Reşnivîsa lêkolînekê li ser Evdila Ocalan û pirsgirêka jinê

Reşnivîsa lêkolînekê li ser Evdila Ocalan û pirsgirêka jinê

Beşa yekem: PKK’ê dîroka jinê berevajî kir

Evdila Ocalan û têkiliya wî ya bi jinan re û helwesta wî ya li hemberî jinê mijareke ku ji gelek aliyan ve hêjayî lêkolînê ye. Heta niha li ser vê mijarê gelek kêm lêkolîn hatine kirin, yên hatî kirin jî ji rastîyê û kûrahîya meselê durbûn. Lêkolîna ku di destê we de ye, bi rastî ne xebateke sereke ye ku pirsgirêka Ocalan û jinan dinirxîne. Ew bêtir reşnivîseke li ser vî babetî. Bi taybetî reşnivîsa ku tê de hin agahî û arşîv hatine berhevkirin ji bo ku agahiyên dîrokî winda nebin, nav neyên jibîrkirin û bûyer neyên veşartin dê bi xwendevanan re bê parvekirin. Ji ber ku lêkolîna têgihîştina dîrokê di esasê xwe de lêkolîna arşîvê, tomarkirin û şîrovekirina wê ye.

Arşîva dîrokî ya PKK’ê bi taybetî Piştî salên 1990 î û salên 1970 yî bi giştî, piraniya agahî û arşîvên ku rastiya Ocalan û PKK’ê derdixin holê hatin windakirin an jî berevajî hatin weşandin. Berevajîkirina rastiyên li ser jinê di nava PKK’ê de ji vê zêdetir e. Di rastiyê de gelek agahiyên dîrokî ji aliyê PKK’ê ve hatine veşartin. Pêvajoyên dîrokî ji aliyê PKK’ê ve weke avahiyeke olî a ku Ocalan û miriyan tê de pîroz dikin, weke dîroka jinê ya PKK’ê pêşkêşî mirovan dike. Kes çîrok û aqûbeta kesên ku hatine qetilkirin, rêveberên mêr yên bê serûşwîn hatîn berzekirin, jinên li mala Ocalan diman û jinên ku Ocalan weke firîşte pênasekirî, nizane.

Dewleta Tirk jî car caran li ser jiyana Ocalan a bi jinan re û pêvajoyên jinên di nava PKK’ê de nivîsandî ye. Di van vegotinan de “Jinên di nava PKK’ê de weke hejarên ku her tim rastî tecawizê tên behs tê kirin.” Ev yek ne rast e. Ev şêwaza vegotinê hê zêdetir PKK’ê xurt dike.

Her du şêwazên vegotinê jî rastiyê îfade nakin, dîroka Bûyer, kes, bandor û encaman eşkere neke. Ji ber vê yekê di rastiya xwe de civaka Kurd di vê mijarê de xwedî pêzanînên rast nîne. Lêkolîna me li ser ronîkirina vê rastiyê ye.

Ji bo berhevkirina van pêzanînan, me bi 11 jinên ku di navbera salên 1990 û 1999’an de li gel Ocalan mane, hevpeyvîn kir. Wekî din, bi 15 zilaman re ji bo berhevkirina agahiyên li ser hin bûyerên giştî me hevdîtin kirin. Lê kesên ku bi me re hevdîtin kirî ji ber gefan PKK’ê nexwest navên wan bên eşkerekirin.

Kurteya têgeha PKK’ê ya li ser jinê çi ye?

Kê/kî li ser têkiliya Ocalan a bi jinan re binivîsîne, yekser wek sîxûr, xayîn û dijmin û hwd tê binavkirin. Ji ber vê yekê yan hûnê pesnê Ocalan bidin yan jî qet behsa vê mijarê nekin. Tenê pirsa “Çima Ocalan li Şamê di malên xwe de bi jinan re dijiya?” kirin, wê bibe sedem ku hûn ji aliyê PKK’ê ve weke dijmin bên îlankirin. Dema ku PKK di dersên xwe de Îslamê vedibêje, dibêje “Mihemed bi Ayîşaya 9 salî re zewicî ev bêexlaqîye” lê dema tu dibêjî “Çima Ocalan li mala xwe bi Jinan re dijî?” yekser tu dê bihêy aforoz kirin.  Ji ber vê yekê PKK-Ocalan di mijara Jinê de ji Ol tundtir e; şik, lêpirsîn û guman li ser peywendiyên Ocalan bi jinê re kirin dibe sedemê kuştina mirovî.

Kurteya dîroka jinê ku PKK’e vedibêje wiha ye: “Beriya PKK’ê jina Kurd xwedî nirxekî mîna ajalan bû, li tu derê navê wan tune bû, jin di nava koletiyeke mezin de bû. Jinên Kurd rizgarîya xwe di nava PKK’ê de dîtin, bi naskirina Ocalan ronî bûn û Ocalan jin rizgar kirî ye. kurteya vegotina PKK’ê li ser jinê ev e.

Ev axaftin ji bilî propagandayê, ti rastîyeke xwe a dîrokî nîne. Jinên Kurd her tim ji jinên din ên Rojhilata Navîn zêdetir bûne xwedî azadî. Her wiha tê zanîn ku jin beriya PKK’ê ketine nava şer û siyasetê. Jinên yekem çek rakirî ne yên PKK’ê bûn.  Jinên Kurd di hemû helkeftên dîrokî de xwedî erk û helwest bûye û tevlî komara Çiyayê Araratê bûye. Ji xeynî wê, jin weke pêşmerge beşdarî têkoşîna Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê bûn. Di salên 1970’an de hejmara pêşmergeyên jinên Rojhilat nêzî hejmara mêran bû. PKK jî mîna her tiştî, di têkoşîna jinê de jî bi înkarkirina hemû dîroka Kurdan a berê dixwaze her tiştî ji xwe bide dest pê kirin.

Cemîl Bayik: Serokatî jin, Jinan jî serokatî dîn kir

Mijara herî bingehîn a ku PKK li ser hesas e, têkiliya Ocalan a bi jinan re ye. Tenê em dizanin ku Ocalan li Şamê di sê malan de bi jinan re jiyaye û ev jin dem bi dem diguherîn. Hemû dane nîşan didin ku têkiliya Ocalan bi van jinan re ji hevaletî û rêhevaltîya normal wêdetir e. PKK di vê mijarê de pir dijwarî bertek nîşan dide. Bê guman rewş ne wisa ye. Beriya her tiştî rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Riza Altûn, Alî Heyder Qaytan û Duran Kalkan baş dizanin ku Ocalan çawa bi jinan re dijî.

Piştî çûna Ocalan bo Tirkiyeyê, Cemîl Bayik di sala 2000 î de ji hevalên derdora xwe re wiha got: “Jinan serok dîn û har kiribû, Serokatî jî jin dîn û har kiribû.” Bi rastî van rêveberan PKK’ê baş dizanibûn ku Ocalan çawa bi jinan re dijî û Ocalan çawa jin di nava rêxistinê de weke sîxûr bi kar tîne. Cemîl Bayik bi xwe piştî ku Ocalan çû Îmraliyê, ango ji sala 1999’an heta 2007’an, şer li dijî jinên Ocalan ragihand. Hejmareke mezin Jinên bi Ocalan re ji rêxistinê derketin û yên mayî jî teslîmî PKK ya Cemîl Bayik bûn.

Bi gotinek din rêveberên PKK’ê yên dêrîn jî nikarîbûn jiyana Ocalan a bi vî rengî jinan re qebûl bikin.

Rewşeke wiha ripûrût di holê de ye lê ev kes bang li me dikin ku em tevlî xeta Ocalan bibin û li felsefa wî xwedî derkevin. Hemn dem tê xwestin ku hemû jin Ocalan weke Rêberê azadiyê qebûl bikin.

Pustên heman beş