KCK’ê daxuyanî da, ji dewleta Iraqê lava kir û dîsa li dijî Kurdan şer îlan kir

KCK’ê daxuyanî da, ji dewleta Iraqê lava kir û dîsa li dijî Kurdan şer îlan kir

Rêxistina Hîtman a KCK’ê Komîteya Têkiliyên Derve, di 26 ê Sibatê de daxuyaniyeke qûzilqurt weşand. Di daxuyaniyê de KCK’ê bi dilsozî dewleta Iraqê hembêz kir, Û her wiha destnîşan kir ku ewê şerê li dijî PDK’ê hê jî kûrtir bikin.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ne tenê daxuyaniyeke komîteyekê bû, lê kurteya polîtîkaya îttîfaqa KCK’ê ya sala 2013’an a li ser ajandeya Şîeyan bû. Di daxuyanîyê de hat îdiakirin ku PDK’ê ji salên 1970 î ve dîroka Kurdan paşve kişandiye.  Bi vê bêexlaqîyê jî sînordar nema û her wiha gotin ku PDK hevkarê DAIŞ’ê ye û hewl dide Tirkiyê jî rizgar bike. Di dawiyê de weke her car bang li partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê kir.

PKK’eya ku her tim xwe dispêre dagirkeran û bi palpiştîya wan êrişî Kurdan dike, vê carê pişta xwe da Iraqê û îdia kir ku PDK Iraqê dikişîne nav şerê navxweyî û wiha got: “Ji ber vê yekê em bang li rayedarên dewleta Iraqê dikin ji lîstikên ji alîyê PDK’ê ve tên lîstin hişyar bin “

Êrîşên PKK’ê bi biryarên Dadgeha Federal a Iraqê re hevbeş in

Ev daxuyaniya KCK’ê û bi taybetî jî êrîş û nûçeyên wê yên dezenformatîf ên vê dawiyê yên li ser navê PDK’ê li Herêma Kurdistanê ne berhema siyaseta KCK’ê tenê ye. Dewleta Îran û Iraqê li pişt vê yekê ne. Eniya Şîe ya li dijî Kurdan, ji bo ji holê rakirina tekane destkeftiya rewa û qanûnî ya Kurdan li Rojhilata Navîn, ji sê alî ve dest bi operasyona “Êrîşa wêrankirina Kurdistanê” kir. Yekem lingê vê operasyona li dijî Kurdan Dadgeha Federalî ya Iraqê ye, lingê duyem jî hêzên Heşdî Şeibî yên ser bi Îranê ye, lingê sêyemîn jî xeta teslîmiyetê ya di nava Kurdan de ye û lingê çaremîn jî nûnerê xîyanetê PKK ye.

Hûn dixwazin jê re bibêjin PKK an jî KCK, ev tevgera Apoyî wek darekê di destê dewleta Îranê de ye û bi wî darî êrîşî rêveberiya kurd a Hewlêrê dike. Ew babelîska derewan ya PKK’ê herî dawî li ser hêzên Pasewanên Sînorî ên Iraqê yên li ser xeta Amêdiyê-Şêladizê hatine bicihkirin di hête rakirin. di esasê xwe de ev êrişa PKK’ê berdewamiya biryarên Dadgeha Federal a Iraqê ye ya ku di 21 ê Sibatê de li dijî statuya Kurdistanê girtiye. Yanî em dikarin bibêjin Dadgeha Federal a Bexdayê, melayên Şîe yên li Tehranê û xîyaneta PKK li hev kirine û êrîşî Hewlêrê dikin. Fûrmola vê êrişê ew qas hêsan e.

Ger em behsa dîroka xîyanetê bikin, em dikarin ji dîroka PKK’ê ya 40 salî dest pê bikin

Ger em vegerin ser daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, em pirr vekirî dibêjin: yên ku dîroka Kurdan hew qas berevajî dike û bêexlaqî êrîşî Kurdan dike, ango yê ev daxuyanî nivisî divê Kurd tifî rûyê wî bikin.

Gelo mesele çîye, “PDK di sala 1975’an de “aşbatalî” îlan kir, ev xîyanet bû.” Biryara Vekişîna PDK’ê yek ji baştirîn biryarên dîroka wê bû. Bi paş de vekişiya, xelkê xwe ji qetlîamê rizgar kir û piştî demek kurt dîsa vegeriya sengerên şer. Diviyabû PDK’ê çi bikira; weke PKK’ê bi hinceta înana rêveberîyên xweser 12 bajarên Kurdistanê bi xendekan wêran bikira? ciwanên kurd xwendekarên zanîngehê ser navê şerê xendeka daban qirkirin?  Îcar ger hûn di wê dîrokê de li îxanetekê digerin, ne hewceye ku dûr biçin, tenê li şanoya “Şerê Xendekan” binerin bes e. hûnê rûyê xwe yê bi xîyanetê reş bûyî bibînin.

Yê ku ala dagirkeran li ser xaka Başûrê Kurdistanê daliqandî PKK’e ye

Komîteyê PKK’ê sureta xwe kêm nekir û ji PDK’ê re got, “DAIŞ weke cîran qebûl kir û Êzidî li pey xwe hiştin.” Ya rast di şerê li dijî DAIŞ’ê de 1500 pêşmerge şehîd bûne. Di nav wan de gelek generalên dêrîn ên PDK’ê hebûn. PDK’ê bihostek axa xwe ji DAIŞ ê re nehişt. Ji bo bûyerên li Şengalê qewimî hemû hêza xwe seferber kir. Bi dehan pêşmerge li ser xeta Zumarê ji bo vekirina rêya Şengalê şehîd bûn. Serok Barzanî ji bo rizgarkirina navenda bajarê Şengalê demildest gav avêt. Lê hûn Apocî ji sala 2014’an û vir ve weke kirnîya mane Êzidîyên Şengalê ve û xwîna wan dimijin.  Bi derewên “Me Êzidî rizgar kirin” şoyên siyasî dikin. Li ser pişta hinek Êzdîyan mûçeyên Heşda Şeibî distînin û ji dewleta Iraqê re cehşatî dikin. Bi operasyona ku Serok Barzanî Koordîne dikir, ala DAIŞ’ê li Şengalê hat daxistin û efsaneya DAÎŞ’ê hat bidawî kirin. Li şûna wê alê, we alayên Heşda Şeibî ku ew jî şêwazekî DAIŞ’ê ye we bilind kirin. Hûn pasewanên dewleta Iraq û Îranê yên li Şengalê ne.

Di her rêza daxuyaniya KCK’ê de xîyanet û nefreta li hemberî Kurdan heye. Her rêzek dikare were bersivandin. Lê ne hewceye ku demekê dirêj bikin, tê gotin ku “gotina mirov xudîka mirov e”. Xudîka PDK’ê de xebata 78 salan ya netewî heye û weke berhemê herî pîroz jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke gelevêjekê di biriqît, heye. Destkeft û tekoşîna PDK Peymana Lozanê binpê kir û rûxand. Ala Kurdistanê îro di rêza dewletan da tê bilind kirin. Hûn jî nanê vê têkoşîna PDK’ê ya bi xwîn û can bi dest xistiye dixwin.

Gelo karê PKK’ê çîye, PKK’ê çi kiriye? PKK’ê her cihê ku çûyê ala dagirkeran daliqandî ye. Belê, PKK’ê lingê xwe avêtibe kî derê ala dewletên dagirker jî bi xwe re birîye. PKK’ê bi salan digot Qendîl hoo Qendîl êêê çi pêkir ala Îranê li gûpîtka Qendîl da çikilandin û radestî paygahên Îranê kir.

We çi bi Şengalê Kir? li Şengalê Şerê Pêşmerge dikir, lê çû çêşa Iraqê da pey xwe û anî li Şengalê bi cih kir. Îro ala Heşdî Şebî li Şengalê diheje.

PKK’ê qala Herêmên Parastina Medya, Komara Zapê dikir gelo te çi lêkir; hemû radestî artêşa Tirk kir û îro ala Tirka li Zapê di nava baregahê PKK’ê de diheje. Kê Tirk anî Zapê te anî ey PKK.

PKK xencerek jehrîye di pişta têkoşîna serxwebûna Kurdistanê re

Yê ku axa Başûrê Kurdistanê radestî sê dewletên dagirker kirî û ala dagirkeran li wir daliqandî, PKK’e ye. Loma jî em dibêjin xûdîka mirovî karê mirovî ye li gotina nenêrin. PKK gotinên pir xweş dibêje, lê wekî tajî pêşengîya dagirkeran dike û wan li Kurdistanê bi cih dike. PKK’eya ku di nava 40 salan de li Bakurê Kurdistanê bû sedema mirina 40 hezar kesan, bi hezaran gund vala kirin, yek bihost erd jî rizgar nekir, hemû çiya û newalên Bakur ji dewleta Tirk re hişt, niha jî dixwaze başûr jî mîna Bakur bike. Çi anî serê Kurdistana Bakur dixwaze heman tişt bîne serê Başûr jî.  Ew xerabîyên li Kurdên Bakur kirî dixwaze bîne serê Kurdên başûr jî. PKK ji sala 1990’an û vir ve li kêleka kolonyalîstan weke cehşekî li dijî statû û têkoşîna rizgariya Başûrê Kurdistanê şer dike. PKK xencereke jehrî ye li pişta Başûrê Kurdistanê re asê bûye.

PKK dixwaze Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran bike. Li pêşiya vê tenê astengiyek heye, ewjî tevgera Barzanî ye. Niha serkirdeyên PKK’ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Qarayilan û Qarasû bi têkoşîna li dijî tevgera Barzanî ya ku kolonyalîstan sed salan nekarîn wê biqedînin, hewl didin weke çeqelan ji xwe re kursiyek peyda bikin.

Biborin, gelek kesên wek we hewl dan bizava Barzanî têk bibin lê ew hemû ketin teneka gilêşê dîrokê de.  Pêşî Osmaniyan xwe ceriband, paşê jî Îngilîzan xwe ceriband; melikê Hecazî yê Iraqê Feysel heyanî digehe Seddam Husên hemûyan xwe ceriband lê rêbaza Barzanî weke kelha Dimdimê berz û xweragir e.  Ne Şêx Ebdulselam, ne pêşewa Mela Mistefa Barzanî, ne Serok Barzanî û ne jî zarokên wî xwe ji ber çi hêzan naçemînin. Vê rêbazê dîplomasî kir, ger hewce bû paşde vekişiya û di nava diyalektîka têkilî û nakokiyan de tevgeriya. Ew hêzên êriş kirî hemû di gilêşê dîrokê de ne, lê rêbaza Barzanî hîn jî li ser piyan e. Hûn jî dê qedera wan dijminên kurdan bijîn. Ji ber ku rêbaza Barzanî Têkoşîna Rizgariya Netewî ya 100 salî ya Kurdan bi xwe ye. Hewldanên dijî vê rêbazê, tê wateya hewldana bidawîkirina têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdan. Eve erka PKK’ê.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê naxwaze dev ji jîyana li vîllaya xwe ya li Silêmaniyê ya di bin baskê Îranê de berde. Ji bo vê jî ji dijmina zêdetir êrîş dike destkeftên Kurdan. Divê Kurd li hemberî vê helwesta xiyaneta KCK û PKK’ê xwedî helwest bin û maskeya xiyanetkaran bê çirandin û zarokên dildarên vê xaka pîroz hesabê ji xayinan bipirsin.

Pustên heman beş