Rastiyên li pişt nûçeyên medya PKKê ku dibêje hêzên Pêşmerge li xeta Amêdiyê-Şeladizê bi cîh bûne, çi ne?

roj-news-anf-pkk-net

Medyaya PKKê nûçeyên derew der barê Pasewanên Sînor ên Iraqê yên ku ji roja înî ya borî ve li ser xeta Şeladizê-Amêdiyê li herêmê bi cîh bûne, didomîne.

Ragihandina PKKê bi giştî ANF, Ajansa Mezopotamya û çavkanîyên nenas, şîrovekarên sexte û hwd di xwazin raya giştî manîpule bike, loma jî li ser hev nûçeyên derew radigehînin.

Di 20 ê Sibatê de, hêzên girêdayî Pasewanên Sînorî yên Iraqî bi karwaneke leşkerî li devera ku bi navê Ava Marik ya ku 3 km dikeve bakûrê Şêladizê bi cîh bûn. Sedema bingehîn a ku hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê li herêmê bi cîh bûne ew e ku di biharê de liv û tevgerên Hêzên Çekdar ên Tirk û PKKê zirarê nedin xelkê sivîl yê herêmê. Hêz bi eşkereyî çûne herêmê û wêneyên xwe yên bi wesayitên zirîpûş yên ku ala Iraqê li ser hebû parve kirin. Lê belê tevî vê bizava leşkerî ya eşkere jî çapemeniya PKKê xwest vê yekê bi awayekî cuda nîşan bide.

Medyaya PKKê dibêje ev hêz ne Pasewanên Sînor yên Iraqê ne û îdia kir ku ew hêzên Zerevanî ne. Payre got vir sînorê bakûre û îdia kir Pêşmerge bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyê re tevdigerin. ANFe hêj pitir çû û hinek vîdyo anîne û gotina Pêşmergehan tam şaş wergerandiye ji bo ku derewa xwe piştrast bike. Di vê mijarê de derewên PKKê di bin çend sernavan de kom bikin.

Ew Hêzên ku çûne Ava Marik ser bi kê ne?

Hêzên li herêmê hêzên Pasewanên ser bi artêşa Iraqê ve ne. Her wiha ew hêzên ku diçin herêmê jî hêzên Pêşmerge bin jî, jî vê rewa tir tiştek nîne, erka wan parastina gel û axa niştîman in.

Hêzên Pêşmergê Kurdistanê wek PKKê elemên Heşda Şeibî, yên artêşa Esed û yên YNKê li ser milên xwe nadin. Hêzên Pêşmerge di nava xwe de hatine erkdarkirin, hemû hîyerarşî fermî ye. hêzên Zerevanî û hemû pêkhateyên Pêşmerge xwedî yek peywire ew jî bi can û xwîn parastina axa pîroz e.

Ji ber vê sedemê derewên PKKê yên ku hêzên li qadan ji hev cuda nîşan dide ti rastî bo nîne.

Her çend hêzên pasewanên sînorî yên Iraqê ser bi Iraqê ve bin jî, lê ji xelkê wê navçeyê li her cihê ku lê bin, pêk tên. Ji Erebên Besra û li ji xelkê deverê jî hene. Ji ber vê sedemê pir normal e ku hêzên Parastina Sînor bi Kurdî biaxivin.

PKKê, mijara hêzên pasewanên sînor ên ku ji sala 2020 an ve li herêmê bi bicîh bûne, kiriye pirsgirêk. PKKê di sala 2020 an de li Heftenînê êrîşî yekîneya pasewanên sînor kiribû û piştre got “Me nizanîbû ew kî ne.”

Armanca PKKê çi ye?

Hemû gele Kurd baş dizane ku di sala 2024 an de PKKe hatiye erkdarkirin ku êrişî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bike. PKKe wek baskê Heşda Şeibî li Iraq û Başûrê Kurdistanê tevdigere û li dijî hêzên Pêşmerge şer dike. Hêzên alîgirên Îranê tevahiya demsala zivistanê di bin navê ‘Em êrîşî Emerîka yê dikin’ de êrîşî Hewlêra paytaxt di kir.  Lê piştî bertekên û bersivdana Emerîka ev êrîş rawestiyan. Hêzên Heşdî Şeibî yên ku naxwazin bi Amerîkayê re rûbirû bibin, vê carê armanc dikine ku PKKe êrişî Herêma Kurdistanê bike. PKKe ev demeke dirêj e di medyaya xwe de ji bo vê yekê bingehî amade dike.

Hêzên Pêşmerge ji vê plana êrîşê ya PKKê agahdar bûn. Mijara ewlehîya sînorê Iraqê bûye mijareke navdewletî, loma jî Iraqê biryar da ku Pasewanên Sînor rewaneyî devrê bike. PKKe li bendê bû ku Pêşmerge bi ala Kurdistanê ve biçe deverê da ku êrişî wan bike. lê gava Pasewanên Iraqê bi ala Iraqê çûn deverê PKKe dudil bû nezanî wê çi bike. PKKe rêzê li alayên dewletên dagirker di gire lê heke ala rengîn a Kurdistanê ba wê bê dudilî da êriş ket.  Ji ber ku PKKe dudilî nîne êrişî hêzên Pêşmerge bike. Lê dîsa bi nûçeyên derew di xwaze hinceta êrişa li ser hêzên Pêşmerge çêbike. Loma dibêje ew ne Pasewanên Sînor in ew hêzên Zêrevanî ne.

Artêşa Tirk 45 km ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê û li her derê ku PKKe lê be baregehên xwe ava kiriye. Artêşa Tirk yek şûnek jî ji hêzên Pêşmerge wernegirtî ye. Berovajiyê vê yekê, ev hemû herêmên ku ev 30 sale ku PKKe lê bû di nava çend saetan de radestî Hêzên Tirk kir. PKKe li şûna vê rastiyê îtiraf bike, sedemê binketina xwe di avêje ser Pêşmerge û hember Pêşmerge şerxwazî dike. Şûrê PKKê ji bo Kurdan tûj e.

Pustên heman beş