Li bajarê Wanê dema Leşkirên Siwarî dest pê kir. Yekîneyên siwarî yên girêdayî Fermandariya Cendirmeyên Wanê ne, êdî wê qadên li pişt sînor di bin kontrolê de bihêlin û wê xebatên kontrol û çavdêriya sînor bi hespan bikin.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê de hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Wanê ji bo rêlibergirtina bûyerên qaçaxçîtiya ku zirarên madî û manewî çêdikin, bê navber wê xebatên xwe bidomînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Li navçeyên Ozalp, Saray û Çaldiranê yên nêzî xeta sînor, ekîbên komando yên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Wanê û siwariyên hespan ji bo rêlibergirtina her cûre xebatên qaçaxçîtiyê li ser kar in. Ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya wek tiryak, alkol, sotemenî, berhemên tûtin, derman û qaçaxçîtiya koçberan, yekîneyên siwariyên cendirmeyan li pişt sînor xebatên dewriyê li dar dixin û tevahiya rojê bi tedbîrên bilind herêmê di bin kontrola xwe de dihêlin”.