Çeteyên PKK’ê zarokeke din ya 14 salî revand

Çeteyên PKK’ê zarokeke din ya 14 salî revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK’ê” ve berdewame li ser revandina zarokan li Rojava Kurdistanê û deverên di bin desthilata PYD’ê de, her dawî jî zarokek li Minbicê revand.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” li roja Çarşemî 6/3/2024’an zarokeke 14 salî ya bi navê Aye Mihemed Yehya Hemam li Rojavayê bajarê Minbicê revandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî herwiha tekez kirin, Aye Mihemed dema dixwest biçe debistanê di rê de ji aliyê çeteyên PKK’ê ve hatiye revandin.

Aye Mihemed ji dayik bûya 1/1/2010’ane û xwendkara dibistana El-Tetbîqat bûye li Rojava bajarê Minbicê.

Tê zanîn, fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekbûyî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş