Îranê 864 kes di sala 2023ê da darvekirine

iran execution 2023-info

Li gorî rapora 2 rêxistinên sivîl ku roja sêşemê hat weşandin, Îranê di sala 2023an de cezayê îdamê li 834 kesan pêk anîne, ku ev hejmara herî zêde ji sala 2015an vir veye.

Hejmara cezayên darvekirinê li Îranê bi himber kirin li gel sala 2022an ji sedî 43 zêde bûye.

Li gor rapora saziya “mafên mirov li Îranê” ku navenda wê li Norwîcê ye û hevpeymanya cîhanî ya li dijî cezayê bidarvekirinê ku navenda wê li Parîsê ye, piştî ku di sala 2015an de 972 hukmên bidarvekirinê li Îranê hatine bidarvekirin, ev tenê cara duyemîne di zêdetir ji du dehsalan de ku zêdetir ji 800 kesan di Îranê de tên bidarvekirin.

Her du rêxistinan Îran tawanbar kirin ku cezayê îdamê wek navgînek belavkirina tirsê bikar tîne, taybet piştî xwepêşandanên berferehên mehên dawîn yên sala 2022an ku bi sedema kuştina keça kurd (jîna emînî) ji hêla polîsên exlaqê ve dest pê kiribûn.

Pustên heman beş