Beşa Duyem: Yekem endama jin a PKK ê Kesîre Ocalan û rastiya kesayeta Evdila Ocalan
Evdila Ocalan çîrokek pir xweş vedibêje û tê de nêzîkatiyên xwe yên xas û îdeolojîk divehîne û têkiliya xwe ya bi jinan re û pirsgirêka jinê ya di nava PKK ê de vedibêje. Ne tenê mijara jinê di dîroka PKK ê de Ocalan weke hêzeke xwedawand û îlahî tê pênasekirin.
Di vê çîrokê de rola sereke ya Ocalan e, bi taybetmendîyên xwe yên bêqisûr ên pêxemberî-îlahî ku her tişt bi wî dest pê dike û her tişt bi wî diqede. Li aliyê din jî kesên ebdên wî û dijminên wî hene ku dixwazin Ocalan fêm bikin. Tevahiya dîroka PKK ê û jiyana Ocalan bi van wasfên îlahî tê ravekirin. Ev vegotina ku weke romanekê li dora Ocalan hatî vehandin, di PKK ê û pêkhateyên li pey wê de weke rêbazeke dîrokî tê binavkirin. Di mijara jinê de jî vegotineke dîrokî ya bi heman rengî heye. Li gorî çîroka ku ji aliyê PKK ê ve hatiye vegotin, Ocalan dema zarok bû, “li dijî pirsgirêka jinan û zewicandina rabûye. Jin weke mal û milkê zilam dîtin red kiriye. Li gorî heman çîrokê, Ocalan di şexsê dayika xwe de dîtiye ku jin çiqasî qels in. piştî ku bi Kesîre (Fatma) re zewicî, pêhesiya ku zewac çiqas pêwendîyekî koledarî ye. pişt re biryar da ku tevgera jinê pêş bixe û jinan azad bike…”
Hemû pirtûk, meqale û axaftinên li ser dîroka jinan a PKK ê hatine nivîsandin, li gorî vê kurte çîrokê hatine jêder kirin. di encama vê çîrokê de tê îdea kirin ku ”beriya Ocalan hemû Jin kole bûn, Ocalan jin azad kir, di cîhanê de tu rêberekî bi qasî Ocalan jin azad û serbest nekirî ye. Ocalan hemû paşverûtiya cîhanê di şexsê jinê de rûxandîye.” Û hwd PKK-Ocalan çîroka xwe wiha vedibêjin. Lêbelê ev çîrok derewe û rastî pirr cuda ye.
Em vê rastiyê dizanin çar bandorên bingehîn ên Ocalan ên li ser pirsgirêka jinê hene. Ya yekem rewşa psîkolojîk a Ocalan, rewşa wî ya patholojîk û xweperestî ye. duyem; tiştên ku ji bo berdewamiya rêxistinê pêwîst in. Sêyem; propagandaya ku ji bo gel û raya giştî tê kirin. Ya çarem; armanca sereke ya ku PKK dixwaze pêk bîne tê vegotin. Yanî di nav PKK-ê de hemû bûyer li ser van çar zawîyan tên nirxandin û şîrovekirin.
Ji ber vê sedemê pêwîste em jî bi vê perspektîfê li nêzîkatiya Ocalan a li hemberî jinê binerin.
Di PKK ê de destpêka jinê
Jinên Kurd, berevajî jinên tevahiya Rojhilata Navîn, hertim beşdarî siyaset û têkoşîna rizgarîya Kurdan bûne. Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve şopa jinên Kurd di têkoşîna Kurdan de pir berze û mirov dikare bibîne.
Dîsa di salên 1970’yî de jinên Kurd ber bi tevgera siyasî ya Kurd vejiyane. Rewşa jinê di çar parçeyan de jî eve. Bi taybetî jinên ku xwedî derfetên ronbakbîrî û perwerdehiyê bûn, yekser bi tevgerên siyasî yên Kurd re dest bi xebatê kirin. Wek remza netewî şêrejin Leyla Qasim ku hêj PKK-Apo ne di nava çi sukûbazaran de bû derketibû holê, berxwedaneke mezin nîşan da û bû sembola şeref û serbilindîya hemû kurdan. Dîsa di gelek tevgerên Kurdistanî de jin hene.
Ji ber vê yekê teoriya ku jina Kurd bi PKK ê re ketiye nava siyasetê û îdiaya ku yekemîn tevgera jinên Kurd ji aliyê PKK ê ve hatiye kirin, ti eleqeya xwe rastîyê ve nîne. Di koma yekemîn a PKK ê de jin nîn in û jina yekemîn a ku tevlî koma Enqereyê bûye Kesîre Yildirim(Fatma) ye. tevlîbûna Kesîrê jî Pir balkêş e. hûrgilîyên têkiliya Kesîre û Ocalan di rastiyê de ji me re dibe alîkar ku em helwest û derûnîya Ocalan a li hemberî jinê fêm bikin.
Ocalan û Kesîre (Fatma) çawa hatin ba hev?
Kesîre Yildirim di sala 1951’an de li Karakoçanê ji dayik bûye. Mamostatî kiriye û piştre dema ku li Dibistana Çapemenî-Weşanê ya Zanîngeha Xaziyê bû, bi koma yekem a PKK ê dibihîse. Lê ew jî xwendina xwe didomîne, berî ku bi Ocalan re bizewice dibistana xwe diqedîne.
Em bi gelemperî wê nas dikin ji ber ku babê wê karmendê MIT ye. Lê em gelek hûrgiliyan nizanin. Heta ku Ûgûr Mumcû eşkere nekir, nehat zanîn ku babê Kesîre Elî Yildirim xebatkarê MÎT ê ye. Dema ku Ûgûr Mumcû bûyer eşkere kir, Ocalan yekser ev yek qebûl kir. Apo dizanibû ku înkarkirina vê rastîyê wê rewşê xerabtir bike û got ‘Min xwest wî ji wê sîstemê rizgar bikim’.
Lê Elî Yildirim di hevpeyvîna xwe ya sala 1981 ê de ji rojnameya Miliyet a Tirkiyeyê re wiha gotibû: “Min keça xwe heta 18 saliyê da xwendin piştî wî temenî keça min bû keça dewletê.” Ger Kesîre keça dewletê ye, çawa li pay Ocalan ket?
Kesîrê dema ku PKK hêj komeke biçûk bû nas kir û tevlî komê bû. Li vir pirsên “Gelo Fatma ji aliyê dewletê ve ji koma PKK ê re hatiye şandin? Çima babê wê gotiye keça min keça dewletê ye?” ev pirs pir balkêş in. Mijareke din a balkêş jî ewe ku dema Kesîre bi Ocalan re nîşan xwe kirî, malbata Kesîrê dizanîbû, lê tevlî vê şahîyê nebûn. Ocalan Elî Heyder Qeytan jî dişîne mala Kesîrê û dibêje, niha malbat mereq dike ka zavê wan kî ye, min ji wan re bidin naskirin. Lê Elî Heyder Qeytan, di pirtûka xwe ya bi navê “li ser sofra Rojê” de dibêje ku “Dema ew diçû malê, malbata Kesîre qet meraq nedikir û nedipirsî ku keça wan bi kê re dizewic e.” Di wê serdemê de yanî salên 1970’yî de keçeke Elewî bi mêrekî sunnî re dizewice, û ev zilam serokê tevgerekê ye û malbat keçikê qed meraq nake ku ew bi kê re dizewice. Ev helwesta malbatê şikên ku Kesîre ji alîyê dewletê we jin PKK ê re hatiye şandin zêde dike.
Di axaftinên Elî Heyder Qeytan de mirov dikare herî zêde agahî li ser mijara Kesîre bibîne. Ji ber ku di eslê xwe de Elî Heyder Qeytan ew kese ku yekem car evîndarê Kesîre bûye û ew aniye nava koma PKK ê. Lê Apo Kesîrê ji destê wî digire.
Çîroka daweta Ocalan a bi Kesîrê re wiha ye: “Di sala 1976’an de koma sereke ya PKK ê dest bi çûna Kurdistanê kir û Ocalan got divê Kesîre jî here. Fatma vê yekê qebûl nake û dema dibêje ez bi tena serê xwe nikarim biçim herêmê, Ocalan li cem Elî Heyder Qeytan jê re dibêje, “Bi yekî ji komê re hevserî bike, wê wisa baştir be.” Ji Kesîrê re di bêje here li ser vê pêşnîyarê bi fikire.
Kesîre di nava komê de rastî kesekî ji Dîlokê yê bi navê Îsmet Kiliç tê. Û Îsmet li her derê Kesîrê wek nîşanîya xwe dide nasîn. Lê li vir tiştekî balkêş diqewime û her çend Ocalan dizane ku Fatma nîşanîya Îsmete jî lê pê re diaxive û wê qanih dike. Fatma ji Îsmet qut dibe û bi Ocalan re dizewice. Bi rastî ev pêwendîyên nîşan û zewaca wê pir tevlîhev e. Ji ber ku beriya her tiştî Kesîre destpêkê naxwaze bi Ocalan re bizewice. Bi rastî jî li gorî gotina Elî Heyder Qeytan, Kesîre dibêje, “Ez dikarim bi şivanê herêma xwe re bijîm. Lê bi rastî bi heval Evdila re jiyan kirin zehmet e, çanda me ji hev pir cuda ye. xalên me yên hevbeş pir kêm in” û dixwaze nişana Ocalan bavêje. Lê çima ew ditirse? Gelo Fatma wazîfedara dewletê bû? têkiliya vê bi nasnameya babê wê re hebû? Ev Pirs pir girîng in.
Endamên PKK ê li dijî têkiliya Ocalan û Kesîrê bûn
Wê demê grûpek biçûk hebû ku hê PKK ava nebibû. Koma ku navên Heqî Karer û Kemal Pîr jî di nav de ne, li dijî hevserîkirina Ocalan a bi Kesîre re ye. Ji ber ku hemû pêbawer dikin ku Kesîre sîxur e. Her wiha Kesîre beriya niha nîşanîya Îsmet bû. Îsmet li her derê dibêje “Apo hevjîna min ji min girt” ji vê helwesta Apo grûp bêzar bibû.
Demekê endamên grûpê ji Ocalan re got, heke Fatma nerazî ye û pirsgirêk hene, divê nîşan bihê batalkirin. Lê belê Ocalan tu carî vê yekê qebûl nake. Li gorî agahîdanên Elî Heydar Qeytan, Ocalan du caran bertek nîşanî grûpê ku dixwazin vê peywendiya wî qut bikin da. Ocalan li ser vê helwesta grûpê dibêje “ ezê dest li xebatê bikşim heke hûn dikarin grûpê bimeşînin, hema bimeşînin” lê grûp ji vê helwesta xwe vedigere û teslîmî Ocalan dibe. Bi zorê zewaca xwe ya bi Kesîrê re bi grûpê dide qebûl kirin.
Heqî Karer hat kuştin û Ocalan bi Kesîre re zewicî
Dema ev hemû diqewimin Heqî Karer li Dîlokê ye. Karer bi temamî li dijî zewaca Ocalan-Kesîrê disekine. Heta tê gotin ku Karer û Kemal Pîr gotine “Ev jin sîxur e, em wê bikujin” Hefteyek beriya kuştina Karer Ocalan hatiye Dîlokê û Karer li ser navê xwe û hevalên xwe notayek ji 3 xalan pêk tê pêşkêşî Ocalan dike.
1- Divê Heval Evdila di zûtirîn wext de ji Enqerê derkeve û were Kurdistanê.
2- Rêwîtiya bi ajanekî mîna Necatî Kaya (pîlot) re nayê qebûlkirin, divê pîlot demildest ji partiyê were qewitandin.
3- Bi hevre di malekê de mana Kesîrê û Heval Evdila li Enqereyê nayê qebûlkirin. Malbata Fatma bi MÎT ê re têkildar e. Dibe ku ew bi xwe jî xebatkarê MÎT ê be. Her wiha divê pêşî li nîqaşên bi vî rengê û têkiliyên bi Fatma re bê girtin.
Heqî Karer gera Ocalan bi ajanan re qebûl nake û dixwaze ku ew ji Kesîrê cuda bibe. Ocalan vê notê digire. Dibêje ew ê di zûtirîn dem de were Kurdistanê û ji bajarê Dîlokê derdikeve. Heqî Karer 10 roj piştî vê hevdîtina bi Ocalan re, ango di 18 ê Gulana 1977’an de tê terorkirin. Tam 6 roj piştî kuştina Heqî Karer, Evdila Ocalan li salona şahîyan ya Parka Gençlîkê ya Enqereyê bi Kesîre Yildirim re zewicî.
Mijareke din a balkêş jî eve ku Ocalan ê ku di got, “Me PKK ji bo bîranîna Heqî Karer ava kir, ew jî mîna ruhê min yê veşartî bû” lê her vî Ocalanî hê cenazeyê Heqî nehatî definkirin çû li ser mêza nikahê rûnişt û şahîya zewaca xwe gêrand.
Divê em çawa pirsgirêka Kesîrê fam bikin?
Ocalan hertim dibêje, “Di şexsê Kesîre de min hemû jin fehm kirin û min sazîya aîle çareser kir.” lê belê berovajî vê rast e. Em dikarin rastiya Ocalan û tevgera wî di şexsê têkiliya Kesîre-Ocalan de bi zelalî bibînin.
Yekemîn jina ku tevlî PKK ê bûyî Kesîre bû, lê ew jî serê guman û kêşayan bû. Ji bo ku ji roja ewil ve navhevde bûna Ocalan û dewletê fêhm bikîn, divê mirov têkiliya wî ya bi Kesîre re baş lêkolîn bike. Her wiha dema em li têkiliya Kesîre dinêrin, em dibînin ku Ocalan dikare her kesî ji bo xwe xerç bike. Yê ku bi rastî evîndarê Kesîrê bû Elî Heyder Qeytan e. Ocalan vê yekê baş dizane, lê dîsa jî Qeytan di navbera xwe û Kesîre de dike poste. Di sala 1997’an de Ocalan ji Elî Heyder Qeytan dipirse, “Ji ber ku min Kesîre ji destê te girt tu hîn jî li min hêrso yî?” Îsmet Kiliç nîşanî yê Kesîrê bû Ocalan ew qewitand. Ji ber ku Heqî Karer ku li dijî zewaca bi Kesîre re bû, piştî ew hatî kuştin hêj meytê wî li erdê bû Ocalan-Kesîre bi cil û bergên bûk u zava şahîya xwe gêrandin. Ev rewş rastîya Ocalan radixe ber çavên me.
Weke ku tê dîtin, têkiliya yekemîn jina PKK ê Kesîre û têkilîyên wê û Ocalan ne di hiqûqa civakî, ne di hiqûqa gelêrî û ne jî di hiqûqa şoreşgerî de ti cihê wê nîne. Vê têkiliya nemeşrû rê li ber takekesîya Ocalan vekir ku di nava wan de bibe şexsê yekem û dawî. Kesîrê deh salan bê navber hewl da ku zilamê ku pê re zewicî, bike serokê PKK ê. Lê piştî jin zêde bûn Kesîre jî bi şêwazekê hat dîskalîfîye kirin.
Beşa sêyem: Zêdebûna hejmara jinan di nava PKK ê de, pratîkên Lolan û Beka yê