li perçên din yên kurdistanê vê rêbazê cihê xwe girtiba. Heger li wan perçena jî ev rêbaz hatiba zanîn û qebûlkirinê, wê heta roja îro yekitiyeke wan jî bihata avakirin.

Lê em dibînin, ji bilî başûrê kurdistanê perçên din ji hev bela wela ne. Yekitiyeke netewî ku hemî kurd an piraniya kurdan bikaribin bi hevre kar bikin, tune ye.

Her partiyeke bi serê xwe ye. Vê têr nekir, her komele û dezgeheke sivîl jî bi serê xwe ye û bi tena xwe tevdigere. Ev jî ne bes bû. Rojê partiyek tê damezrandin ku ew tevgera bakurê kurdistanê û perçên din lawaz dike.

Heger li bakurê Kurdistanê ku zêdeyî sî milyon kurd hene, ev rêbaza bihata zanîn û nasîn. Niha miheqeq li wir jî eniyeke neteweyî dê hatiba damezrandin ku ji êş û  kulên kurdan re biba derman.

Ji ber vê ez dibêjim ji bona yekitiyeke xurt û bi hêz divê ev rêbaz li bakurê kurdistanê di hemî qadên jiyana siyasî de rol û erkê xwe bilîze. Ji bona wê jî divê ev rêbaz baş û bi awayekî berfireh li perçên din bi nasîn û xwendin. Ji ber ku tu milete bê rêbaza nikare xwe azad bikin…

Pustên heman beş