Hevdemê giheştina hêzên Emerîkî yên zêde di rêya esman re, karwaneke leşkerî jî giheşt bingeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê.
Jêderek xwecihî ragihand ku duh Şemiyê 18/2/2024 balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li balafirxaneya bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê Kurdistanê danî.
Jêderê serbar kir û got ku hevdemê danîna balafira Emerîkî ya barkirî, , karwaneke leşkerî jî ku ji 30 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat li heman bingeha leşkerî li gundewarê Rimêlan bi cih bû.