Mizgîniya Qarayilan wê Kurdan bikişîne nava tarîtî û pevçûnên nû

Mizgîniya Qarayilan wê Kurdan bikişîne nava tarîtî û pevçûnên nû

Hevpeyvîna dawî ya Murat Qarayilan a bi medyaya PKK’ê ANF ê re, ji bo fêm kirina serdemek dijwar û aloz girîng e. Daxuyaniya Qarayilan sînyala serdemekê ye ku wê Kurdan bikişîne nava şerê navxweyî û tovê fitnê di nava Kurdan de biçîne. Ger em axaftina Qarayilan di bin çend sernavan de binirxînin:

Gelo PKK dê çi mizgîniyê bide?

Qarayilan di daxuyaniya xwe de peyvekî magazînî kir û got “Em ê mizgîniyekê bidin” Girseya Bakur û hin derdorên ku ji dema trajedîya xendekên PKK ê mexdûr bûyî, ev gotina Qarayilan weke ku wê pêvajoya nû ya çareserîyê dest pê bike şîrove kirin. Lê şert û mercên niha rê nade ku di navbera PKK û Tirkiyê de pêvajoyeke nû ya çareserîyê çêbibe. Ji ber ku rêveberiya derve û kadroyên sereke yên PKK ê niha li ser xeta Silêmanî-Asosê di bi derfetên Îran û Iraqê jê re dayî dijîn. Derdorên nêzî PKK ê jî îdia dikin ku Murat Qarayilan di destpêka meha Adara îsal de ji Garê derketiye û çûye herêma Silêmaniyê. Bi vî awayî mizgîniya ku PKK dê bide, nikare bibe pêvajoyek nû di derbarê Tirkiyê de. Tişta ku PKK wê weke mizgîniyekê ragihîne, wê di çercoveya ajande û destûra Îranê de ji bo çanidina tovê fitne di nava mala Kurdî be. Wisa dixuye ku mizgînîya PKK ê wê li ser gotinên vala yên Yekîtiya Kurdan be. PKK di bin gotinên Yekîtiya neteweyî de wê bixwaze hemlekê bike.

Tişta diyar dibe, hevpeymaniya YNK û PKK ku ji sala 2013’an ve di bin sponserî û garantoriya Îran û hikûmeta navendî ya Iraqê de pêş dikeve, dê derbasî qonaxeke nû bibe. Ev demeke dirêj e li Ewropa û Silêmaniyê lêkolînek wiha didome. Dibe ku eniyek jî were ragihandin, di nav de hin rêxistinên sivîl ên girêdayî Heşdî Şebî. Hemî dane vê yekê destnîşan dikin.

 Kor û kerr pêşwaziya hev dikin-Qarayilan pesnê Bafil dide

Qarayilan di axavtina xwe de ji Bafil Talabanî re şelaqî kir. Bafilê ku babê wî jî jê re ne digot kurê min, yê ku li kolanên Silêmaniyê qeşmerî dikir û îro bi profîla mafyayê ya sexte ji alîyê Qarayilan mehte lê hatin kirin. Qarayilan wî weke mîratgirê babê wî destnîşan dike. Qarayilan bê ku şermê ji temenê xwe bike pesnê wî kesê ku li ser televîzyonê de digot me Kerkûk firot dide. beriya du-sê salan hevrê yê PKK ê Lahor Şêx Cengî bû. Çawa yekser dest ji Lahor kişandin û dest bi pesnê Bafil kirin. Her wiha Qarayilan di axavtina xwe de pesnê Celal Talabanî da û got ez wî ji nêz ve nas dikim. Îcar ez meraq dikim çima serokê PKK ê Ocalan û Cemîl Bayik Celal Talabanî wek “fahîşeya siyasî” bi nav kir, Qarayilan dikare vê jî rave bike? Çima em van dibêjin? Ji bo ku nîşan bidin kor û kerr  pêşwaziya hevdu dikin. Yên ku dişibin hev hatine cem hev.

YNK ê di tevahiya dîroka xwe de ji bo Kurdan tiştek baş nekiriye, di tevahiya dîroka xwe de di bin sîwana Îran û Iraqê de tevgeriyaye. Siyaseta PKK jî bi heman rengî ye. Ya ku wan digihîne hev Îran û Iraq e. Ji bilî vê tiştek nîne. Komek kesên ku çi feydeyê nadin kurdan, hatine cem hev û mizgîniya yekitiya netewî wê bidin kurdan, ew tenê dikare mizgîniya karesat û trajedîyan bidin Kurdan.

Di bin baskê Îranê de tevgerîn çi mifa nagehîne Kurdan ji bilî xisar ê. di navendê de hesabekî hêsan yê matematîkê heye. Kurdistan bûye çar parçe û her parçeyek divê li dijî dagirkerê xwe têbikoşe. Ji bo parastina statûya xwe divê hêzên herêma Kurdistanê bi Hikûmeteke navendî ya Iraqê ve mijûl bibe ku bikare xwe biparêze. Li Başûrê Kurdistanê wê xeta bi nakok ku ji Xaneqîn heya Şengalê dirêj dibe ji hikûmeta navendî ya Iraqê bistîn e. Divê mafê xwe yê firoştina petrola Kurdistanê hebe. Pirsgirêka Başûr ev e. Lê PKK-YNK weke ku Başûr ev pirsgirêk nînin diaxivin û dibêjin Şengal Iraq e. weke pêkhatekî Heşdî Şebî xwe rêxistin dikin gelo bi vî şêwazî hûnê çi mifa bigehînin gelê Kurd. Ji bo ku Îran rêveberên PKK ê biparêze xelkê Başûr nikare li dijî Tirkiyeyê şer bike. şerên welatekê wê zirarekî mezin bide Kurdistanê. Tişta ku PKK dike xîyanet e.

Xerabîya herî mezin a ku dikare li kurdan bê kirin ew e ku di bin sponseriya Îranê de qala yekitiyê bê kirin. Ev yek ji bo veşartina polîtîkayên parçe bike-bişkîne û birêve bibem maske ye. Ji bo vê jî gotinên Qarayilan, an jî siyaseta PKK dimeşne xiyaneteke mezin e û di nava xwe de tarîtî û xîyanetek mezin dihewîne. Bi vê sîyasetê ango bi palpiştîya Îranê Cemîl Bayik li Mêrge Panê û Qarasû jî li Tehranê wê bi aramî bijîn, lê Kurd wê bên fetisandin. 

Mele Mistefa Barzanî: Kî çeka dijmin bigire ew çehş e

 Ji bo hevgirtina YNK-PKK ê rewa bibe, divê PDK were şeytanîkirin. Qarayilan di derew kirin, fitne û fesadî derxistin û bê wafatîyê de bi nav û denge.

Qarayilan jî xwe ve siyaset kir û gotineke Mele Mistefa Barzanî bi kar anî. Nemir Barzanî gotî ye: “Kê çeka dijmin bigire ew çehş e.” çi pirr xweş gotiye. Qarayilan vê peyva nemir M. Mistefa Barzanî bikar tîne lê rêberîyê bû bizava Cehş dike. Ala û armên Heşdî Şebî li ser milê ciwanên Kurd xistîye û çeka wan, li ser navê wan dijî Kurdistanê bikar tîne. Hoo Qarayilan ma ev kiryarên te ne yên cehşa ne. Niha jî bi Heşda Şeibî re bi awayekî bêşerm êrîşî destkeftiyên Mele Mistefa Barzanî û yên rêbaza wî dikin.

Belê, tifaqa PKK û YNK ê ne tifaqeke ku li ser niştimanperwerî, mafên Kurdan û parastina axa Kurdistanê hatiye avakirin. Ew tifaq ne li dijî Tirkiyê ye jî. Li gorî berjewendiyên Îranê pêkhatî ye. Her du alî jî li ser esasê dijberîya PDK lihev kirî ye. ango hêzên dijî xeta netew dewleta Kurd di bin sponsorîya Îranê de li gel hev enîyek çêkirine. Yanî tifaqa van hêzan tenê dikare bibe tifaqa cehştî.

Murat Qarayilan weke berxwedêr û fermandarê şer ê mezin diaxive. Lêbelê, ew fermandarek têkçûyî û binketî ye. Rojek berê parêzgarê Dêrsimê derket û daxuyanî da û got, “Li Dêrsimê gerîlayek jî nemaye.” Beriya çend sala di her dulekî Dêrsimê de bi sedan gerilla hebûn. Çîyayên Dersimê di dîroka xwe de tu çarî bê serhildêr nema ye. Îro di bin fermandarîya Qarayilan de yek gerîla jî li çîyayên Bakur nemaye. Vêca generalê binketî Qarayilan dikare çi mizgînî bide Kurdan. di sala 2015’an de Ertugrul Mavîoglû çû Dêrsimê û bi dehan gerîlayan re belgefîlma bi navê Bakur çêkir. Niha li Dêrsimê gerîla nemaye. Li Botanê gerîla nemaye. Qarayilan gelek caran behsa namûs û şerefê dike, lê bêheysîyetî navaê fermandarîya Qarayilan e. Qarayilan heke pîçek xwedî ar û şeref ba ji ber binketina gerîla divîya fîşekek li sere xwe dabaye. Qarayilan Bakurê Kurdistanê kavil kir û niha jî dibêje Pêşmerge nahêlin em li ser xeta Sergelê, Ava Marik tevbigerin. Çima bihêlin? te welatek li pay xwe hişt û tu hatî pişt du sê gundên Nihêlîyan ma  dê wisa Kurdistanê rizgar kî? Te hemû Bakurê Kurdistanê çol kir, herêmên Nêrwe-Rêkan, Biradost û Doskîyan radestî artêşa Tirk kir vêca dê pişt Guherzê serkeftina xwe ragehînî? Bi derew û teşqela tu şoreş çênebûne û çênabin jî kekê Qarayilan.

Di sala 2016’an de roja ku PKK ê hêzek bi navê “Hêza Parastina Başûr” ava kirî, ragihand ku ewê êrişî destkeftên Başûr bikin. lê cenabê Serok Barzanî û xwînsariya hikûmeta herêmê nehişt ku şer çêbibe. Gotinên Qarayilan ên weke ku “me îxbar” dikin jî hemû derew in.  Yên we îxbar dikin her hûn bi xwe ne. Sîxûrên nava we de, awayê hereketa we, cîhazên we, otomobîlên we û têlefonên we ne. Li navsera Garê kî dikare we îxbar bike, li Rojava her roj bi drona êriş tên kirin kî dê we li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê îxbar bike. Heger pêşmergê Kurdistanê bixwasta niha şopa şekala te jî li Başûr nedima. Ev hemû derew û çîrok in. PKK ê talîmat wergirtiye û dê êrişî hêzên PDK û Pêşmerge bike. Loma jî Qarayilan bêşerm û fedî derewan dike.

Heger Qarayilan mirovekî bi rûmet û dilsoz bûya, ji bîr nedikir ku piştî sala 2004 ê çawa li ser linga ma û bi piştevaniya Serok Barzanî sax ma û wisa bêşerm derewan nedikir.

Di encamê de PKK wê Newrozê, cejna vejîna Kurdan de, wê eniya cehşatî ya Îranê ragihîne. PKK wê Kurdan bikişîne nava pevçûnekê de. Li ser dijberîya PDK ê wê eniya cehşan bê ragihandin. Ev plan wê zirareke mezin bide Kurdan, ev plan plana xîyanetê ye.

Pustên heman beş