Li Rihayê di navbera du gruban de şer û pevçûn derket: Kesek hat kuştin

Li Rihayê di navbera du gruban de şer û pevçûn derket: Kesek hat kuştin

Li Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de şer û pevçûna bi kêran pêkhat û di encamê de kesê bi navê Ebuzer Olmez ê 27 salî jiyana xwe ji dest da, 5 kesên têkelî bûyerê bûne jî hatin girtin.

Bûyer şeva borî 05.03.2024ê li taxa Eyubiye pêkhat. Li gor çapemeniya Tirkiyê ragehandiye, di navbera du gruban de ji ber sedemekî nediyar nîqaş derket û demekî kurt de ew nîqaş wegeriya şer û pevçûna bi kêran.

Herwaha li gor heman çavkaniyên çapemeniya Tirkiyê di encama şer û pevçûnê de kesê bi navê Ebuzer Olmez ji çend cîhên bedena xwe hate kêrkirin û di nav xwînê de ma. Li ser agahdariyê tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê û Ebuzer Olmez ji nexwaşxaneyê re hate veguhestin, lê li gel hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin.

Hat ragehandin 5 kesên ku ji cîhê bûyerê reviyan, ji aliyê polîs ve hatin girtin û lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Pustên heman beş