Xeta siyasî ya navenda li Silêmaniyê bi hemû Kurdan dide winda kirin

Xeta siyasî ya navenda li Silêmaniyê bi hemû Kurdan dide winda kirin

Tevgera siyasî ya li başûrê Kurdistanê di sedsala bîstan de bandoreke mezin li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kir. Her çend ev mîsyona Başûr mijareke pir dirêj be jî, em dikarin sê bandorên sereke vebêjin.

Ya yekem di Cotmeha 1958’an de vegera Mele Mistefa Barzanî ji Rûsyayê bû Iraq û Kurdistanê. Vê vegerê û hevdîtinên wî yên bi hikûmeta Iraqê re bû îlham ji kurdên hemû parçeyan re.

Duyem; raperîna sala 1991’an bû. Koça milyonî ya gel hem hestên netewperestiyê xurt kir, hem jî ruhê yekitiya neteweyî geş kir, û heman dem bi biryara konseya ewlekarîya yekîtîya milletan Kurd hatin parastin. Serhildana ku di sala 1991’an de li Bakur dest pê kirî, berdewamiya vê pêvajoyê raperîna Başûr bû.

Sêyem; piştî rûxandina Rejîma Saddam di sala 2003 de, Herêma Kurdistanê statuya fermî a navdewletî wergirt û Kurdan li Başûr desthilata xwe ava kir. Di qada siyasî, leşkerî, îdarî û aborî de bûn hêzekî herêmî.

Windakirina destkefîtên Başûr windakirina hemû Kurdan e

Bi zelalî, motora sereke ya têkoşîna Kurdan a ku îro Rojava jî di nav de li çar parçeyan zindî ye, navenda wê Başûrê Kurdistanê ye. Şoreşa Başûr rê li ber şoreşên din vekir û pirsgirêka rewabûn û nenaskirina Kurdan ji holê rakir. Lewma şoreşa Başûr wê bandoreke erênî û neyînî li hemû parçeyan bike. Mesele wek meseleya qabên hevgirtî ye. Li Başûr çiqas destkeftî çêbibin, li parçeyên din jî ewqas pêşketin çêdibe. Berovajî vê yekê jî, eger li Başûr têkçûnek çêbibe, dê li parçeyên din jî têkçûn çêbe. Ji ber vê yekê erka hemû welatparêzên Kurd e ku şoreşa Başûr û destkeftiyên wê biparêzin. Ji bo vê jî ger destkeftiyek hebe em ê li dora wê kom bibin, ger îxanet jî hebe divê em bi hev re li dij derkevin.

Lê mixabin îro em dibînin ku Başûrê Kurdistanê, ango Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin dorpêçeke mezin de ye û eniyeke siyasî heye ku dixwaze statuya Başûr bidestxistî têk bibe. Ev eniya siyasî jî weke her carê weke kurmê darê ji hundir ve hewl dide kelehê bi dest bixe. Di vî warî de li Silêmaniyê ‘hespê Troya’ li dijî Herêma Kurdistanê hatin çêkirin.

YNK ya Bafil Talebanî ya di bin baskên Îranê de û sedemên aloziya bi Tirkiyê re?

Bafil Talebanî di 4 ê Adarê de li Bexdayê beşdarî konferansekê bû û li gor nûçeyên medyayê wî got, “em tawîzan nadin Tirkiyê.” Ji dûr ve ev axaftin xweş tên guhê mirov. Kurdên Bakur we fikirîn ku agirbesta 12 salan û pêvajoya diyalogê ya bi Erdogan re dê bi ser bikeve. Lê piştî vê pêvajoyê encam neda xeyalên wan herifîn û hêrseke mezin derket holê.  Ji ber vê yekê jî bi coşeke mezin her tiştê ku li dijî Tirkiyeyê tê gotin bi çar lapkî hembêz dike.  Lê sîyaset, bi taybetî jî siyaseta miletekî wek kurdan, bi helwestek wisa hestyarî ve nayê şîrovekirin.

Bafil Talebanî got ez li dijî Tirkiyê me, lê li kî dere ev gotiye? Li Bexdayê. Di kîjan konferansê de ew got? Konferansa Heşdî Şebî de.  Gelo Heşdî Şebî kî ye? Milîsên Îranê yên li Iraqê, her roj bi mûşekan êrîşî Kurdan dikin êrişî Hewlêr û zevîyên petrolê yên Kurdan dikin.

Ma Heşdî Şebî ji Kurdan hez dikin? Na, di her firsendê de dibêjin Kurd belaya serê Rojhilata Navîn in û ne tenê Kurdên Başûr, Kurdên Rojhilat û hemû Kurdan weke dijmin dibîne. 

Gelo ma Îrana xwediyê Heşdî Şebî dostê Kurdan e? Na, Îran dewleteke dagirker û kolonyalist e. tenê di van çend salên borî de bi dehan xortên Kurd bi sedemên siyasî îdam kirine û heta bi mûşekan li baregehên tevgerên Rojhilat dixe.

Pirs ewqas hêsan in û bersiv jî ewqas hêsan û zelal in. ey Bafil Talabanî tu di kûşa Heşdî Şebî û di bin baskên Îranê de bersiva Tirkîyê didî, lê tenê baş bizane ku di hevrikîya di navbera Îran û Tirkîyê de tu marûrekî basitî di destê Îranê de. Her wiha li herêmên ku niha YNK lê serdest e tiştê diqewime bi temamî ev e.

Hêzên Heşdî Şebî tên Silêmaniyê û li Zirgewezê partiyên Rojhilat dorpêç dikin, li Koye dîwar li derdora qadên jiyana van partîyan tê avakirin, rêveberên Heşdî Şebî li Silêmaniyê xwe dihejînin û dimeşin, lê “rewşenbîrên navdar” ên Silêmaniyê vê yekê nabînin. Û ji medyaya PKK’ê re dibêjin ku ew Tirkiyê wek dijmin dibînin. Raste Tirkiye dijmin e, lê gelo Îran çi ye? rêveberên YNK’ê li ber kamîrayên tv yan gotin ku ji bo dagirkirina Kerkûkê me bi Bexdayê re li hev kirine, ew kesê Kerkûk firotiye li dijî Tirkiyeyê gefan bike çî ye, neke çî ye? We Kerkûk firot û ciwanên Kurd ên Germiyan û Kerkûkê xistin nava refên Heşdî Şebî de. Îran her roj li Kurdan dixe, hûn dengê xwe jê re nekin, we xwe firot Îranê ma ji vê pêve çi heye.

Daxuyaniyên YNK’ê yên derbarê Tirkiyeyê de xweş tên guh, lê dema ku em siyaseta wê ya teslîmkirina kurdan bo Îran û Bexdayê dibînin durûtîya wê derdikeve holê.

Bi koça dawî ya Mam Celal re, Îranê hêza xwe ya li Silêmaniyê heyî pirr zêde kir, piştre jî Îranê di bin navê şerê li dijî DAIŞ ê de, PKK ê li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bi cih kir û Herêma Kurdistanê xist bin dorpêçê.

 Ji sala 2012’an ve li navenda Silêmaniyê li gorî berjewendiyên baskê Îranê yê eniya dij-Kurd şerekî rewşenbîrî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk tê meşandin.

Eniya dijî Kurdistanê Silêmanî ji xwe re kir hespê Troya

Belê, rast e ku mirov ji vî hespê Troya yê ku li Silêmaniyê bi sponseriya Îran û milîsên Şîe yên Iraqê hatiye çêkirin, wek wargeha xeta hevkar û xîyanetê bi nav bike. YNK ya Bafil Talebanî; PKK ya Cemîl Bayik û Newey Nu ya Şasuwar Ebdulvahîd şovalyen tarî ên vê kelehê ne. Divê em hişyariya hemû Kurdan bilind bikin û rûyê gemarê van şovalyeyên tarî eşkere bikin ku ew kî ne.

Van rûreşan Bexda ji xwe re kiriye qibla siyasî. Bi vê yeke Kurdan ji şîyanê siyasî dûr dixin. Tenê rêya xwe radestî Bexdayê kirin li pêşiya Kurdan datînin. 

Cureyekî nû yê li Kurdistanê di xwezin biafirînin: Cehşên modern

Silêmanî ku em jê re dibêjin navenda rewşenbîrî, êdî ne navenda ronakbîrî ye, bûye navenda tarîtiyê. Li Silêmaniyê tevlîheviya fikrî û derûnî heye. Rastî û xeletî têkel bûne. Ragihandin jî vê aloziyê hê bêhtir kûr dike. Di vê hawîrdora ku jê re azadî û ronakbîrî tê gotin, çîneke siyasî û çandî ya nû, “cahşên modern” derket holê.

Belê, li vê keleha Îranê de, bi gotinên azadî, wekhevî, maf û dadperwerî de xîyanetekî mezin heye. Belê, ew hewl didin Iraqê û Heşdî Şebî ji bo me weke dergehê rizgarî û azadî nîşan bidin. Bi hinceta li dijî Tirkiyeyê helwestê nîşan dane hevsarê Îranê û Heşdî Şebî bixin stûyê kurdan. Ma ne ew Heşdî Şebî, ew Bexda, hewl dide dahatê av û petrola axa me ya hezaran sal jî ji me bidize.

Rewşenbîrên ku ji aliyê PKK û YNK ê hatine wezîfedarkirin, di çapemeniyê de li hev kirine û hewl didin bi raya giştî bidin bawerkirin ku “Eger em PDK’ê têk bibin wê her tişt baş bibe, Kurd wê bi ser bikevin.”

Dirûşma “PDK dê winda bike, em ê bi ser bikevin” tenê remza îxanetê ye

Mele Bextiyar meha Çileya sala borî daxuyaniyek dabû û rayedarên YNK ê hişyar kiribû û gotibû; Her cara ku me hewl da PDK’ê têk bibe, em xisar di bûn û her kesê ji vê hewldanê zirar dît.” Mela Bextiyar Ji nava YNK’ê bersiva van cehşên modern da.

Her kesê ku pîçek dîrokê bizane, dizane gava PDK têk diçe Kurd têk diçin dema tevgera Barzanî pêş dikeve, rê li ber Kurdan vedibe û Kurd pêş dikevin. Heke îro Heşdî Şebî li Hewlêrê, li Duhokê û li Silêmaniyê kurdan bi saxî naxwe, sedema vê yekê helwesta tevgera Barzanî ye. Ger bi destê şîeyên Iraqê hatiba, navê kurdan jî di destûra Iraqê de nedihêla. Yê ku pêşiya tundrewîya nijadperestîya Ereb digire hêza PDK’ê ye.

Ti wezîr û heta Serokomarên YNK’ê nekariye li dijî yek neheqiya ku li Kurdan hatiye kirin derkeve. Berhem Salih namzetê YNK’ê yê Serokomariyê bû, Kerkûk li ber çavên wî hat dagirkirin, wî wek welatiyekî jî bertek nîşan neda. Li ber çavên Fuad Mahsûm mafên kurdan yên destûrî hatin tecawiz kirin, wî devê xwe venekir û li dijî nesekinî. YNK’ê heta niha nekariye yek pirsgirêka kurdên di nava Iraqê de çareser bike. Li Kerkûkê partiya yekem YNK ye, lê dema artêşa Iraqê êrîşî kurdan dike, kurdên li wir bang li Barzanî dikin, gelo çima hewara xwe nabin ba YNK’ê.

Eger PDK bêhêz bibe û xwe vekşîne, dewleta Iraq û Îranê dê muamila mixtarî bi Bafil Talabanî bikin. Divê kes xwe nexapîne.

Erkê rewşenbîr û welatparêzên rastgo yên Kurde ew e ku rûyê rast ê vê tevgera xiyanetê ya ku navenda wê li Silêmaniyê ye eşkere bikin. Divê yên ji xwe re dibêjin rewşenbîr vê zîhniyeta xîyanetê jinav bibin û Kurdan ji nava agirê xîyanetê rizgar bikin.  pêwîste ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi hêvîya kesayeta patholojîkî ya Bafil Talabanî  û cehşên Îranê yên ku em wan weke ‘hespên Troya’ bi nav dikin nêhê hiştin.

Pustên heman beş