Di rêbazê de çanda neteweyî

Di rêbazê de çanda û neteweyî

Bûbê Eser

Min xwest ez bi gotina serokê nemir, mamoste û hîmê rêbaza pîroz. Serokê gelê Kurd ê neteweyî û nemir Mistefa Barzanî dest bi nivîsa xwe bikim. Serok dibêje: ”  Ew kesên neteweyî nefikirin, dikarên rojekê xwe û welatê xwe ji bona berjewendiya xwe ya sexsî bifroşe  ”. Loma min jî xwest hinekî li ser vê binivîsînim bê serokê nemir û neteweyî bi vê gotina xwe, dixwazî an xwestiye çi bide kurdan.

Ji bona mirov bikaribe neteweyî bifikire û berjewendiya welatê xwe di ser her tiştekî xwe re bigire divê mirov ji erda xwe, ji welatê xwe, ji çand û kultura xwe hez bike. Ya girîng jî divê mirov ji kes û serokên ji bona azadiya Kurdistanê xebat kirine û dikin, hez bike.

Heger mirov bi zimanê xwe axifî, li çanda xwe xwedî derkeve. Dîroka xwe baş nas bike. Hurmeta ango rêza meziinên xwe yên ji bona Kurdistanê bûne cangorî bigire û bi bîr bîne. Aha wê demê mirov dibe neteweyî. Mirov dikare di hemî neqebên zor û zehmet de ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatê bike.

Ji bona azadiya welatekî weke Kurdistanê, kar û xebat zehmet û bi rîsk e. Heger kesên van zehmetî û rîskan qebûl bike. Dikarin bi rehetî tekoşîna gelê xwe jî li ser xeta neteweyî bide.

Tekoşîn û xebata welatekî ya ji bona azadiya wî jî gelek zor û zehmet e. Heger mirov bixwaze di dawayî hemî zehmetiyan de ji zarok û nebiyên xwe re welatekî azad bêhêle. Divê mirov hemî rîskan ang hemî tiştên dê bêne serê me re jî qebûl bike.

Ji ber azadî û serxwebûna welatekî dûr û dirêj e. Li ser rêya azadiya wî welatî gelek astengî jî hene. Ji bona rakirina astengan jî divê mirov berê bibe neteweyî. Ji ax, welat û mirovên xwe hez bike.

Ji bona tekoşîneke mayende divê mirov xelkê xwe şiyar bike. Wan bi ber bixe ku heta mirov azad nebe, mirov ne xwediyê xwe û tiştekî ye. Ji ber ku tu ne azad be, tu tuneye. Dagirker an dijminê te çi demê bixwazin dikarin mal û milkên te ji te bigire û tê nikaribe tiştekî bike.

Dema Barzaniyan dest bi azadî û serxwebûna Kurdistanê kirin. Fêm kirin ku bê rêbaz nabe. Loma di nava tekoşîna xwe de, xwe bi rêxistinê kirin û pişt re jî, hêdî hêdî rêbaz ango felsefeya tekoşîna welatê xwe, li gor şert û mercên wî destnîşan kirin.

Di nava xalên vê rêbaza pîroz de, xurtkirina hizra neteweyî bû xala yekem. Ji ber ku tu nebe neteweyî tu dikare xwe û welatê xwe bi rehetî bifroşe. Ji ber vê xala girîng ya rêbazê bû, ev sed sal in ku Barzaniyan tekoşîn û azadiya Kurdistanê dan û didin.

Barzaniyan ev yeka jî baş fêm kiribûn ku heta tu ji xwe de destpêneke, dê mafê mirov tunebe ku tu daxwaza tiştekî li kesên din bike. Lewra wan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe. Di nava tekoşîna wê de, berê ji xwe destpê kirin.

Çawa ji xwe destpêkirin???

Zarokên xwe di temenê zarokatiyê de ango di dema wan ya ciwantiyê de, ew fêrî hizra neteweyî kirin û yên destên wan çek girtin, bi xwe re birin serê çiyan. Tu li serok û rêberên wan dinere hemiyan li gel mezinên xwe, li serê çiyan tekoşîna gelê xwe dane.

Ji ber vê bû ku dema wan daxwaza zarok û ciwanên kurdan dikir ku herin serê çiyan û şerê azadiya welatê xwe bidin. Kurdan bi dilxweşî zarokên xwe dişandin. Ji ber ku kesên zarokên xwe dişandin ku bibin pêşmêrge û bi doza gelê xwe ya rewa ve rabin. Didîtin ku zarokên rêber û serokên wan jî di nav refê pêşmêrgeyên qehreman de tekoşîna welatê xwe didin.

Ji ber vê bû ku em dibînin, di şerê sed salan de, wan Barzaniyên ku li gor nerîn û hizra neteweyî, li ser asasê rêbaza pîroz, şerê tekoşîna welatê xwe dan û li başûrê kurdistanê em kurd kirin xwedî perçekî azad.

Loma girîng û ferze ku ji bona azadiya welatekî weke kurdistanê divê berê rêber û serokên partî û tevgerên heyî, ji xwe de destpê bikin. Ango ew jî weke Barzaniyan zarokên xwe li gel xwe, di nava tekoşîna çi bi rêya çek û çi jî bi rêyên demokratîk, mezin bikin û fêrî siyaseta Kurdistanî bikin. Heger vê nekin rojekê dikare partiyeke ne ji bona azadiya kurdistanê kar dike. Bi navê kurdistanê ciwanan bixapîne û bike qurbana dagirkerên xwe.

Heger partî û rêxistinên dixwazin ji bona azadiya gelê xwe tekoşînê bidin, divê ji Barzaniyan mînekê wê bigirin. Fêr bibin ku bê wan çawa destpê kir û hê çawa berdewam dikin.

Di virde diyar dibe ku divê tekoşîna azadiya welatekî bi rê û rêbazeke neteweyî, bê destpêkirin. Netewebûn jî divê ji serok û rêberên welatekî destpê bibe. Serok û rêvebirên ku neteweyî jî bifirin divê ew ji xwe de destpê bikin.

Destpêka vê jî bi rêxistkirina zarokên xwe de dibe. Zarok û mirovên xwe bi rêxistkirinê de mafê mirov çê dibe. Da ku me re ciwanên kurdan bixwaze ku ew jî tevlî şoreşê an berxwedana ji bona azadiya welêt bibin.

Ji bona ku li bakurê Kurdistanê ev yeka tune ye. Loma ew jî bi ser nakevin. Rêber û serokên partiyên Kurdistanî piraniya wan tenê ji sal mezinên pêk tê. Loma nafikirin û naxwazin zarokên xwe jî bi rêxistinî bike da ku piştî wan tevgerên siyasî bê serok û rêber nemînin…

Ji ber vê ye divê hemî kurdên cîhanê berê rêbaza xwe, tekoşîn û şorêşên wê fêr bibin. Ji şoreş û berxwedana vê rêbazê bibin xwedî tecrube da ku li hember dijmin teslîm neyên girtin. Ji ber ku miletê bi temamî ji teref dagirkerên xwe de teslîm bêne girt. Roj bi roj wê weke netew jî nemînin.

Bala xwe bidênê Barzaniyan di tekoşîna xwe de hin caran bi serketin û wenda kirin. Lê tu caran xwe teslîmê dagirkeran nekirin. Loma her ji nûde rabûna wan. Tekoşîna wan ya li hember dagirkeran bi hêztir dibû. Ji ber ku wan li gor rêbaza pîroz û bi tekoşîneke neteweyî, berxwedanên xwe didomandin û didomînin.

Ji ber vê ye, ez dibjim: Dema li perçên din jî ev rêbaza pîroz baş bê fêm kirin. Him wê kurd baştir dijminê xwe nas bikin, him jî wê di tekoşîna xwe de têk nerin. Heger wenda jî bikin dê bikaribin ji nû de rabin. Ji ber ku di her ketinekê de, ji nû de rabûn. Di her rabûnekê de jî serketin heye…

Pustên heman beş