“Bafil Talebanî 4 hêz şandine ser kampa Demokrat a li Koye”

“Bafil Talebanî 4 hêz şandine ser kampa Demokrat a li Koye”

Rojnamevanekî navdar ê Rojhilatê Kurdistanê bi tundî rexne li Serokê YNKê Bafil Talebanî kir û gefa wê yekê jî xwar ku belgeyên li dijî wî dê bide Kongreya Amerîkayê û dê wî bi wê yekê tometbar bike ku wek fermandarekî Hêza Quds a ser bi Sipaha Pasdarên Îranê reftar dike.

Piştî şeva borî gotegotên dorpêça Kampa Azadî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê belav bûn, rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê Elî Cewanmerdî di tora xwe ya civakî facebookê de weşanekî zindî belav kir û ragehand: ‘’YNKê hêz şandiye ser kampa Azadî û bi rêya kompanyayekî ve dixwaze kampa Azadî dîwarbend bike. Mijar tenê Hizba Demokrat nîne û bernameyek ji bo Komela Zehmetkêşan jî hatiye danîn. Fewcekî lîwaya 712, fewceke berevanî û hewarçûn, fewceke hêzên Koye li Koye û hêzeke sekreteriyeta Bafil Talebanî çûne ser kampa Azadî û ketine rewşa amadebaşiyê û bi navê berevanî ya li dijî DAIŞê çûne deverê, lê ji aliyê din ve DAIŞ li Koye çi dike?’’

Cewanmerdî got: Bafil Talebanî wek serokê YNKê bi kiryar bûye fermandarekî hêza Quds a Îranê. Hêzeke Heşdî Şeibî ku ser bi Qeys Xezelî ye, xwestiye binkeyên li Zirgwêz daynin û anîne wê deverê. Lê xelkê navçeyê tirsiyan û di medyayê de deng veda, ji ber wê jî di cîha wan de hêzeke asayîşê hatin bicîh kirin. Hêza Heşdî Şeibî jî ku hêzeke hêz Quds a ser bi Sipaha Pasdaran li gel wan e, wegerandin bo navçeya Şarezor û di nav binkeyên lîwaya pasewanên sînor de hatine bicîh kirin.

Cewanmerdî dibêje: ‘’Ev rewşa li Koye pêktê, çarenivîssaze. Tişta Bafil Talebanî kiriye, jin û zarokên kampên Hizba Demokrat biryare bi dîwar dorpêç bike û bi kamera bixin bin çavdêriy. Plan û tişta tê kirin wek li kampa Eşref a li hember Mucahîdîn Xelq hate kirinê ye, piştre jî sivikatî bi wan kirin û ji wan kuştin û derxistin.’’

Herwaha got, em dizanin rewşa peywendiyên YNKê û Îranê çawa ye, Bafil Talebanî dixwaze wek fermandarekî hêza Quds bi hemû şiyana xwe ve hewla jinavbirina xebatên Rojhilatê Kurdistanê bide. Lê Bafil Talebanî û hin xelkê nav YNKê de xwe firotine, heta dawiyê waha ji bo wan naçe serî. Daxwaz ji ciwanên nav Rojhilatê Kurdistanê dikim helwêst hember cehşbûnê wergirin û qebûl neken.

Elî Cewanmerdî got: ‘’Gelek belge li ser paqijkirina paer ji bo Sipaha Pasdaran, li ser derbaskirina zêr bo Sipaha Pasdaran, li ser hevkarî kirina li gel Sipaha Pasdaran û Hizbulaha Lubnanê bo qaçaxçîtîya madeyên hişber hene û emê wan belgeyan bigehînin Kongreya Amerîkayê.’’

Cewanmerdî got, herçend YNK wisa nîşan dide ku hevkarê Amerîkayê ye, lê ew neraste, ew hevkarê Sipaha Pasdaran in. Em jî dê belgeyan ve bo Kongreya Amerîkayê vê îspat bikin. Divê bi yekgirtî dijî Eniya Berxwedanê rawestin. Ew çekên destê Pêşmerge de eger ji bo berevanî li xwe kirinê nebe, ji bo çiye? Dibe nav hêzên YNKê de kesên dilsoz û kurdperwer hebin, lê bi rêveberiyekî kirêgirtî ve girêdayîne.

Pustên heman beş