Boykota mamosteyan, şantajeke siyasî bû, bi dawî hat, tenê xwendekaran zîyan dîtin

Boykota mamosteyan, şantajeke siyasî bû, bi dawî hat, tenê xwendekaran zîyan dîtin

Ji destpêka sala xwendinê ya 2023-2024 komek mamoteyan li bajarên Helebçe û Silêmaniyê ragihand ku dê dersên xwe boykot bikin. Boykota ku bi demê re hêza xwe berzekirî, herî dawî bi pêşengiya komeke biçûk li Helebçe berdewam dikir. Duh wê koma biçûk jî ragihand ku wan dawî li boykotê anîne.

Her çend hin dezgehên medyayî hewl dan bûyeran weke “boykota mamosteyan” nîşan bidin jî, lê tevgerên bi navê “xwepêşandana mamosteyan” ku navenda boykotê bajarê Silêmaniyê ye, di rastîyê de ne xwepêşandana mamosteyan bû.  Li pişt boykotê hikûmeta navendî ya Bexdayê ya Şîe hebû û di heman demê de bi hevkariya hin partiyên Kurd ev kar pêkdihat. Ger em bi kurtî bûyeran vebêjin:

Rêveberiya Şîe ya Iraqê teslîmiyet li ser Hikûmeta Kurdistanê sepand

Di 24 ê Adara 2023’an de Dadgeha Navdewletî ya tahkîmê ya Parîsê biryarek derbarê petrola Herêma Kurdistanê da û hinardekirina petrola Kurdistanê rawestand. Hikûmeta Bexdayê piştî sala 2011ê bûdceya Herêma Kurdistanê neşand û Herêma Kurdistanê bi firotina petrola Herêmê mûçeyên karmendan û hemû bûdce dabîn dikir. Vê biryarê Herêma Kurdistanê xiste nava rewşeke berteng a aborî. Ji ber ku hikûmeta Şîe ya alîgirê Îranê li Iraqê piştî sala 2011 ê hewl dida Kurdistanê di warê aborî de dorpêç bike û lawaz bike. Piştî biryara dadgeha tehkîmê, rêveberiya Şîe ket nava tevgerê.

 Di Hezîrana sala 2023’an de, parlemana Iraqê proje yasaya bûdceyê pesend kir, ku tê de çavdêrîkirina dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û veguhestina bûdceya parêzgehan bi desthilata Serokwezîrê Iraqê ve hat girêdan.

Di nîqaşa 3 rojan a li ser pêşnûmeya zagonê li Meclîsê de, PDK ê li dijî pêşnûmeya eleyhê Kurdistanê têkoşîn kir. Lê piştî ku YNK li gel Şîeyan tevdigere, di dengdana 11 ê Hezîranê de maddeya 14’an ku ji bo Kurdan xeternak bû, hate qebûlkirin. Her wiha para Kurdan di bûdceyê de jî kêm bû. Hikûmeta Kurdistanê ji wê dîrokê heta niha 11 meh in nikare bûdceya pêwîst ji Iraqê werbigire û di dayîna mûçeyan de rastî astengîyên mezin tê.

Li gorî ajandeya Îranê tevgereke siyasî ya ku navenda wê li Silêmaniyê ye hat organîze kirin

Her çendî Hikûmeta Kurdistanê hemû dahat û petrol jî di nav de radestî Iraqê kir, lê heta niha pişka xwe ji bûdceyê wernegirtiye. Bi vî awayî rêveberiya Iraqê ya Şîe, dixwaze serweriya aborî ya Kurdistanê ji holê rake. Iraq hewl dide statuya Kurdistanê têk bibe. Mijara ku herî zêde destê kurdan lawaz dike ewe ku hin partiyên kurd di vê tevgera teslîmiyetê de li kêleka Iraqê cih girtin. Yê serkêşîya vê xîyanetê dike YNK’eya bi serokatiya Bafil Talebanî, Newey Nû ya Şahsuvar Ebdulwahit û pêkhateyên PKK ê ne.

Ev pêkhateyên ku ji aliyê Îranê ve hatîn tevgerkirin li Silêmaniyê bûn hevpişkê ajandeya rêjîma Şîa. Li hemberî civaka Kurdistanê pêvajoya bi navê boykota mamosteyan weke şêwazekî şerê derûnî dan destpêkirin. rexmê sala xwendinê dest pê kir jî mamosta neçûn dibistana. Di vê pêvajoyê de hinek mamoste û midûrên ku dixwestin li herêmên ku YNK lê xwedî bandor bû dibistanan vekin rastî gefên hind destên tarî hatin. Bi vî awayî pêvajoya perwerdehiyê ya 2023-24 hatiye asteng kirin.

 Ne tenê mamoste, lê hemû kesên ku mûçe distînin mafê wan heye ku mûçeyên xwe bixwazin û divê ji Bexda bê xwestin. Lê sedema nedana mûçeyan hikûmeta Iraqê bû, ne hikûmeta Herêma Kurdistanê. Eger çalakîyek ji bo mûçe bihête kirin, divê li dijî hikûmeta Iraqê bûya. Di rastî de ya herî baş ewe ku hemû xelkê Kurdistanê hikûmeta Iraqê boykot bikin, bi hev re ber bi Bexdayê ve bimeşin û ne tenê mûçe, mafên Kurdistanê yên aborî wek firotina petrolê û hemû dahatê Kurdistanê ji Hikûmeta merkezî were xwestin. Lê xwepêşandana Silêmaniyê berovajî vî armancê tevgerîya. Armanca vê boykotê ne wergirtina mûçe bû, armanc ew bû ku zêdetir destê Bexdayê li hember Kurdistanê bihêz bikin û Hewlêrê lawaz bikin.

Ne boykota mamosteyan bû, tevgereke bihêzkirina destê Bexdayê bû

Li Silêmaniyê hinek xwepêşandan hatin lidarxistin. Ji mamosteyan bêhtir layengirên van partîyên dij-Kurd beşdarî xwepêşandana bûn. Weke mînak Tevgera Azadî ya bi ser PKK’ê ve ku li Kurdistanê kar dike, hêza sereke ya xwepêşandana bû. Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên bang li xebatkarên rêxistina xwe dikir ku beşdarî xwepêşandana mamosteyan bibin. Ev banga Tara Husên a ku ne ew û ne jî endamên wê mamoste ne, nîşan da ku bûyer ne bûyereke mamostetiyê ye. Armanca vê tevgerê ew bû ku Bexda mûçeyên fermanberên Kurdistanê bide, statuya Federal a Kurdistanê ji nav biçe û sîstema parêzgariyê were avakirin. Hemû dem û dezgehên Hikûmeta Kurdistanê bi Bexda ve werin girêdan. Beriya vê biryara boykotê nûnerên van grûpên dij-Kurd çendîn car serdana Bexdayê kiribûn û rasterast bi rêveberiya Şîe re hevdîtin çêkiri bûn. Lê van grûpên fitnekar qed ne xwest li gel desthilata Hewlêrê  hevdîtinê bike.

Hemû pêkhateyên Şîe yên ku bûdceya Kurdistanê birin piştgiriya xwe bo boykota Mamosteyan ragihand. Mînak, serokê hemahengiya niştimanî ya Şîeyan Amar Hekîm ragihand ku ew piştgiriya xwepêşandanên mamosteyan dikin.

Di nîva yekem a perwerdeyê de li Silêmaniyê û Helebçe perwerde hate rawestandin. Xwendekaran nîv demsala perwerdeyê nedîtin. Her çend malbatên xwendekaran bertek nîşan bidin jî ji ber zextên YNK’ê nikarin dengê xwe bilind bikin. Bi destpêkirina sala akademîk a duyemîn di Çilê 2024 de, berteka gel zêde bû. Xwendekaran hema bêje salek xwendinê bêyî perwerdehiyê derbas kirin. Ji ber bertekan YNK’ê saziyên xwe yên fermî ji biryara boykotê vekişand. Lê vê carê jî saziyên ji aliyê PKK’ê û pêkhateya Şasuvar Ebdulwahîd ve hatin birêvebirin boykot berdewam kirin.

Ev çalakiyên mamosteyan ku ji aliyê rêveberiya Şîe ya Iraqê ve hatibûn organîze kirin, encam negirtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke xwînsar nîşan da. Ew çalakvan û mamoste rasterast armanc nekir û hêzên li pişt wan eşkere kirin. ji ber berteka gel herî dawî di 20 ê Sibatê de boykot bi temamî hat rawestandin. Di çalakiya ji aliyê mamosteyan ve bi hinceta mûçe hatî kirin de xwendekaran zîyanekî mezin dît. Li Silêmaniyê û derdora wê xwendekaran serdemekê nexwendine ji dest da. Niha jî hewl tê dayîn ku xwendekar salek li paş nemînin.

Têkoşîna ji bo mafan û şirîkatîya dijmin divê ji hev were cuda kirin

Weke ku di vê kurte nivîsê de jî tê dîtin, bûyerên ku diqewimin ne boykota mamosteyan bû, provokasyoneke şîeyan û şerê taybet yê li dijî ciwanên Kurd bû. Hemû Dunya dizane ku sedema nedana mûçe ne hikûmeta Kurdistanê bû, siyaseta Bexdayê ya li dijî Kurdistanê bû. Ji bo dewlemendiyên bin erd û ser erd yên Kurdistanê dasgirbikin ev plane dihat meşandin. Eger kesên ku mûçe wernegirtine dixwazin xwepêşandana bikin divê li dijî Bexdayê bikin ji ber ku Bexda mûdçe biriye.

Herwiha ne tenê mamoste bûn ku mûçe wernegirtin. Meaşên mamosteyan ên serhev mayî dîsa dikare were dabînkirin lê mixabin salek xwendinê ya xwendekaran çi mûçe nikarin şûnde vegerîne. Çalakiyên wekî boykota mamosteyan tenê zîyan li xwendekaran kir. Lê ev rastî jî nîşanî me da ku li herêma Kurdistanê pêkhateyeke çete ya bêhiş heye ku tu xema wan ji destkeftî, nirx û paşeroja gel re nîne. Ev pêkhate gelekî bi biryar e ku li gorî ajandeya hikûmeta Şîe ya alîgirên Îranê tevbigere û xwe weke hikûmeteke paralel di nava Kurdistanê de bi rêxistin bike. ev dûvelokên dijminî ji bo berjewendiyên wan tu astengî nabînin, pêşeroja gel û statuya Herêma Kurdistanê dixin bin metirsîyê de.

Pustên heman beş