11 kesên domelan komdikirin jiyana xwe ji dest dan

Li Sûriyê ji ber teqînekê 11 kesên domelan komdikirin jiyana xwe ji dest dan

 Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan aşkera kir, li navçeyekî Sûriyê ji ber teqîna mînekî 11 kesên domelan komdikirin jiyana xwe ji dest dan.

Li gor Rewangeha Sûrî bi beyanameyekî aşkera kiriye, li derdora Reqayê çend çend kesên li çolê domelan komdikirin, mînek di wan de teqiya ye û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û piştî bûyerê jî çekdarên DAIŞê li heman navçeyê gule li wan kesane rêşandine ku li dû komkirina domelan de digeriyan.

Beşek ji xelkê parêzgehên Dêrezor, Reqa, Humis û Hemayê bi komkirina domelanan debara jiyana xwe dikin û salane hejmarek kes dibine qurbaniyên mîn û bombeyên çandî.

Pustên heman beş