MÎTê berpirsê PKKê Xelîl Tekîn kuşt

halil-tekin-info

Îstixbarata Tirkiyê MÎTê bi operasyonekê, berpirsekî PKKê yê bi navê Xelîl Tekîn li bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistanê kuşt.

Hat ragihandin, di operasyoneke îstixbarata Tirkiyê de ku li du rojên rabûrî li Qamişlo ya Rojava Kurdistanê pêkhatîye, berpirsê PKKê/YPGê yê bi navê Xelîl Tekîn bi navê kod Seydo hatiye kuştin.

Xelîl Tekîn di kategorya kesk a lîsteya “lêgerîna ji terorê” ya dewleta Tirk da bû, ew li Qamişlo ya Rojava Kurdistanê hat kuştin.

Tekîn li sala 2007an tevlî rêxistina PKKê bûbû, li Başûr û Rojava Kurdistanê erk wergirtine, bavê wî Îbrahîm Tekîn jî weke wî endamê rêxistina PKKê bû û di sala 1992yan da bi operasyona artêşa Tirkiyê hatbû kuştin.

Pustên heman beş