Rêbaz û bereyê Kurdistanî

Rêbaz û bereyê Kurdistanî

Bûbê Eser

Heger mirov bixwaze tiştekî, nerînekê, fikir û ramanekê fêr bibe. Divê mirov tenha li aliyekî wê nenêre. Ji bona îzahkirin an pesindane dezgeh û partiyan. Pêwîste mirov bi berfireh kiryar û bûyerên wê vebêje. Da ku ew bi aliyên xwe yên erînê û ne erînê bê nasîn. Ji bona gel li gor wê biryara xwe ya piştgiriyê bike an neke, bide.

Ji ber vê ye ku ez jî dixwazim bi awayekî berfireh li ser rêbazê rawestim da ku kurd wê baş nas bikin. Bizanibin vê rêbaza pîroz ji bona gelê kurd çi kirî ye. Çi anîye û çi serketin bi dest xistiye. Helbet kêm zêde piraniya kurdan wê nas dikin. Gelek Kurd wê bi piraliya nas nakin. Loma gelek aliyên wê jî nizanin. Ji ber vê ye min xwest bi qasî zanîn û kanîna xwe li ser rêbazê rawestin. Wê bi gelek aliyên ku gelek kurd nizanin, vebêjim.

Em baş dizanin ku piştî dagirkerina Kurdistanê û di nava çar dewletên hov de dabeşkirina wê. Ji bona kurd nebin yek, çi ji dagirker û pêgirtin wan hatine kirine û dikin. Lê Barzaniyan bi saya vê rêbaza pîroz, çawa ku heşt eşîrên kurdan kirin yek da ku bi hevre li hember dagirkeran rawestin. Xwe ji dagirkeriyê azad bikin û bibin xwedî dewleta xwe, pêk anîbûn. Bi vî rengî bereya Kurdistanî jî pêk anîn.

Her weha wan li gor vê rêbaza pîroz li başûrê Kurdistanê partiyên Kurdistanê bi navê bereya Kurdistanî di bin sîwaneke neteweyî de kirin yek. Di virde bi zelalî tê dîtin ku ji roja Barzaniyan dest bi şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê kirine. Armanc û hedefa wan ew bû ku Kurdan ji bin dagirkirina dagirkerên hov û ne mirovane azad bike, xebat kirine.

Bi serpereştiya vê rêbaza pîroz du şoreş hatine kirin ku yekê ango şoreşa Îlonê kurd ji xewa mirinê şiyar kir. Bi şoreşa Gulanê jî asasê dewletê danî. Herwiha vê rêbazê di jiyana gelê kurd de du tiştên ku kurdan nikarîbûn pêk bînin jî, pêk anî. Yekitiya heşt eşîrên kurdan bi navê Barzanî. Bereya Kurdistanê ku ji partiyên kurdistanî bi navê bereya ango eniyê kurdistanî bû.

Di nava hemî xebatên Barzaniyan de tim berjewendiya neteweyî li pêş bû ye. Li gor xeta neteweyî ya rêbazê karê xwe meşandine. Wan baş dizanîbûn ku ji bona xurtkirina xeta neteweyî, divê yekîtiya gelê kurd bibe. Lewra Barzaniyan li gor wê rêbaza pîroz ev jî pêk anîn.

Piştî yekîtiya eşîretên kurdistanê. Damezrandina PDK û avakirina rêbazê. Hate zanîn ku divê Kurd li ser xeta neteweyî di bin sîwaneke neteweyî de bibin yek. Loma nemir Îdrîs Barzaniyê ku ew bi xwe jî hîmekî girîng ya vê rêbazê bû, dest avêt vî karê pîroz û bê westan xebat kir.

Bi saya kar û xebatên nemir eniya Kurdistanê di sala 1986an de bi awayekî fermî hate ragihandin. Bi ragihandina vê jî li başûrê Kurdistanê partiyên kurdan bi navê eniya Kurdistanî bûne yek. Bi yek armancê şerê xwe yê, yan Kurdistan yan neman domandin.

Heger em îro xwedî perçak Kurdistana azad in. Ew jî li gor xala rêbazê û bi serpereş bereyê Kurdistanê ku îro hebûna başûrê kurdistanê bi saya wê eniyê, heye. Divê neyê ji bîr kirin ku Eniya Kurdistanî bi serpereştiya yek ji hîmên rêbaza pîroz nemir Îdarîs Barzanî, bi ked û xebatên wî yên bê westan hate damezrandin. Ji ber nemir baş fêm kiribû û zanîbû ku heger yekitiya gelê kurd pêk neyê, wê başûrê kurdistanê bi temamî têk here. Têkçûna başûrê kurdistanê jî dihat wê maneyê ku wê êdî kurd weke milet dê nemana.

Ev kar û xebata nemir Îdrîs Barzanî ku destpêkiribû, di qonaxa heftan ya Enfalkirina 182.000 kurdan bû. (Enfalê ji Barzaniyan destpê kir 31.07.1983 Heta Helebçe di heşt qonaxan re derbas bû bû) Armanc û hedefa vê Bereya Kurdistanî ew bû ku li dij hemî kiryar û bûyrên hovane yên Saddam rawestin û miletê Kurd ji tunebûnê azad bike.

Bereya ango eniya Kurdistanî ji van partiyên kurdistanî yên wê demê de pêk hatibû ev bûn: Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê,  Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, PASOK, Partiya gel, Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Komunîsta Kurdistana Iraqê  û Tevgera Demokrat a Aşûrî.

Kar û xebatên nemir Îdarîs Barzanî ji sala 1986an de destpêkiribû, di roja 2.5.1988an de bi awayekî fermî bereya ango eniya Kurdistanê hate ragihandin. Serokê bereya Kurdistanî jî serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî hate hilbijartin. Bi ragihandina vê bereyê ango eniya Kurdistanî, şerê bi salan di nava du  partiyên sereke(PDK- YNK) de hate rawestin. Her weha bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanî û li gor xala  neteweyî ya vê rêbaza pîroz, partiyên ku silav jî nedidan hev, ji bona armanca Kurdistaneke serbixwe ev ragihandin qebûl kirin û partiyên Kurdistanê di bin sîwanê wê de bûne yek.

Di virde tê dîtin ku vê rêbaza em behsa wê dikin, bi çar xalên asasî yekitiya gelê kurd pêk anîn û berhema vê jî azadiya başûrê Kurdistanê ye. Loma tim dibêjim û ez ê her bêjim. Heger li perçên din jî ev rêbaz baş hatiba zanîn, wê miheqeq li wan perçana jî yekitiya eşîr û axayên bakurê Kurdistanê yên welatparêz, pêk hatibe. Piştî salên heftê jî wê li bakurê kurdistanê bi beşdariya hemî partî û rêxistinên Kurdistanî eniya Kurdistanê hatiba ragihandin. Lê mixabin îro ev li bakurê Kurdistanê tuneye û pêk nehatiye. Loma îro tevgera bakurê Kurdistanê lawaz û qels e.

Ji bona pêkhatineke weha divê berê rêbaz li perçên din bê naskirin da ku ew jî bikaribin xwe azad bikin. Ji ber vê girîngiyê ye ku heta em bikaribin, divê em vê rêbazê bidin naskirin, xwendin ku li perçên din jî yekîtî an eniyeke Kurdistanê bê ragihandinê.

Pustên heman beş