Ev çend roj in li ser navê namzetê şaredariya Êlihê yê Partiya DEM ê Mehdî Oztûzun rojevek balkêş heye.
Oztûzun parêzer û kesek e ku ji salên 1990 î ve di rojeva siyaseta kurd de ye. heta parêzerê Evdila Ocalan e û gelek caran çûye Îmraliyê û hevdîtinê pêk anîn e. Li Êlihê dibe namzet û di hilbijartina dîyarkirina namzetan de ji sedî 80 dengên gel distîne. Lê mixabin Fîlma rastîn piştî vê dest pê dike.
Her çend ew kesa ku herî zêde deng girtiye jî, tê gotin ku “kotaya jinan heye” û bi fermî ew wek namzeta pileya yekem a serokê bajarvanîyê nayê destnîşan kirin. Li vir Oztûzun pêşî nerehetiya xwe di dezgehên herêmî de tîne ziman û dibêje diviyabû ez bibûma namzetê pileya yekem. Di cih de qelemşûrên PKKê bi tohmeta ‘li dijî kotaya jinan helwestek heye, nayê qebûlkirin û hwd’, ew tewanbar kirin.
Piştre bi tesadufî di leyîzeke futbolê de bi namzetê HûDAPAR ê yê Êlihê Serkan Ramanli re rû bi rû maye û wêneyek li gel hev kêşa ye. PKKê ew bi hevalgirîya xayînan tewanbar kir. Lê belê di meclîsê de parleman û serokên HDPê çûn destê serokê nijadperestên Tirk Devlet Bahçelî û rêz û hurmetên xwe arasteyî wî kiri bûn. PKKê van wêneyan nabîne.
Mehdî Oztûzun bi vî awayî ket rojevê? Ev bûyer, helbet xwediyê gelek aliyên herêmî ye jî. Şaredariya Êlihê şaredariyeke xwedî budçeya aborî ya pir mezin e û li dora wê gelek derfetên qezenckirinê hene. Bi îhtîmaleke mezin ev hevrikî ya rantê sedema aloziyê ye. Oztûzun ew kes e yê ku PKKe wê nikariba parîyê mezin ji wî bistîn e. Pêwîstî bi guherîna wî dîtin û dest bi dep û dolaba kirin û lingê wî şemitandin. Bi vî rengî Mehdî hate dîskalîfîye kirin. ji ber ku ji niha û pê ve heta ku ekîba ku ew tasfiye kirî li ser kar be, Oztûzun nikare li tu derê bibe tiştek.
Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedar nînin, mankenên li ber camê hene; aktor nînin, fîguran hene
Helbet hêzên herêmî jî li ser vê mijarê agahiyên din didin. Lê meseleya me ne bûyera Mehdî Oztûzun bi xwe ye, ew zîhniyeta ku wî aniye wê rewşê ye. Bûyera Mehdî Oztûzun, bi awayekî trajediya her kesê ku dixwaze bikeve siyasetê ye. Bi rastî hûn dikarin bersiva pirsên ku çima li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên xurt tune ne, çima her kes weke piyon tê bikar anîn û tê tasfiyekirin, di mijara Mehdî Oztûzun de bi zelalî bibînin. Di qada siyasî ya ku ji aliyê PKKê ve tê birêvebirin de hûn çi bikin bila bikin, cihê we di nav gel de çiqasî hebe jî, ya ku di dawiyê de qedera we diyar dike, ne asta we ye, ne hezkirina gel e, ne jêhatîya we û ne jî keda we ye. Qedera hemû navên di qada siyaseta legal a Bakurê Kurdistanê din ava lêvên rêveberên PKKê yên Qendîl û Îmraliyê de ye. Ji ber ku di pergala PKKê de aktor nînin, tenê fîguran hene.
Kes, lê tu kes nikare rê li ber xwe veke. Her tişt di nava pergala ku PKKê destnîşan kiriye de tê meşandin. Namzetên bajarên mezin û ji aliyê aborî ve girîng ên weke Amed, Êlih û Mêrdînê pêşî diçin cem rêveberê pêwîst yê PKKê yê li Ewropayê û ger mimkun be li Silêmaniyê jî diçin cem rêveberên PKKê û PKKê piştrast dikin û sond dixûn ku ew ê li gorî sîstema wan erka xwe bi cih bînin. Piştre jê re tê destnîşan kirin ka ew ê ji kîjan kadroyên PKKê talîmatan bigirin. Dema ku seremonîya peymana dilsoziyê bi dawî bû, dê bê jin gel dengê xwe bide wî.
Demokrasî nîne, Qayûm hene
Em bibêjin ku ev mijarên wek hilbijartina seretayî û hilbijartina namzedan ji aliyê gel ve hemû şanoyek e. yên tevlî dengdanê dibin malbatên binyatî, ciwan û jin in ev jî hemî fermanberên PKKê ne. Kadroyekî PKKê tê cem wan û dibêje, “Hevalên jor filan kesî guncav dibîne.” Her kes “dengê xwe dide yê hevalê jorîn destnîşan kirî”. Yên ku ji derve temaşe dikin difikirin ku demokrasiyek mezin heye ku gel namzetan hildibijêre. Lêbelê, pergalek ku her kes li jor îtaet dike. Di vê rewşê de, kesê hilbijartî bi tevahî teslîm dibe.
Hem wekîl û hem jî şaredar bi tevahî bi vê pergalê têne hilbijartin. Li sazî, baro, komele û sendîkayan jî li gorî girîngî û asta qezencê sîstemeke bi vî rengî heye. Kesekî nexuyayî ku ji aliyê PKKê ve li her derê hatiye tayînkirin, dernakeve ser ekranê, “nûnerê hevalên jorîn” e. Di rastiyê de, ji binî heta jorî ji bo her kesî Qayûmek tê erkdar kirin. Ji bo hilbijartina Kurdan ne tenê dewlet, di nava PKKê de jî qeyûmên dîyar û nedîyar têne wazîfedar kirin.
Mînak dema borî qeyûmê meclîsê Tayyîp Temel bû. fermana her parlamenterekî di dest wî de bû, ka wê çi biaxive, çi bike, çen meaşan weke bace bide PKKê û hwd. Kesên ku di xwazin ji nû ve bê hilbijartin, li hember Tayîp temel rêzgirtî ne.
Kesên ku dixwestin vê pergalê bişkînin hebûn. Kesên ku bi karîzmaya xwe ya şexsî li ber xwe didin, bi şêwaza xwe ji raya giştî re evîndar bûne, navdar bûne û dixwazin hinekî serbixwe biaxivin jî hebûn. Lê ev jî ji Îmraliyê ve an jî ji aliyê rêveberiya KCKê ve hat aforoz kirin. Mînak, Selahattin Demîrtaş xwedî karîzmaya şexsî bû (tevî rexneyên me û şîroveyên cuda). Derket pêş, Evdila Ocalan pêşî mudaxele kir û xwest ku di 2. Kongreya Asayî ya HDPê de nebe namzet. Ocalan di sala 2014 an de jî bi gotina ‘Selahattîn biçe şaredariya Amedê’ hewl da ku Selahattîn ji sîyasetê derxîne. Têkiliyên Demîrtaş yên baş hebûn û careke din hate hilbijartin. Gelek dilsoz û heyranên wî hebûn. Piştî ew hate zîndanî kirin, di kongreya yekem de yekser ew ji seroktiya HDPê avêtin û şûna wî yeke din erkdar kirin. Ji ber ku sîstem li ser yekzilamî hatiye avakirin. Divê yek roj hebûya, ew jî Ocalan û PKKe ye. ji derveyî wî her kesê din bi yekrengî û di yek rêz de bihata rêz kirin, û dê reng û dengek cûda nebû ya.
Tiştê ku herî baş vê rewşê vedibêje fîlma Kîbar Feyzo ye: ” li ser gûyê axê ma qed gû di be” tenê yek serok dê hebe û hemû yên din divê ji wî re îbadetî bikin, çerxa wiha dizivire.
Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedar nînin
Mijareke dirêj e, lê her kesê ku dixwest ji sîstema PKKê derkeve, bi awayekî hat tasfiyekirin. Demîrtaş jî kirin kesekî asayî. Osman Baydemîr peyvbêjekî baş bû, bi rengê Kurdewarî tevdigerî, lê ji destpêkê ve nehat hezkirin, di firsenda yekem de çi ji destê wan hat kirin û ew tasfiye kirin. Kesên weke Altan Tan ji destpêkê ve weke sîxûr hatin dîtin û nêzîkî wan bûn. Yên ku 30 salan xizmet kirin, mîna Hikmet Fîdan, bi yek fîşek li pişt ve lêxistin û ew şehit kirin. Leyla Zana jî bi heman nêzîkbûna hat bêdengkirin.
Aha ev e Demokrasiya Bakurê Kurdistanê. Ev pergala ku ji dûr ve pir xweşik xuya dike aha ev e. Yên ku guh bidin pergala Ocalan, rêveberiya PKKê ya li çiyayan, ya Brukselê û Parîsê, dikarin di qada siyasî de bimînin. Niha pirsa kesên ku sîstema wefadariyê ava kirine sûcdar in yan jî yên ku sonda wafadarîyê dixwin sûcdar in? Ev mijarek dirêj e.
Bêwate ye ku em li ser mijara Mehdî Oztûzun bikevin nav nîqaşên wek Mehdî raste an ne û hwd. Belê, diviyabû ew bûya namzedê yekem ji ber ku ew weke kesê yekem hati bû hilbijartin. Lê niha eger Partiya DEM ê jî derkeve û bibêje Mehdî dîsa namzetê me ye, sîstema ku me li jor behs kirî wê berdewam bike. Mehdî bi xwe jî bi gotinên ji pirtûkên Ocalan û dixwaze pişta xwe bispêre Ocalan. Li Colemrêgê hilbijartinên namzet dîyarkirinê de Şûkrî Çallî di rêza yekem de hat hilbijartin lê Qayûmê PKKê midaxile kir û hilbijartin dubare krin ji derve hinek layengir daxilî dengdanê kirin û şûkrî ji namzetîya Şaredarîyê avêtin.
Mesele ew e ku li Bakur tiştekî bi navê siyaseta kurd û siyasetmedarên kurd tune ye. Li Bakur civak di nava tercîhên PKKê û dewletê da hatîye fetisandin û kavil kirin. komek îtaetkar bi qeşmerî li hev dicivin û nûnerîtîya vî xelkê hejar dikin. Pirsgirêka bi mîlyonan kurdan, têkoşîna siyasî ya gelê ku zimanê wî yê zikmakî jî qedexe ye, dadixe asta ku ka kî parlamenter e, kî kîjan îhaleyê ji xwe re digire û hwd.
Pirsgirêka Mehdî Oztûzun li Bakurê Kurdistanê ji me re ew girseya bi milyonî ji aliyê komek biçûk ve çawa tê birêvebirin; Partiya DEM û kevneşopiya ku nûnertiya wê dike li ser kîjan hiyerarşî û çanda ebdatîyê tê meşandin nîşanî me da. li Bakurê Kurdistanê ji xeynî pirsgirêka Kurd ka Kurd bi çi mijarên pûç û beredayî ve têne manîpulekirin bi zelalî dixûyê.
Kêşe ne Elî ye ne welî ye û ne jî Mehdî ye. Heya ku armanca serken ebe Kurd û Kurdistan wê ev rizîbûn û genîbûn berdewam be.