Di rêbazê de serok û serokatî

Di rêbazê de serok û serokatî

Bûbê Eser

Di dîroka gelen de, berixwedan û serîhildanên wan de, rol û erkê rêvebir, serok û serokatiyê gelekî girîng e.

Pêwîste em weke kurd li ser vê rawestin. BAş bifikirin û dîroka xwe ber çav bikin. JI bona ku em bizanibin di vê dîroka me ya tim bi şer û pevçûnan de derbas bûye de, kîjan serokana erk û berpirsiyarên xwe yên neteweyî bi cih anîne, bibînin û nas bikin.

Bi zanînek weha em ê fêr bibin, hin kesên xwe weke serokê kurdan ditîne an dibînin, di vê dîrokê de çawa rol lîstine bizanibin. EM ê fêr bibin ku hin ji serokên me kurdan ji bona azadiya gelê xwe, xwe kirine cangorî.

Hinan jî heta gulleya xwe ya talî li hember dijminê devbixwîn tekoşîna azadiya gelê xwe dane heta ku ew bûne cangorî. HIn jî di zîndanên dijmin de teslîm nebûne. BI wêrekî û mêrxasiya xwe, di zîndanên dijmin de, rû bi rûye hemî metodên êşkenca û nerehetiyan bûne. TAlî jî hatine darvekirin.

Hin ji serok û rêberên kurdan û hinên jî xwe weha dîtine an hatibin dîtin jî xwe bi temamî radestî dijmin kirine. DIjmin ji wan çi xwestine kirine û pêk anîne.

Li vê cîhanê tim rol û berpirsiyariya serokan girîng e ku çawa erkên xwe lîstine. EW erk carna bûye sedem ku welatê xwe têk birine û carna jî bûye sedem ku welatê xwe ê dagirkirî azad kirine.

Piştî vê şiroveya kin ku em bi hevre bizanibin bê rol û erkên serok û serokatiyê çiye? VEgerin di rêbaza Barzanî de ev çawa pêk hatibû.

Rêbaz ne tenê rê nîşandan e. RÊbaz ew e ku kadroyên (Qadirên)  tevger an partiyan perwerde bike da ku ji jîr û zanên welêt û kesên bikaribin bi erkê serokatiyê ve rabe bibîne û perwerde bike.

Xusûsiyeta rêbazê yek jê  ew e ku girîngiyeke baş dabûn mirovên dikarin bi erkên serokatiyê ve rabin. LOma ji bona serokatiya gelê kurd kesên berbiçav dihatin hilbijartin û perwerde kirin ku ew bikaribin rêveberiya gelê xwe û serokê partiya xwe bike.

Di rêbazê de serok û serokatî  li gor pêvanên neteweyî û zanîna wan dihatin hilbijartin. JI bona kêmanî û şaşî jî nebe, kesek weke serok û kesek jî weke alîkar an hevkarê wî dihatin û têne hilbijartin. LOma xalek ji ya rêbazê ew bû ku tim rêveberiya gelê kurd bi serokatiye du kesan de dihate meşandin.

RÊbaza ku ji Abudilselamê yekem de bingeha wê hatibû danîna. DI serdema Abdulselamê dudan deng û rengê xwe girtibû. DI serdema şêx Ehmed de jî êdî hin xalên xwe di jiyanê de pêk dianî.

Şêx Ehmed baş tê gihiştibû ku divê serok û serokatiya gelê kurd ne yek be. DIvê piştî serok weke aqilmendekî din hebe ku kêmanî û şaşiyên serok di demê de bêne serrast kirin. JI ber vê bû ku di dema şêx Ehmed de û serokê neteweyî Barzanî nemir ev pêk hati bû. HEr çiqasî Barzaniyê nemir serokê partiyê jî bû, lê rol û erkê Şêx Ehmed ne kêmî yên wî bû. LOma di wê serdemê de serokatiya gelê kurd ji wan pêk dihat. DEma ku şêx Ehmed koça xwe dike. VÊ carê jî Barzaniyê mezin nemir Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ji bona serokatiye gelê kurd amade dike.

Piştî koçkirina wî jî weke rêber û serokên gelê kurd nemir Îdrîs û serok Mesûd Barzanî karê serokatiyê dimeşînin. PIştî koçkirine nemir Îdrîs jî rêzdar Mesûd Barzanî ji bona partî û tevgera azadîxwaz bê serok nemîne, rêzdar Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî tenê amade û perwerde kirin.

Di rêbazê de her ev metod berdewam e. JI ber ku ev jî xeleke girîng ya rêbazê ye ku miletê kurd bê serok nemîne û tim amadekariya serokên nû tê kirin. HEr tim ji bona gelê kurd bê serok nemîne, kesên desthilat tim kesên din ji bona serokatiyê amade û perwerde kirine û dikin.

Vê rêbazê û vê pêk anînê, Barzaniyê nemir kir serokê neteweya kurd. EW bû serokê hemî kurdan li seran serê dinyê. ÎRo em dibînin ku nemir Barzanî weke serokekî neteweyî li her çar perçên kurdistanê tê bi bîranîn. LOma jî ya girîng ew e ku serok bibin serokê piraniya Kurdan. ÎRo jî yek ji hêmên vê rêbaza pîroz rêzdar Mesûd Barzanî jî weke serokekî neteweyî tê bi navkirin. EW jî weke bavê xwe li her çar perçên kurdistanê tê nasîn, hezkirin û gotina wî li cihanê derbas dibe an cenabê wî guhdarî dikin.

Ji ber vê ye ku dema rêbaza pîroz bi reng û dengê xwe li Kurdistanê belav bû, qîmet û rûmeta serokatiyê jî girt ku serok nebin tenê ê partiya xwe. DIvê bi erkên xwe yên niştîmanî rabin da ku bibin serokê Kurdan.

HEger îro li bakurê Kurdistanê serketin û destkeftin tune bin. JI ber ku serokekî neteweyî ku bikaribe hemî kurdan, partî û tevgerên heyî di bin konekî de bicivîne, tune ye. LOma pêwîst e ku ev rêbaz li bakurê kurdistanê baş bê xwendin û zanîn da ku ew jî bikaribin di nava xwe de serokekî ku bikaribe hemiyan hembêz bike derxin.

Bi vê munasebetê ez 121 saliya ji dayikbûna serokê neteweyî Barzanî bi bîr tînim. SErê xwe li hember xebat û tekoşeriya wî ditewînim. EW zîndî di dilê her kurdekî de dijî û wê bijî…

Pustên heman beş