Zihniyeta ku li Helebçeyê Kurd qetil kir, îro bi versiyona xwe ya Şîe ya li Bexdayê desthilat e

Helebce-iraq-info

36 sal bi ser jenosîda Helebçeyê re derbas bûn, ku piştî Hîroşîma û Nagazakî di dîroka cîhana nûjen de weke mezintirîn êrîşa kîmyayî ya sedsala 20 an hat tomarkirin. Tevî ku 36 sal derbas bûne jî birîna Helebçeyê hêj xwîn jê dibare. Bîranînên xelkê Helebceyê hê teze ye û ya herî girîng û xembar jî zîhniyeta kesên ku ev êrîş pêk anîne li Bexdayê desthilat e.

Di 16 ê Adara 1988 an de bi fermana dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Seddam Husên di encama çekên kîmyewî yên ku di bombebarankirina Helebceyê de bi balafirên şer hatin bikaranîn de zêdeyî 5 hezar Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vê êrîşa kîmyayî heta niha zêdeyî 43 hezar û 753 kesan jiyana xwe ji dest dane û 61 hezar kes jî birîndar û seqet mane.

Ev êrîşa nemirovane ku bi navê “Komkujiya Helebçeyê” ket dîrokê, qonaxa herî bi êş û dawî ya Jenosîda Enfalê bû ku rejîma Baas a bi pêşengiya Sedam Husên di navbera salên 1986-1989 an de bi awayekî sîstematîk li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Dijminatiya Kurdan û berdewamiya kolonyalîzmê li ser Kurdistanê

Di dema Qirkirina Enfalê de ku di 31 Tirmiha 1983 an de dest pê kir û di 7 ê Hezîrana 1989 an de bi dawî bû, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4500 gund û 30 navçe hatin wêrankirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.

Di 1 ê Adara 2010 an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Komkujiya Helebçeyê weke jenosîd qebûl kir. Tevî ku ev biryar ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi memnûnîyet hat pêşwazîkirin jî, lê belê rêveberiya Bexdayê alîkariya pêwîst neda malbatên cangurîyên Helebce û sozê dayî bi cîh ne anî.

Zîhniyeta Kurdkuj hê jî li Bexdayê desthilat e

Her çendî Seddam Husên hat rûxandin jî, Kurd ji siyaseta desthilatdariya navendî ya Iraqê ya zalim û Kurdkuj rizgar nebûne. Zîhniyeta Saddam a ku zilm li Kurdan dikir û wan mecbûrî îteatt kirinê dikir, îro jî li Bexdayê dijî. Vê carê zîhniyeteke Şîe kiryarên Saddam li ser Kurdan tê ferzkirin.

Kurdên ku di sala 2003 an de di rûxandina rejîma Seddam de rola herî girîng lîstin, sîstemek ku tê de bi hikûmeta Bexdayê re di nava têkiliyan de bûn, lê desthilata welatê xwe bi rêve dibirin, qebûl kirin. Hêzên navneteweyî jî garantî dan ku mafê Kurdan heye li Iraqê xwe bi rêve bibin û Iraq bibe sîstemeke demokratîk. Tevî gelek qurbaniyên yekalî yên Kurdan li dijî hikûmeta Iraqê, rêveberiya Şîe ya Iraqê bi zîhniyeta Seddam Husên dest bi tevgerê kir.

Radîkalê Şîe yê alîgirê Îranê Malikî dest bi nîşaneyên ewil kir ku ew ê bi heman zihniyeta Sedam li hemberî Kurdan tevbigerin û pêşî li ser budceya ji sedî 17 ya Kurdistanê qud kirin. Gelek caran bi dereng şandina budceyê hewl da ku zextê li civakê bike. Rewşên bi vî rengî ji bo Kerkûkê jî derketin. Artêşa Iraqê li Kerkûkê hewl da Kurdan bêzar bike. Hikûmeta Şîe hêdî hêdî li ser şopa Seddam meşîya.

 Di dema êrişên DAIŞ ê de, hikûmeta Iraqê Kurdistan bi qedera xwe ve terikand. Ti piştgirî ne ji bo hêzên Pêşmerge û ne jî ji bo berevaniyê nehat kirin. Hikûmetên iraqî ku bi Îranê re paralel tevdigerin, mil bi mile DAIŞ ê êrişî hikûmeta Hewlêrê kirin. Di rewşeke wiha ya şer de bûdceya Kurdistanê di sala 2014 an de bi temamî hat birîn.

Belê, belgeya herî mezin ku hukumeta Iraqê jî xwedî heman zihniyeta kolonyalîstan a Kurdistanê bû, bi dagirkirna Kerkûkê îspat bû. Hikûmeta Iraqê bi hinceta giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê weke dagirkerekî ket nava Kerkûkê.

Hikûmeta Iraqê ku ji bo Îranê bûye hikûmeteke eniyê û di eslê xwe de weke parêzgeheke Îranê tevdigere, weke Seddam li hemberî Kurdan bi çavsorî tevdigere. Ger konjektûra navdewletî destûr bide, wê Enfal û Helebce yan li ser me îro jî wê bi meşînin.

Êrîşên balafirên keşfê yên li ser Hewlêrê jî tê wê maneyê ku ji qirkirina fizîkî ya li ser Kurdan berdewam e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmet, siyasetmedar, gel û samanên xwe yên srûştî, rûbirûyê şerê taybet û gefên dagirker ên versiyonên Şîe yên wek Sedam in. Ya herî xeternak jî ev e ku, weke Seddam, van versiyonên Seddam ên Şîî jî cehşên xwe hene.

Seddam mir, lê vê carê Saddamên Şîe li dijî Kurdan hene. Ango zihnîyeta Saddam hê jî li Iraqê desthilat e.

Pustên heman beş