Di rêbazê de rakirina sistema axatiyê û pêkanîna wekheviyê

Di rêbazê de rakirina sistema axatiyê û pêkanîna wekheviyê

Bûbê Eser

Min gelek caran gotiye û dîsa dibêjim ku divê hemî kurd ji nûde li ser vê rêbaza pîroz ku Barzaniyan ji bona kurdan, ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê danî ne, bixwînin. Vê rêbaza ji salên 1800 de destpê kirî ye. Heta roja îro gelek reform û guherandinên cidî di jiyana kurdan û di Kurdistanê de pêk aniye.

Her rêber û serokekî Kurdan yên ku ji Barzaniyan pêk dihatin, ji bona vê rêbazê xebat û pêşvebirina wê karên hêja kirine. Weke me berê jî gotibû ku di dema Sêx Abdulselamê yekem de asas û bingehê vê rêbaza hatibû danîn.

Her weha; her rêber û serokekî ji Barzaniyan bi  hemî hewlên xwe kar û xebat kirin ku vê weke Felsefeyekê ji bona kurdan amade bikin, lê xebitîne. Loma di serdema her rêberekî ku ji Barzaniyan pêk dihat, xal bi xal ev ji bona berjewendiya hemî kurdan dikirin rêbaz ango felsefe. Lê ji ber derfetên nivîsandinê tune bûn. Vê rêbaza pîroz heta vê demê bi gotin hatiye parastin. Her xaleke wê jî weke qanûnekê di nava kurdan de cih girtiye. Ev rêbaz li gor xweşbînî û bi riza dilê xwe qebûlkirinê, ketiye dilê her kurdekî ji welatê xwe hez dikin.

Heger em ji destpêkê de li ser vê rêbaza pîroz rawestin. Em ê bibînin ku reformên di vê rêbaza de pêk hatine. Piştî 100 salan, Ewropiyan di welatên xwe de di çerşewaya vê rêbazê de reformên pêk anîne. Lê heger em xwedî dewleteke xwe bana. Wê ev rêbaz li seran sera cîhanê jî bihate xwendin û fêrkirin. Ev ê weke derseke azadî û serxwebûna gelê bindest li dibistanan hatiba peşkêşkirin û xwendin.

Di serdema Şêx Mihemedê bavê Barzaniyê nemir de, Qanûn û ferman derxistiye ku Kurd rehet bijîn. Hê di dema Şêx Mihemed de, ew dibîne ku axayên kurdan gelekî tadê li kurdan û gundiyan dike. Her weha tim jî di nava axayên kurdan de nakokî peyde bûne û dibûn. Nakokiyên nava wan gelek caran bûye sedem ku hin axa li ba dagirkrên xwe cih girtine û şerê brayê xwe kirine. Loma jî gelek ji axayên qels ji bona xwe biparêzin, xwe didan aliyê dijminê xwe. Dijmin jî ew li hember brayê wan bi kar dianîn û anîne. Lê îro ev bi awayekî modern li her çar perçên Kurdistanê bi rêya hin partiyên li ser navê kurdan pêk tê.

Ji ber vê bû ku Şêx Mihemed vê weke neheqiyekê dibîne. Dibîne ku hin axa tim dikarin xwe bidin aliyê dijmin û li hember brayê xwe şer bikin. Ji ber şêx Mihemed dibîne ku bi vî awayî dê zehmet be ku yekitiya kurdan pêk bîne. Azadî û serbestiyê ji bona wan amade bike.

Bi xebat û cahdên xwe, bi hewldan û serpereştiya xwe, dixwaze ku gundiyan li hember axayên wan rake. Her weha jî dibe. Loma ew jî dibe terefê gundiyan û bi hevre vê sîstemê ji nava Kurdên başûrê Kurdistanê, bi şoreşeke bê xwîn radike. Erdê axayan jî bi awayekî wekhevî li gundiyan belav dike.

Dema ku şêx vê şoreşê pêk tîne. Hê di wan serdemana de li hin welatên ewropa û li piraniya asyayê sîstema axatiyê li ser kar bû. Loma îro em dibînin, li başûrê Kurdistanê axa tune ne. Ji ber ku şêx Mihemed bi şoreşeke bê xwîn ev sazûman ji nava kurdên başûrê Kurdistanê rakiri bû.

Piştî rakirina sîstema axatiyê li başûrê kurdistanê, êdî şêx Mihemed dest davêje, terîqet û eşîrên kurdan da ku wan jî bike neteweprest. Wan terîqet û eşîrên  heyî ji bona miletê xwe bibin yek û karê azadiya wî bikin, têdikoşe û bi ser jî dikeve.

Em dibin şahêdê wê yekê ku şêx Mihemed jî di serdema xwe de sê şoreş pêk anî ye. Yek sîstema axatiyê hilweşandiye. Ya dudan jî piraniya eşîrên kurdan yên hebûn bi navê konfederasyona Barzaniyan de kirine yek. Ya sisiyan jî, terîqetên olî jî kirî ye xizmeta miletê xwe. Bi eşkereyî tê dîtin ku her serok û rêberekî Barzanî, di serdema xwe de hin şoreş pêk anîne. Ji ber ku ew xwedî terbiyeke neteweyî bûn û li ser vî asasî dihatin perwerdekirin.

Weke me gotibû ku di serdema şêx Mihemed de dema axatiyê xurt bû. Loma ew dibîne ku ew axayên heyî zor û zehmetiyê li gundiyan dikin. Ew dewlemed û gundî jî her feqîr dibûn. Loma wî axatî rakir da ku hemî kurd, li cih û warê xwe li gor îmkan û hebûnên xwe weke hev bijîn.

Her weha wî hemî ol û terîqetên kurdan jî kirine xizmeta miletê kurd da ku ew jî olê weke hemî serdestan, ji bona miletê xwe bi kar bînin. Her weha şêx Mihemed qebûl ne dikir ku hin pir dewlemend û xwediyê heman tiştan bin û hin jî feqîr bin. Loma sîstema axatiyê rakir. Piraniya eşîr, Terîqet û oldaran kir xizmeta neteweya kurd.

Şêx Mihemed ji xwe de destpêkir. Ji bona miletê xwe bide bawerî kirin ku divê rewşa miletê wî bi hemî reng û awayî li gor şert û mercan weke hev bin. Loma wî qebûl nekir ku xaniyê wî ji yên gundiyan xweştir û mezintir be. Wî di nava malbata xwe de cil û bergên biha û rengîn li malbata xwe qedexe kir ku ew jî weke malbateke gundî bijîn. Li ber dergehên derî an malên wan de nobetdar ango parêzger tune bûn. Xaniyên wî jî weke yên hemî  gundiyan bû. Wî qebûl nedikir ku xaniyê wî, cil û bergên malbata wî ji yên gundiyan bihatir û xweştir be. Loma jî di wê serdemê de mirov nikarîbû ferqeq berbi çav di nava malbata şêx Mihemed û gundiyekî de bidîta. Ji ber wê edebê û perwerdahiyê bû ku Barzaniyê mezin û nemir jî nexwestibû ku mezel ango qebra wî ji ya pêşmêrgeyekî ne mezintir be.

Di virde tiştên balkêş û girîng ew bû ku tu li dîroka kîjan rêber û serokekî ji Barzaniyan dinere. Dibîne ku wan berê ji xwe de dest bi guherandinan kirine. Berê reform di mala xwe de kirine. Zarokên xwe li gel xwe gerandin e. Zarokên xwe di şerên li hember dagirkeran de, bi xwe re birine qada şer. Birina şer û pevçûnan da ku baweriya gelê xwe bigirin. Lê tu îro zarokê yek rêber  û serokekî partiyên kurdistanî li bakurê Kurdistanê li gel bavê wan nabîne. Aha ferqa Barzaniyan ev e…

Ji ber vê ye ku em dibînin, di serdema her rêber û şêxekî Barzaniyan de, hin reformên hêja ji bona jiyaneke xweş, bo kurdan pêk anîne. Gelek caran kurdên me yên çep behsa xweşbûna sosyalîzm dikirin. Lê hûn bawer bikin, wan ji pirtûkên Lenîn û hemî rêberên Sosyalîst bêtir, rêbaza xwe xwendibana wê fêr bibana ku reformên di rêbaza Barzaniyan de pêk hatibûn. Piştî wan bi sed salan di gelek welatên din de pêk hatibûn. Bi zimanekî vekirî heger em xwedî dewleta xwe bana. Em ê weke kurd û rêbaz li pêşiya gelek dewletên li cîhanê bana.

Ji ber vê ye girîng e ku divê kurd dîroka xwe û vê rêbaza pîroz baş nas bikin. Dema ew naskirin wê bibînin ku pêşkêşvanên guherandin û reforman li cîhanê ev rêbaz bi xwe ye. Wê fêr bibin ku dema Barzaniyan dixwest yek rêziya miletê xwe pêk bîne, gelek miletên cîhanê hay ji vê tune bûn.

Ez dikarim bi rehetî bêjim ku serkêşê pêşketin û reforman ji Barzaniyan destpê kirî bû. Ji ber bê dewletî ew hêjayiyan nehatin nivîsên û li ser navê kurdan li cihanê nehat belavkirin. Dîsa tê xuyakirin ku gelek dewletên cîhanê ew rêbaz ji bona xwe lê weke ya wan be pêk anîne. Bi zimanekî vekirî û eşkere dibêjim: Pêşxistina cîhanê, rakirina zilm û zorê. Pêkanîna wekheviyê û jiyaneke pêkvejiyan ji Barzaniyan de destpê kirî ye.

Pustên heman beş