Beşa duyem: Li Herêmên Parastina Medya alayên dewletên kolonyalist çawa hatin daliqandin?

Beşa duyem: Li Herêmên Parastina Medya alayên dewletên kolonyalist çawa hatin daliqandin?

Herêmên Parastina Medya çi ne?

Têgîna Herêmên Parastina Medya ku Evdila Ocelan li Îmraliyê pêşniyar kir, ti wateya xwe ya dîrokî nîne, rastî ew e ku em wan deveran weke herêmên ku PKK desteser kirî bi nav bikin. gava mirov Ji vê ZAWÎYA PKK ê lê dinêrin Heftanîn, Behdînan, Xaxurkê, Bradost û Qendîl hemû di nava Herêmên Parastina Medya de tên bi nav kirin. Ango beşa Başûrê Kurdistanê ya li gel Bakurê Kurdistanê sînor ku ji çiya û deştên herî stratejîk pêk tê. Mirov dikare vê herêmê li gorî armancên dîrokî yên Tirkiye, Îran û heta Iraqê jî pênasebike.

Li gor dîtina Tirkiyeyê; beşek ji herêmên ku dewleta Tirk sala 1920 weke Misaqa Millî pênase kiribû di nava xwe de vedihewîne. Ev herême cihekî wasate, ew dever ji çiyayên herî stratejîk yên ku bandora xwe li ser deşta Nînova û Hewlêrê dikin pêk tê. Yanî ji sedî 85 ê qadên Parastina Medya yên PKK ê parçeyek ji armanca dîrokî ya Tirkiyeyê ye.

Li gorî berjewendiyên Îranê ji sedî 15 ê Herêmên Parastinê yên PKK ê dikevin devera Qendîl û Xinêre ya ku Îran dixwaze desteser bike.

Ev herêmene bi fermî parçek ji Başûrê Kurdistanê ne; deverên herî stratejîk yên çiyayî PKK ê dagirkirî ye li gorî berjewendiyên xwe van herêman parçe-parçe radestî dewleta Tirkîyê û Îranê dike.

Gelo çi bi beşê Çîyayê Qendîl yê Herêmên Parastina Medya hat?

Piraniya qûntarên Çîyayê Qendîl ku dirêjahiya çiyayên Zagrosê ye, di nav sînorên parêzgeha Hewlêr û beşek ji wan jî di nav sînorê parêzgeha Silêmaniyê de dimîne. Cihê ku di medyayê de bi navê Çiyayê Qendîlê tê nasîn, ji lûtkeya Çiyayê Qendîl û gelek gund û geliyên ji çiyê dadikevin bi xwevedigire. Rêyek wê ya sereke heye ku xeta Ranya-Coman û Sîdekan bi hevre girêdide.

Qendîl ku herêma herî stratejîk a Kurdistanê ye, di serdema rejîma Seddam de artêşa Iraqê ji ber Pêşmergên Kurdistanê nikarîbû bikeve wê herêmê. Ev devera stratejîk PKK ê weke navaenda herêmên parastinê bi nav kir.  Piştî ku PKK di sala 1999’an de li Bakurê Kurdistanê paşve kişiya, nêzîkî 3000 gerîla kişand qûntarên Çiyayê Qendîlê. Li vir ne tenê xebatên leşkerî, bû navenda hemû xebatên siyasî û rêxistinî; PJAK, PYD, PÇDK û pêkhateyên KCK li vir diman. PKK li vir nikarîbû bi gel re têkiliyeke cidî bi pêş bixîne, lê ji bo ku hevsengiyekê pêk bîne, bi navê Şaredariya Qendîlê saziyek ava kir û bi hin xizmetên qismî xwest nîşan bide ku ew li wir serwer in.

Di sala 2012’an de pêvajoyek ku dê qedera Qendîlê biguherîne rû da û ji ber hin sedeman ti kes qala wê neke. Piştî şerê Îran û PKK-PJAK ê yê pêşewrî di Tebaxa 2011’an de bi peymana Girê Casûsan, hemû gupîtkên stratejîk ên Çîyayê Qendîl radestî Artêşa Îranê hatin kirin. Qendîl di seranserî salên 1970-1990 î de navenda şer bû, lê cara yekem ala hêzeke kolonyalîst li wir hat daliqandin. Îran bi avakirina paygahên leşkerî hemû dul û newalên deverê girt bin kontrola xwe. Gava hûn şev li Çiyayê Qendîl binêrin ji ber ronahîya qereqolên Îranê weke bajaran dixwîyê.

Qendîl ku weke efsaneya Herêmên Parastinê di hat dîtin PKK ê radestî Îranê kir.

Herêmên Parastina Medya çiqas bahra Tirkiyê ket?

Herêmên parastina medya a PKK ê ku ji Heftanîn heta sêgoşeya Zagrosê digre, bi temamî bi projeya misaqa Millî ya dewleta Tirk re dişibin hev.

Ger em vê rewşê bi erdnîgarî rave bikin; Sînorên Bakurê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê 331 km dirêj in. Ji vê 107 km ji geliyên avî û 224 km jî, ji çiyayên asê pêk tê. Ev 224 km çiyayên herî asê di nava 4 salên dawî de ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Artêşa Tirk ji van 224 km stratejîk bi qasî 45-50 km ketin hundir. Di erdnîgarîya 107 km mayî de, 20-25 km girtîye. Beşa yekem ji Heftanînê, Metîna, Zap, Avaşîn û heta Govendeyê û herêma duyemîn jî heta Xaxurkê û Xinerê dirêj dibe.

Dewleta Tirk cihên herî stratejîk de, ala xwe daliqand, rê çêkirin, baregehên leşkerî ava kirin. Yanî Tirkiye di pratîkê de li beşa herî stratejîk a herêmê li gorî plana Misaqa Millî bi cih bûye.

Ev herêmên ku em dibêjin dewleta Tirk ketiye yê hemû ji sala 1988’an heyanî sala 1999 di destê PKK ê de bûn. Ew deverên ku PKK ê digotin emê hikûmetê ava bikin û parlamentoyê ava bikin… niha ji bilî Garê ti cîhek di destê PKK ê de nemaye.  Gare jixwe qada şer e, PKK ê li wir tûnêl kolane û çi xelkê sivîl jî li wir nîne.

Dema ku em bi pratîkî bihesibînin, ji sedî 15 ê Herêmên Parastina Medya radestî Îranê hat kirin. Ji sedî 80 ê mayî jî ji Tirkiyeyê re hat dayîn û tenê Çiyayê Garê ku rûbera wê ji sedî 5 e di destê PKK ê de maye. Yanî ji sedî 95 ê Herêmên Parastina Medya yên ku di sala 2002 an de bi talîmata Ocalan hatine îlankirin di navbera Tirkiye û Îranê de hatiye dabeşkirin.

Di Herêmên Parastina Medya de para Kurdan çi bû?

Ev pirs “Kurdan ji Herêmên Parastina Medya çawa sûd wergirtin? pir girîng e û bersiv ev e: Sifirek mezin.

Belê, PKK ê heta operasyonên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê ku di sala 2019 an de dest pê kir, li herêmê pasawanên xwe bi cih kirin, posterên mezin ên Ocalan, alên HPG û PKK ê hatin daliqandin. her kesê ji vir derbas dibû nasnameyên wan di hat kontrol kirin. Ji bo serdanê jî destûr neda ku Pêşmerge derbasî herêmê bibin. Pêşmergeyên xelkê wan gundan jî nedikarîn serdana zevî û rezên xwe bikin. Gundiyên li vir neçar man bacê bidin PKK ê û serde jî gef li wan di hat xwarin. Heta sala 2013 an ku pêwendîyên YNK ê Û PKK ê xweş ne bûn, PKK ê bi hinceta “agahiyê didin YNK ê û sîxûrî dikin” xelkê herêma piştederê digirtin. Piştî sala 2014 an rewş guherî, vê carê bi hinceta “Agahî dane PDK ê ne” xelkê bêguneh hatin girtin.

Yanî xelkê ku li wan gundan, rez û baxçeyên wan heyî, hem ji aliyê PKK ê û hem jî ji aliyê dewletên Îran û Tirkiyeyê ve hatin mexdûrkirin û ji warên xwe hatin veqetandin. Di wateyekê de Herêmên Parastina Medya di wateyekê de projeya derxistina Kurdan ji axa wan bû.

  Lê xaleke herî balkêş li vir ev e; PKK ê sedî 15 ê Herêmên Parastina Medya radestî Îranê, sedî 80 jî radestî Tirkiyê kir lê pkk we nake ku Pêşmerge derbasî sedî 1 ê vê herêmê jî bibe. Heta binkeyên Pêşmerge li derdora van deveran jî PKK ê weke sedemê şer dît û piştî sala 2019 ê pkk ê 9 pêşmerge bi deste xwe şehit kirin.

Dema em van hemû agahiyan li ber çavan derbas dikîn, em rûbirûyî vê rastiyê tên: Herêmên Parastina Medya konsepteke ku PKK xaka herêmê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vediqetîne û bi dagirkeran re bike mijara bazirganî. Di ser ragihandina Herêmên Parastina Medyayê re 22 sal derbas bûn û niha li wan herêman alayên Tirkiye û Îranê lê diheje.

Ji ber vê yekê ya ku ji bo Kurdan têgeheke girîng a dîrokî ya weke ‘Medya’ ji aliyê PKK ê ve bûye cihê radestkirina xaka pîroz bû dagirkeran. Pratîka PKK ê pratîka radestkirina van herêmên stratejîk e. Herêmên Parastina Medya têgînîya polîtîkaya îxanetê ya PKK ê ya di sedsala 21’an de li Kurdan dike. Piştî sala 2000 î li her cihê ku PKK ê digot “ev ya min e, kes nikare bikeve vir” dagirker ketinê û ala dagirkeran hat daliqandin. Li Çiyayê Qendîlê ala Îranê li Efrînê; Afrin, Serêkaniyê, Heftanîn, Kurejarî Metîna, Xakûrkê, Zapê ala Tirkî û li Şengalê jî alên Iraq û Heşdî Şeibî hatin daliqandin.

Ji bo vê yekê jî Herêmên Parastina Medya weke têgîneke lanetkirî di dîroka Kurdistanê de cih girtiye û wê hêj jî bigire.

Pustên heman beş