Navnîşana IP ya teşkîlata Ahd-ı Milli ku berpirsyariya şewata sûka Hewlêrê girt ser xwe ji Rojava ye

Navnîşana IP ya teşkîlata Ahd-ı Milli ku berpirsyariya şewata sûka Hewlêrê girt ser xwe ji Rojava ye

Lîjneyeke lêkolînê ji bo dîtina sedema şewata li bazara Lenge ku wek bazara desta duyema Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê tê naskirin û tê de 166 dukan bi temamî şewtîn hatiye avakirin. Lîjneyê hê ti daxuyanî li ser sedema şewatê nedaye, lê rêxistina bi navê teşkîlata Ahd-ı Milli ku heta niha navê wê nehatiye bihîstin, berpirsyariya çalakiyê girt ser xwe. Di daxuyaniya rêxistinê de hat ragihandin ku Mûsil, Kerkûk, Heleb û Hewlêr di nav sînorên peymana neteweyî ya Tirkiyê de ne û ji bo vegerandina van cihan jimartina paşverû dest pê kiriye û gef li rêveberiyên van bajaran xwarin. Darka Mazî li ser rêxistina Ahd-ı Milli û daxuyaniya wê ya derbarê şewata bazara Lenge ya Hewlêrê ku tê de gelek guman hebûn, lêkolîn kirin.

Gelo ma rêxistina Ahd-ı Milli rêxistineke nijadperesta Tirk e?

Şewata ku li gelek noqteyên cudayên bazarê derketibû, zû hat kontrolkirin û bi vî awayî pêşî li karesatê hat girtin. Lê dîsa jî gelek dukan bi temamî şewitîn. Lê nayê zanîn ka şewat bi qestî derketiye yan na. Hin kes îdia dikin ku şewat bi armanca talanê derketiye. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî eşkere kir ku ewê bi baldarî li ser vê mijarê rawestin û ziyanên esnafan jî werin qerebûkirin.

Di dema ku mijar ew bû ku dê zîyan bên qerebûkirin, şeva borî 28 Sibatê rêxistina qerebûkirin ku navê wê heya niha nehatibû bihîstin, bi daxuyaniyekê ku tê de nefreta li dijî Kurdistanê dibarî, berpirsyariya bûyerê girt ser xwe. Vê rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand, “li sûka ku 2 hezar û sê sed û pêncî dukan lê hene, me bi giştî li 18 xalan, bi taybetî navenda sûkê, di saet 7 êvarê de sabotajên hevdem pêk anîn û di vê çalakiya me de 166 dukan bi temamî hatin şewitandin, dukanên mayî jî bi awayekî giştî rastî zirarê hatin.”

Di cih de nîqaşa li ser nasnameya vê rêxistina bi guman a ku navê wê nediyar bû derket. Ji ber ku rêxistin bi tevahî li ser dijminatiya Kurdistanê hatiye avakirin û gotinên heqaret li Herêma Kurdistanê kirin. Ev rêxistin dibêje ku sûnd xwariye ku peymana netewî pêk bîne û dibêje ku ew dixwazin kurdan bikin xizmetkarên Tirk an.

Gotinên ku di daxuyaniyê de hatine bikaranîn dişibin îfadeyên nijadperestên tirk. Lê belê mijara vê yekê ku bi rastî jî rêxistineke bi vî awa heye û xwediyê rêxistinê kî ye pirsgirêkek pir tarîye. Pirsa rêxistineke bi navê teşkîlata Ahd-ı Milli heye, rêxistineke taşerone yan jî rêxistineke nijadperestên Tirk e û bi rastî wan agir û şewata Hewlêrê pêkaniye, hîna niha bê bersiv maye. Ji ber ku daneyên li ser malpera yekaneya ku di derheqê rêxistinê de di destê me de ne jî pir bi guman in.

Nûçeya teşkîlata Ahd-ı Milli ji Hesekê hatiye barkirin

Malpera ku li ser navê teşkîlata Ahd-ı Milli hatiye vekirin pir balkêşe. Tîma teknîkî ya Darka Mazî lêkolîn li ser dîroka malperê kir. Encam wiha ne:

Malpera ku di 26 Hezîrana 2023’an de hatiye vekirin, demek dirêj bi rengek çalak nehatiye bikar anîn. Navê malperê ji malpera Dubaya bi navê Reseller hatiye girtin, û serverê ID yê jî ji şîrketa Parking ku navenda wê li Amerîkayê ye hatiye wergirtin. Malper di van tarîxan de hatiye çêkirin, lê ti nûçe neweşandine. Heta piştî şewata bazara Hewlêrê ya Lenge bi tenê sê daxuyanî li ser malperê hatine barkirin. Xwendevanên normal tarîxên her sê gotinan ji hev cuda dibînin, lê roja ku her sê nûçe li malperê hatine barkirin 27 Sibatê ye. Yanî piştî şewata Hewlêrê ev malper bi awayekî aktîv hatiye bikaranîn. Berî şewata Hewlêrê çalakî tunene.

Ekîbên Darka Mazî dema li cihê ku nûçe lê hatiye barkirin lêkolîn dikirin, ji ber ku di dema barkirina nûçeyê de VPN nehatiye bikaranîn Heseke ya Sûriyê wek cihê bikaranînê hat nîşandan.

Dukanên berê yên li Kerkûkê hatîn şewitandin yên tirkmenan in

Li ser navê teşkîlata Ahd-ı Milli 3 daxuyanî di malperê de cih digirin û her sê daxuyanî jî îdia dikin ku her sê şewatên Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê wan ve hatine pêxistin. Lê ya balkêş ewe ku dukanên ku di her du şewatên ewil yên Kerkûkê de şewitîn yên Tirkmenan bûn.

Di 10 Cotmeha 2023 de şewata bazara Kerkûkê: li gorî daxuyaniya yekem a Ahd-ı Milli, şewata ku di 10 Cotmeha 2023’an de li sûka Kerkûkê derketiye jî bi destê wan hatiye pêxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “10’ê Cotmeha 2023 di saetên sibehê de me agir bi sûka Kerkûkê berdan û me 5 hedef îmha kirin.” tişta balkêş eve ku li vir 3 dukan hatibûn şewitandin û dukanên şewitî jî yên Tirkmenan bûn. Lê dukandaran îdia kirin ku firoşkarên seyar yên ku li ber dukanên wan tişt difiroştin bi zanebûn agir bi dukanên wan berdane heya ku bikarin bi kêfa dilê xwe tiştan bifiroşin. Her wiha Rêveberên Cepha Tirkmenan çûn cihê bûyerê û banga alîkariyê ji bo kesên ku dukanên wan hatine şewitandin kirin.

Şewata Kerkûkê ya di 21ê Çileya 2024’an de: di daxuyaniya 22ê Çiley a li ser malperê de ev tişt hatin gotin: “roja sêşemê 21ê Çile li herêma Ehmed Awa ya li navenda bajarê Kerkûkê me du dukan sabote kirin û hilweşandin.”

Lê tişta balkêş ew bû ku dukana li taxa Ehmed Awa jî hatiye şewitandin ya Tirkmenan bû. Dîsa tenê dukanek şewtiye û ew dukaneke biçûke ku kincên mêran difiroşe û xwediyê wê jî Tirkmen bûye. Her wiha şewat ji ber şorta elektirîkê derketiye.

Ev rêxistin di daxuyaniya xwe de her wiha dibêje li bazara Lengeya li Hewlêrê li 18 cihan şewat pêxistine lê belê ev agahî jî neraste.

Provokasyoneke mezin heye, dibe ku rêxistina Ahd-ı Milli rêxistneke sexte be.

Daxuyanyên li ser navê teşkîlata Ahd-ı Milli hatine parve kirin didin xuyakirin ku ev agahiyên tê de hatine parvekirin hemû sextene. Ev dema ku xelkê Herêma Kurdistanê di nava astengiyeke aborî de derbas dibin, şewata bazara Lenge dihêle ku rewş hêjan dijwartir bibe. Xwediyên dukanan jî dixwazin zirarên bi wan gihiştine bên qerebûkirin, eger neyên qerebûkirin ewê bertek nîşan bidin, yanî ev şewat bi qasî zirara aborî weke şerekî derûnî li hember civaka kurd e, lê mijareke pir balkêşe ku tam dema ku dadgeha federalî ya Îraqê biryar li ser kursiyên parlementoya Kurdistanê yên pêkhateyan da ev bûyer pêkhatiye, yanî destek dixwaze Kurd û Tirkmenan bîne hember hev, heger ku ev agir bi dest hatibe pêxistin, ev jî dibe provaksyonekî cidî.

Belê, di nava wan Tirkmenên li Herêma Kurdistanê dijîn kesên nijadperest hene, lê belê tev Tirkmen ne nijadperestin, û di heman demê de dibe ku nijadperestên Tirkmen çalakiyan encam bidin û Kurdistanê bixin rewşek nexweştir, lê dîsa jî hebûna rêxistineke bi navê Ahd-ı Milli guman li ser heye û zêdetir diyare ku ev rêxistineke sexte ye.

Heman demê de kar kirina li ser vê mijarê di medyaya civakî de ji aliyê PKK’ê ve pir balkêşe, PKK’e vê mijarê di medyaya civakî de bikartîne ku Tirkmen û Kurdan bîne hemberî hev û wan li dijî hev han dide, taybetî jî di dema ku PKK’e bi dadgeha federalî re di nava hemahengiyê de ye û dixwaze Hewlêrê dorpêç bikin, PKK dixwaze li herêma Gare û Bradost êrîşeka leşkerî bibe ser hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, derketina rêxistineke bi navê dorpêç pirr bi guman e, û bi giştî tê zanîn ku PKK niha amadekariyê dike ku di bejahî de êrîşeke eskerî encam bide û di nava bajaran de jî êrîşeke provaketîv weke soîqest û sabotajan pêk bîne. Heta hinek çavdêrên siyasî difikirin ku eger ev bazar hatibe şewitandin jî dibe ku destê PKK’ê jî têde hebe.

Dema ku rêxistina dorpêç şewata li bazara Lenge ya Hewlêrê xistiye ser milê xwe, yekem car kadroyên PKK’ê ev nûçe xist di rojevê de, û heman demê ev mijar kirin sedema êrîsa li ser PDK’ê û Herêma Kurdistanê. Lê belê di medyaya xwe ya fermî de heya niha basî vê rêxistinê nekiriye, wiha diyar dibe ku PKK dixwaze vê mijarê bixe nava çapemeniyê de û piştre di ragihandina xwe ya fermî de jî vê yekê bas bikin.

Hinek derdor pirs dikin gelo PKK dikare karekî ewqas xerab bike, belê ew dikare bike. PKK’ê di 5ê Hezîrana 2021’an de li Amêdiyê kemîn danî û 5 pêşmerge şehîd kirin, lê daxuyanî da û ragihand balefirên şer yên Tirkiyê li wan pêşmergeyan xistiye û niha jî dizane eger ku li Hewlêrê çalakyekî encam bide wê gel bertek nîşan bide, bi derbasbûna demê wê sedema agirê li bazara Lenge ya Hewlêrê ketî eşkere bibe, her wiha wê xweya bibe ev şewat bi xwe derketiye yan jî kesekî ev şewat pêxistiye.

Pustên heman beş