Di rêbazî de dezgehên neteweyî

Di rêbazî de dezgehên neteweyî

Bûbê Eser

Miletek bi dam û dezgehên xwe dibe dewlet. Bi hêz û qaweta xwe dibe navdar. Bi demokrasî û însanetiya xwe dibe mirovhêz.

Niha em Kurd jî li başûrê Kurdistanê xwedî dewleta xwe ne, Ev dewleta me ya bi serpereştiya rêbaza pîroz hatiye azad kirin. Bi damezrandina dam û dezgehên xwe yên fermi û neteweyî heye. Li gor îmkanên xwe, bi alîkariya brayên xwe yên perçên din ve radibe û çi ji destê wê tê dike û kirî ye.

Dema vê rêbazê tekoşîna xwe ya ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê da. Xwest ku li gor normên cîhanê, dezgehên xwe yên sivîl jî damezrîne. Ji ber ku welatekî azad ku li gor normên demokrasiyê kar bike. Divê ew bibe xwedî dezgehên sivîl û neteweyî. Ji bona em jî di qada navdewletî de bibin xwedî dezgehek mezin û bi hêz, gelek dezgeh û xebatên sivîl jî hatine û têne damezrandin.

Ji nava van dezgehan ya herî mezin û bi hêz Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye. Ji ber ku rêbaz, rê nîşan dide. Heger kesên bi wê jî bawerin. Pêwîste kar û xebatên ji bona pêk hatina dam û dezgehên sivîl û neteweyî gavên hêja biavêjin. Gelek gav jî hatine avêtin. Ji wan gavana yek jê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye.

Ji bona mezinkirin û xurtkirna wê jî divê ew kes û kesayetiyên ji welatê xwe hez dikin. Bi rê û rêbazê bawerin. Kar û xebatên bikin da ku ev li seransera dinyê, belav bibe. Xurt û bi hêz bibe. Ji kê çi qediya alîkariya wê bikin. Da ku em vê jî bikin weke Xaça sor ya navneteweyî. Em vê bikin weke Amnestiya cîhanî.

Dibê êdî em Kurd jî bi hêz, qawet û dezgehên xwe. Bi kar û alîkariyên xwe. Xwe bidin îspatkirin ku em jî weke her miletekî xwedî dam û dezgehên xwe yên fermi û nav neteweyî ne. Pêwîste em bidin zanîn ku her destnîşankirina xalên vê rêbazê tenha ji bona berjewendiya gelê kurd ya her çar perçan e.

Niha çi di nava kurdan û çi jî ji derveyî kurdan, hatiye îspatkrin ku îro Kurd li başûrê Kurdistanê xwedî dewleta xwe ye. Ew dewlet jî xwedî dam û dezgehên xwe ye. Yanî êdî kurd ne bê xwedî ne. Xwediyê Kurdan rêbaza pîroz û rê nîşandana wê ye. Her miletên xwedî rêbaza xwe, li gor şert û mercan, li gor xalên rêbaza xwe, dewleta xwe dadimezirînin û bi rêve dibin. Piştî damezrandinê jî wê avadan dike ku miletê li ser wî erdî û di bin wî konê neteweyî de dijîn, rehet û aram bin.

Helbet ev xwediyê me jî ango rêbaza pîroz jî bi rêya dezgehên xwe yên fermî, dê alîkariya brayê xwe bike. Loma di karaseta erdhêja nedîtî ya li bakur û rojavayê Kurdistanê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî bi alîkariya brayê xwe ve rabû û radibe.

Ji bona vê jî divê hemî kurd bêjin û binivîsînin ku di wê roja reş de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çawa alîkariya brayên xwe kiribû, bidin zanîn. Helbet evê bi xweşa hinan ve nere. Lê divê em bêjin û binivîsîn in. Bila hezar caran Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bijî ku ew di wê demê de berî herkesan bi alîkariya brayên xwe ve rabû bû.

Carekê binerên û bibînin ku vê rêbaza Kurd û Barzanî kiriye nîv dewlet û bi nîvdewletbûna xwe jî her car bi alîkariya brayê xwe yên kurdên perçên din ve rabûye û radibe. Ji bona alîkarî çi ji destê wê û wan tê dike.

Binerên û bibînin ku di wê karaset û erdhêja ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatibû Dezgeha Xêrwaziya Barzanî, bê çendîn alîkarî û anbulans ji brayên xwe re şandibû. Binerin û bibînin, bê ku wextê derbas bike bi hemî îmkan û hêza xwe ya nîvdewletî alîkariya brayê xwe kiribû û dike.

Gelo wan partî û kesên dijminatiya Barzaniyan û rêbaza pîroz dikin. Ka heta niha ji gelê xwe re çi kirin û wê bikin? Ferqa Kurdistanîbûnê û hebûna rêbazê  ev e. Divê êdî kurdên me vê baş bizanibin û fêr bibin ku dost di rewşên dijwar de bi alîkariyên xwe têne nasîn. Lewra di  erdhêja li bakur û rojavayê kurdistanê pêk hatibû, rêbazê bi alîkariya xwe îspat kir ku ev rêbaza pîroz ji bona parastin û xwedî lêderketandina hemî kurdan e.

Her dewleteke li cîhanê xwediyê xwe û hin dezgehên însanî ne. Bi rê û saya wê destên xwe yên alîkariyê dighêjîne kesên pêwîstiya wan jê hebin. Di vê erdhêja roja 6.2.2023an ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, bi  hemî kêm îmkanên xwe Dezgeha Xêrwaziya Barzanî bi alîkariya brayên xwe ve rabû bû. Ev dezgeha pîroz jî li gor destûr û bernemeya vê rêbazê hatiye damezrandin.

Ji ber vê ye dibêjim: Pêwîste em bi serpereştiya Hukumeta Herêma Kurdistanê vê dezgeha pîroz bi alîkarî û xwedî lêderketandina xwe, wê bikin dezgeheke navneteweyî. Ofisên wê li welatên Ewropa jî vekin. Da ku êdî ew ne tenê bi alîkariya kurdan, bi alîkariya her milet û xelkekî pêwîstiya wan ji ber hin karestên xeter ku pêk tên, bike.

Pustên heman beş