GAZÎ Û HAWAR E

GAZÎ Û HAWAR E

Bûbê Eser

Berhema min ya li ser zîndana Diyarbekirê bi navê GAZÎ Û HAWAR E, ji çapê derket. Ev berhem li ser rewşa malbatên diçûn ziyareta zarokên xwe yên di zîndana bi navê 5nolî yê de bûn. Weke tê zanîn ku em kêm zêde ji rewşa tiştên dihatin serê girtiyan agahdar in. Lê gelo çi hatibû serê malbatên kesên wan girtî bûn. Ev roman wê zelal dike.

Li ber û li hewşa wê zîndanê qardiyanên leşker çi dianîn serê malbatên diçûn ku zarokên xwe bibînin. Bi zimanekî rehet û bi forma romanê hatiye nivîsîn.

Ez bi xwe jî nêzî sê salan di wê zîndanê de bûm (2.1.1980-19.5.1982) heta niha 12 berhemên min hatine weşandin. Dudo ji wan li ser zîndana Diyarbekirê ne. Sisê jî li ser Enfala  heşt hezar zilamên Barzaniyan û yên din jî weke roman û çîrok in.

Min tim rewşa Zîndana Diyarbekirê û malbatên dihatin ziyareta kesên xwe û malbatên kesên wan hatibûn enfalkirin kêm zêde weke hev dîtine.

Ev romana ku niha wê bike destê we an hûnê wê bikirin û bixwînin. Hûnê fêrî gelek bûyerên ku ev 40 salin hatibûn veşartin ya jî ji ber şermê nehatibû gotinê, bixwînin.

Miletê dîroka xwe nizanibin, zehmete ku bi serbikevin. Heta kurd wê zîndanê û enfalê baş fêr nebin dê nikaribin rêya bi serketinê peyde bikin. Ji ber ku di herduyan de jî rêyên li ber kurdan bi darê zorê û bi kuştinê hatibûn girtin.

Loma divê ji bona vekirina wê rêyê jî em wê zîndanê, rewşa girtiyên û malbatên girtiyan fêr bibin da ku em bikaribin rêya xebatê vekin.

Ji bîr kirina ziman, ji kurdbûnê dûr ketina niha hemî girêdayî wê zîndanê ye. Ji xwe sedema avakirina wê zîndanê jî ew bû ku ziman û hizra kurdî di nava kurdên bakur de bikuje. Li gor min bi serketine. Lê hê me bi temamî wenda nekirine.

 Ji ber ku pêwîstiya gelê me ji xwendin û nivîsandinê heye. Divê êdî kurd bi xwe dîroka xwe binivîsînin. Di dîroka gelê me de du bûyerên ku li cîhanê weke wan neqewimî ne ev in:

  1. Yek; Zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî ye. Min du berhem bi kurdî li ser wê nivîsî ye. Gardiyan. Gazî û Hawar e

  2. Dudo; Enfala Barzaniyan û ya gelê kurd ku li başûrê Kurdistanê pêk hatibû. Min heta niha li ser wê jî sê berhem nivîsîne. Dîroka Rûreş, Barzan Digirî û Qêrîna Barzan.

Pustên heman beş