Mesela Ocalan û Rêbertî ya wî

Mesela Ocalan û Rêbertî ya wî-info

Beşa duyem:  Gelo Ocalan rêberê çi ye?

Girseya ku li derdora PKKê kom bûye, li hemberî her rexne û şîroveyên nepejirandinê yên li ser Evdila Ocalan tên kirin, bertekeke tund nîşan dide. Ger hûn Ocalan rexne bikin du rê li pêşîya we hene: Ya yekem hûn Ocalan nas nakin, hûn nezan in. Ya duyemîn jî; Hûn sîxorên MÎTê ne û ji bo dewleta Tirk dixebitin. Dev jê ber ku mirov bêje “Ocalan sîxorê dewleta Tirk e”, tu vebijarkek wekî “Min li jiyan, fikir û pratîka Ocalan lêkolîn kir, lê min jê hez nekir” tune. Heger tu biyanî bî, ne kurd bî, hinekî nermtir nêzî te dibin, lê heger tu kurd bî, tu dê Ocalan tawaf bikî, wekî din tu rê li pêşîya te tune. Ger tu Ocalan tewaf nekî, bîat nekî ji bo te tewanek mezin e dê tu werî afarozkirin an jî werî kuştin.

Yek ji kesayetên girîng ên PKKê Mistefa Qarasû di derbarê Ocalan de wiha dibêje: “Ez milîtanê xeletiyên Serok APO me jî”. Qarasû ne kesekî normal e. Qarasû kesekî ku PKKê di mijarên îdeolojîk de mercihê pîvanê ye, lewma tişta ku Qarasû dibêje divê endam û sempatîzanên PKKê pêk bînin. Li gorî vê yekê, divê kadro û hemû pêkhateyên PKKê, sivîl jî di nav de, tiştên ku Ocalan xelet dibêje jî biparêzin û ji gotinên wî guman nekin. Çawa ji bo xwedê şîrk gûnehe şik li serokatîya Apo kirin jî sedemê cezayên herî mezin e. Yanî têkiliya Ocalan a berê ya bi MÎTê re, hevjîna wî Kesîre Yildirim keça endamekî MÎTê ye û rabirdûya wî ya bi tarî nehesibîne jî, hûn nikarin fikreke Apo ya ku dîyar kirî xelet bibînin.

Weke ku Mistefa Qarasû gotiye, Ocalan xelet jî bêje hûnê Ocalan biparêzin. Di van salên dawî de hin jinên di nava PKKê de derketin û Ocalan weke “pêxember” îlan kirin. ev helwesta van jina bi wê pergala Apocî ve girêdayî ye.  

Belê, sîstema PKKê li ser vê hatiye avakirin: pîrozkirina Ocalan. Ocalan bi xwe ev sîstema pîroz ava kir. Ocalan ev sîstem li ser tirsê û berjewendîyên pişdar afirandîye. Yanî sîyaseta qamçî û şekirê dimeşîne.

Hûn çiqasî Ocalan pîroz bikin, di nav PKKê de cîhê we dê ew qas berz û baş be. Û hûnê ji mifayê desthilatê sûdmend bin. Gotina Mistefa Qarasû ya “ez milîtanê xeletîyên serokim” di rastiyê de parastina canê xwe ye. Ji ber ku baş dizane hevalê wî yê li girtîgeha Mehmet Şener ê ku bi wî re ketibû greva birçîbûnê, tenê ji ber ku “stratejiya siyasî-leşkerî ya Ocalan rexne kir hat kuştin.  Qarasû weke nikare bi tena serê xwe çi karekî leşkeri û sîyasî bike heta bi tena serê xwe nikare ji xwe re çayê çêbike. lê mixabin ji sala 1991 an piştî ji girtîgehê derketî heya nûke xebatkarên PKKê wî li ser pişta xwe digêrînin û ji bû parastina wî dimirin. Qarasû ev poste bi dayîna dilsoziya bêsînor a ji Ocalan re bi dest xist.

Ev têkiliya desthilat û tewafê ku Ocalan ava kiriye li her derê bandor dike. Dema ku Ocalan li Şamê bû, kadroyên jin ên ku li dora wî kom dibûn, bi qasî ku pesnê wî dida di bûn xwedî pile û post. Yên ku pesnê wî nedan jî, di şandin cihên ku pevçûn lê dijwar bûn da bên kuştin. Yan jî heta dawiya jiyana xwe bê pile û erk diman. Ji ber vê hêrsa desthilatdarî kadroyên jin ên PKKê hevudû dişikandin û hevrîkîya hev dikirin bo pesnê Ocalan bidin.

Di perwerdeya Ocalan de fermandarên zilam li ber Ocalan rawestiyan û ji xwe re bêrêzî dikir. Ocalan jî li ser vî esasî digot “bi Rêbertiyê ve girêdayî, jêhatî û ji bo pêşketinê re vekirî ye” û ew erkdar dikirin.

Ev pergal hê jî berdewam dike, ji Ebbas heta Cûma (Cemîl Bayik) her kes dizane ku eger Ocalan rexne bike dê ew tune bibe. karmendên PKKê yên li Tirkiyeyê ji bo ku neçin çiyayan û di nava şert û mercên rehet de bijîn divê çalakiyên herî radîkal li ser navê Ocalan bikin. Divê parlementerên HDPê û partiyan ên bi navên cuda pesnê Ocalan bidin, beşdarî meşan bibin û li ber çavên Qendîlê xwe şirîn bikin da ku bibin parlemanter û şaredar. xebatkarên PKKê yên Ewropayê ji bo ku neçin çiyê bê sînor paesidarîya Ocalan dikin. Kesên ku li Ewropayê yên ji ber dewleta Tirk revîya ne mafê penaberiyê dixwazin, di televîzyona PKKê de pesnê fikrên Ocalan didin, ji ber ku pêvajoya penaberiya wan hêsantir bibe û ji derfetên aborî sûd werdigirin. Kesên ku Ocalan rexne dikin, li Tirkiye û Ewropayê bi tecrîd û gefên aborî û civakî re rû bi rû dimînin û wek xayîn tên binavkirin. Ji ber vê yekê şertê yekem ê PKK yî bûnê sûndxwarina ji Ocalan re ye. Hûn kî bin bila bibin gava we sûnd li ser navê Apo xwar pêşîya we vedibe û derfet tên dayîn. Yên ku herî zêde pesnê Ocalan didin tiryakfiroş, çete-mafya û heta sixûrên dewleta Tirk in.

Em ji bîr nekin kesê bi navê Omer Gûney ê ku li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Doğam û Leyla Şaylemez kuştibûn, ew kesê ku wêneyê Ocalan li Kuleya Eyfelê ya Parîsê daliqandibû. Ji ber vê yekê hûn çiqas sûcdar bin jî hûn pesnê Ocalan bidin kêşe nîne.

Ji xeynî xeta siyasî û têkiliyên wî yên bi dewleta Tirk re, Ocalan kesayetek nexweş e. Ocalan mirovekî megaloman e, psîkopat e, pragmatîst û ji nirxên exlaqî bêpar e. Prensîba wî tenê xwe îlah dîtin û afirandina navê xwe ye. xwe bi sifatên îlahî pênasekirin egera vê nexweşîyê ye. Xwe weke xuliqdar-pîroz qebûl dike û dixwaze her kes jî wî wisa qebûl bike. Ocalan piştî ku şixul bi rêhevalên xwe nema, wan li pişt ve xencer dike û rêka xwe vewdijêre. Ocalan ji sedî 50 zêdetir rêhevalên xwe yên damezrinêr qetil kirin.

Ger Ocalan nehatiba girtin dê heya nûke Cemîl Bayik û Duran Kalkan jî avêtba tanekê gilêşê PKKê de.

Ji Ocalan bi vê kesayeta nexweş ve nikare ji Kurdan re rêberî bike. PKKê bi hezar drûşim, wêne, cûrên propaganda û maskeyan ve hewl dide ku kesayeta Ocalan a nexweş û xeta siyasî ya bi guman veşêre.

Kulîlkên herî xweşik ên di sirûştê de ewin yên ku  herî bi jehr in. Ev kulîlkene bi ciwanîya xwe jehra xwe diveşêrin. Civak jî vê taybetiya xwezayê bi kar tîne. Fikrên pir xeternak dikarin bi peyv û xemilandinên edebî xwe veşêrin. Hew qas pîrozkirina Ocalan tenê ji bo veşartina rûyê wî yê rast ê. Mînak tê gotin ku Ocalan berxwedanvan e. Lê belê Ocalan ew kes e yê ku nikare yek saetek birçî bimîne û ew qas newêrek e nikare yek fîşek biteqîne.  Hemû Dinya alemê dît ka wî li Îmralîyê çi xîyanet li partîya xwe û dilsozên xwe re kir.

Ji Ocalan re di bêjin wê Kurdistanê rizgar bike. Lê di rêxistina Ocalan de axaftina bi kurdî paşverûtî û kurdayetî kirin jî gundîtî tê dîtin. Di paradîgmaya Ocalan de Eşîret, mezheb, pêkhateyên olî, taybetmendiyên kesayetî û çanda civakî ya li ser kurdayetiyê her tim tên bêrêzkirin. Ocalan parçekirina civaka kurd esas digire.

Divê bi awayekî vekirî em dibêjin; ku çiqasî dixwazin girseya gel bicivînin, dirûşman biqîrin, wêneyan bilindbikin û klîbên xweş çêkin jî ev yek ji van kiryaran jî têra veşartina psîkolojiya nexweş a Ocalan û xeta wî ya xiyanetê nake. Cihê Ocalan di dîroka Kurdistanê de wê bi xayinan re be.  Di nava rêza Şêx Seîd, Qazî Muhammed û Seyît Riza de, yên ku li pêşberî dijmin çokan nadin, cihê Ocalan nîne. Di dîrokê de cihê Ocalan wê li kêleka xayinên wek Dîyap axa û Rayber be.

Dîsa em dibêjîn Ocalan ne serokê Kurda ye, Ocalan ne serokê gel e. Ocalan serokê xeta dijmin û ew serokê xeta xîyanetê ye.

Pustên heman beş