Biryara boykotê ya PDK’ê berxwedaneke li dijî nasnameya Heşdî Şeibî û siyaseta Pan-Îranîst a li ser gelê Iraqê tê ferzkirin

Biryara boykotê ya PDK’ê berxwedaneke li dijî nasnameya Heşdî Şeibî û siyaseta Pan-Îranîst a li ser gelê Iraqê tê ferzkirin

Biryara PDK’ê ya boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di cih de derket pêş, ev helwest wê bandoreke girîng li herêmê bike. Di eslê xwe de ev biryar ne biryara boykotkirina hilbijartinan e, redkirina nasnameya Heşdî Şeibî ye ku li ser gelê Iraq û Kurdistanê hatiye ferzkirin. Ji bilî hilbijartinan wê bandorên girîng li ser hevsengiyên li herêmê bike. PDK tê wateya Herêma Kurdistanê û hîmê desthilata Başûr. Ger hûn PDK’ê ji Kurdistanê vekişînin, pêkhateyek bi navê Herêma Kurdistanê namîne. Ji ber vê rastîya PDK’ê jî hemû hêzên ku Kurdistanê îstismar dikin dijminên PDK’ê ne.

Kevneşopiya siyasî ya Barzan a bi navê Rêbaza Barzanî, bi rastî jî binyatê Başûrê Kurdistanê ye. Bizava siyasî ya Barzanî sîstemeke ku ne tenê di navbera eşîrên xwe de, lê bi hemû nasnameyên civaka Kurdistanê re, tifaq û çanda pêkvejiyanê ava dike. Ji ber vê hêza xwe, bi awayekî karîbû hemû hikûmetên Iraqê bîne ser maseyê û bû stûna sîstema desthilata Kurdistanê.  Ji ber vê afrinerîya xwe her tim dibe armanca dijmina. Her hêzek ku li Iraqê bûyî desthilat, ewil êrişî Barzanîyan dikin da ku Kurdistanê wekî ku dixwazin îstismar bikin.

Dewleta Iraqê li Rojhilata Navîn de dewletekî xeyrî meşru ye.  Belê di dîrokê de dewletek bi navê Iraq tune ye. Di destpêka sedsala 20. de derketiye holê. sînorên wê ji hêla Gertrude Bell, arkeologek Brîtanî ve hatine xêzkirin. Ji ber ku îngilîzan dizanibû ku Iraqî nikarin xwe birêve bibin, wan di sala 1921’an de padîşahek ji derve anîn û ji bo wî dewlet çêkirin. Sîstema ku bi melik Feysel Yekem dest pê kirî heye niha jî çi aramî nedaye gelê Iraqê. Tevgera Barzanî li dijî dagirkirina Kurdistanê hemberî vê dewleta bîjî têdikoşî.  Padîşahiya sala 1958’an hilweşiya û li şûna wê Komara Iraqê hat avakirin. Ebdulkerim Qasım dizanibû ku Iraq bêyî ku bi Kurdan re, bi taybetî jî bi Barzanîyan re tifaq bin çênabe. Tevî alozî û nakokîyên heyî jî, Barzanîyan rê neda Komara Iraqê ku Kurdistanê îstismar bike.

Di sala 1968’an de serdema nû û herî dirêj a Iraqê, rejîma Baasê dest pê kir. Ev nasyonalîzma Erebî ya bi pêşengiya Seddam Hûseyîn, ji bo serweriya Iraqê li ser hemû pêkhateyên din, nasnameya Baas ferz kir. Komên ji hemû beşên civakê, di serî de Kurd, Şîe, Xiristiyan û Tirkmenan li dijî nasnameya Baasê li ber xwe dan. Lê ya ku bi vê berxwedanê îlham dida hemû pêkhateyan rêbaza Barzanî bû. Seddam Husên baş dizanibû ku bêyî bêbandor kirina PDK’ê ew nikare tu hêzekê tasfiye bike. Ji bo vê jî di enfalê de dosyayek taybet ji bo Barzanîyan vekir. 8 hezar Barzanî bi saxî hatin binerd kirin.

Lê kevneşopiya siyasî û partiya Barzanî teslîm nebû. Eger xelkê Iraqê teslîmî nasnameya Baasê nebibe, sedema herî mezin kevneşopiya tekoşîna Barzanî bû.

PDK’ê di rûxandina Saddam de jî heman rol lîst. Saddam û rejîma Baas hatin rûxandin. Lê pêkhateya dewleta Iraqê bi rûyekî zalimane xwe li ser gelê Kurd ferz dike.

Vê carê nasnameya ku li ser gelê Iraqê hatiye ferzkirin nasnameya Heşdî Şeibî ye. Li Iraqa ku tu paşxane û koka wê ya dîrokî tune ye, gel bi darê zorê jiyana bi hev re didomîne û civakek li ser civakek din tê fedakirin. Li şûna neteweperestiya Ereb, vê carê li ser Kurdan nasnameyeke PanÎranîst tê ferzkirin. navendî ya Iraqê ji bo desteserkirina mafên gelên li Iraqê li ser bingeha dilsoziya bi Îranê re, dewletê bikar tîne. Ji serdema Nûrî Malikî di sala 2010’an de, Îranê bi alîkariya Şîeyan desthilata xwe ava kirî ye. Hikûmeta Iraqê ya niha jî hewl dide ku Iraqê vegerîne. Li Iraqê teslîmiyet li ser her kesî tê ferzkirin.

Şîeyên Iraqê gelek ji tevgera Barzanî îlham girtibûn, dizanîn ku hebûna wan çawa nasnameya kurdî li Iraqê bihêz dike. ji ber wê jî beriya her kesî dixwestin kurdên Iraqê tepaser bikin. Niha jî mejiyê kûr yê Îranê dixwaze Barzanîyan bi awayekî siyasî tasfiye bike û di binyat de kurdan bi temamî teslîm bigire. Ji ber vê yekê êrişa DAIŞ ê li Kurdistanê hat kirin, li Şengal û Kerkûkê jî PKK weke hêzeke alternatîf hat bicihkirin. Ji ber vê yekê Kerkûk hat dagirkirin. Ji ber vê sedemê xetên gaza sirûştî ya Kurdistanê hatin peqandin. Ji ber vê sedemê navenda bajarê Hewlêrê bi mûşekan hate lêxistin. Di rastiyê de, ji sala 2011’an û vir ve bi awayekî eşkere, ji sala 2017’an û vir ve li dijî Kurdistanê teslîmiyeta çekdarî tê farzkirin. Dadgeha federal a Iraqê lingê qanûnî yê vê teslîmiyetê ye. Nehiştina firotina petrola Kurdistanê di heman demê de şêwazek aborî yê teslîm girtinê ye. Ev petrol ya Kurdan e, ya axa Kurdistanê ye, gelo ma ev dewlemedî ya gelê Kurd maye ser însafa wezîra aborî ya Şîe? Kurd xwediyê vê petrolê ne, ne diz in.

Îranê ji bilî PDK’ê hemû hêzên li Rojhilata Navîn dîl girt. Rêya xwe ji Tehranê ber bi Deryaya Sor vekir û hindik cih mabûn ku hêzên paramîlîter ên Îranê têde ne bûn. Lê PDK ê teslîm nebû, qebûl nekir ku bibe beşek ji milîsan Îranê. PDK li ser têkiliyeke birûmet, beşdariya wekhev û mafên demokratîk û destûrî israr dike. Ev helwêsta PDK’ê ya serbixwe û mafperwer, ew kir armanca Îranê û tundrewên Iraqê.

Dadgeha Federal çeka vê plana êrişkar e.  Ji damezrandina xwe heta niha bi dehan biryarên li dijî Kurdan girtine. Heta ji bo têkbirina statûya Herêma Kurdistanê destwerdana pişka bûdceya Herêma Kurdistanê, ne dayîna mûçe û herî dawî jî di hilbijartinan de kir. Êdî pêwîst bû li dijî nasnameya Heşdî Şeibî bûnê were sekinandin.

Destwerdana di qanûna hilbijartinan de ne ji bo demokratîkkirina sîstemê bû, ji bo ku Herêma Kurdistanê bikişîne nava tarîti û pevçûnê de bû. Di rastiyê de tercîhên gel û pêkhateyên li Kurdistanê wê di bin navê pêkhateyên dewleta navendî de bên guhertin. Ev yek jixwe di hilbijartinên dawî yên Dewleta Iraqê de hatibû kirin. Li Kerkûk, Diyala û Mûsilê bi lîsteyên dengdêran û sîstema elektronîk a dengdanê destwerdan li encamên hilbijartinan hat kirin. Bi vî awayî cehşên Iraqê di hên hilbijartin.

Pêwîst e ji vir û pê de em bejin bes. Kêr gihişte hestî. Çawa ku PDK’ê li dijî nasnameya Baas a ferzkirî rawestiya, vê carê jî wê li hemberî nasnameya Heşdî Şeibî berxwedaneke dîrokî nîşan bide. Helbet şert û merc dijwar in û cehşên wan jî pir in. Medyaya PKK’ê ya ku dewleta Iraqê pak dike, boykotên mamosteyan ji bo hêsankirina destwerdana aborî ya Iraqê, hemû organîzatorê van cehşên dewleta Iraqê ne.

Eger PDK bikeve hilbijartinan dê dîsa jî wek partiya yekem derkeve. Ew ê ne tenê biba partiya yekem wê ji çend partiyan bi hev re dengên zêdetir werbigire. Di hilbijartinên Iraqê de jî ev serkeftin bi dest xisti bû.  Lê mijar ji hilbijartinê wêdetir diçe. Ji ber ku Iraq ji prensîbên lihevkirî dûr ket û veguherî desthilatekî zalim, kolonyalîst û faşîst ku guh nade destûrê. Hilbijartineke ku hebûna vê pêkhateyê pîroz bike û rewa bike, wê destkeftiyên Kurdan ji nav bibe.

Lewma biryara PDK ê ne tenê boykota hilbijartinê ye. Biryara PDK’ê li ser navê hemû gelan; Suryanî, Asûrî, Keldanî, Ermenî û Tirkmen, li ser navê wan yên ku naxwazin bibin mîlîsên Heşdî Şeibî û dixwazin bi nasnameyeke azad û wekhev bijîn, têkoşîneke hevpar e.

Pustên heman beş